Naratîf û mûşek

14-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Pûxte

Armanca vê nivîsarê ew e ku alîyekî piştguhxistî yê êrişa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê bêhtir rave bike, mebesta min alîyê wê yê naratîfê ye (vegotin). Naratîf yek ji amûrên giring ên desthilatê ye. Ji bo cîbicîkirina polîtîkayên xwe, hewcedarîya her desthilatekê bi berhemanîa naratîfê heye.

Vê giringîya naratîfê kir ku di çend dehsalîyên dawî de bibe yek ji warên giring ên hizir û akademîyên cihanê. Naratîf hewldana li qalibdana wateyên kirdarekê di şêweyê çîrok yan vegotinekê de ye.

Ne şert e ku dariştina vê çîrokê rasterast rengvedana rastîya wê kirdarê be, lêbelê hewldanek e ji bo çêkirina wateya wê kirdarê. Her wiha hewldana pêkanîna bandoreke zêdetir e. Têgeha naratîfê ji xwînerên kurd re nû ye. Lewra şêwaza herî baş ji bo fêmkirina wê, sêwirandina wê mîna vegotina çîrokeke armancdar e.

Destpêk

Di 13ê adara sala 2022yan de, Komara Îslamî ya Îranê ji axa xwe 9 yan 12 mûşek avêtin bajarê Hewlêrê. Piştî demeke kêm, Sipaya Pasdarên Îranê bi rêya daxuyanîyekê berpirsîyarîya êrişê li stûyê xwe girt.

Bê guman êriş piralî ye. Meriv dikare bi gelek şêweyan rave bike. Wek mînak di alîyê demê de yan di alîyê cihê armanckirî de yan hûrdema taybet a polîtîkaya cihanî yan rewşa sîyasî ya Iraqê de. Di demekê de ku pêkan e ev hemî nêrîn giring bin, ti nêrînek nîne ku hemî alîyên cihê yên bûyerê li xwe bigire.

Her wiha çêdibe bi nirxandina reftara kevin a Îranê, sarox û meremên wê werin ravekirin. Em ê di vê şopandinê de hewl bidin bi nêrîneke taybet li bûyera êrişê binêrin. Ew jî çêkirina naratîfê yan çîrokê ye. Dîyar e naratîf û çîrok cihê ne û em ê paşê bi kurtî qala vê yekê jî bikin.

Yek ji hizirvanên ku di dema borî de rola çîrok, xeyal û naratîfê bi tîneke zêdetir anî nav meydana fikirê, hizirvanê îsraîlî Yuval Nûh Herarî ye. Helbet rola naratîfê têkildarî neteweyê, xasma li cem bîrmendekî fena Homî Bhabha vedigere serdema neteweyan.

Ji ber dorfirehîya kesên ku têkildarî kirdarên desthilatê û demokrasîbûna karê dewletê ne, desthilat û dewlet hergav di hewldana dariştina naratîfê de ne ji bo gihîştina bi zêdetirîn hejmara xelkê û danîna bandorê li ser wan û li qalibdana têgihîştina wan ji bûyeran re. Îro naratîf metodeke dorfireh a zanînên cihêreng e.

Ji bo vê meremê em dikarin bipirsin, çima îranîyan êrişa xwe li ser Kurdistanê bi Îsraîlê ve girê dan? Dixwazin di vê bi hev ve girêdanê de kîjan naratîfê berbiçav bikin? Li vir ne giring e ti rastîyek di vê pirsê de hebe yan na, lêbelê bi hev ve girêdanek e li ser asta naratîfê pir giring e. Ji bo fêmkirina baştir, divê em pêşî bipirsin gelo naratîf çi ye? Çima giring e? Îran çima vê hewldanê dike? Bandora wê çi ye?

Berî ku em herin nêv kitekitên mijarê, divê ez zelal bikim ku wexta ez dabaşa naratîfê dikim, mebesta min ew e ku naratîf heye û di eynî demê de ez wê fena metodekê jî wesf dikim.

Îran û Îsraîl: Paşxan

Îran û Îsraîl du welat in ku di gelek xisletan de hevbeş in. Her du di nav deryayeke piranîyê de hindikahî ne. Her du hewl didin hegemonîya wan hebe û wek hêzên herêmî werin dîtin. Ji bo vê armancê jî pêwîstîya her duyan bi naratîfê heye.

Ango, çawabûna vegotina kir û karên xwe bi awayekî ku li bal gelek kesan cihê pejirandinê be. Dûrîya sînorên her du welatan ji hev ji hezar kîlometreyan bêhtir e. Lê ji wexta ku bû komara îslamî, Îran dewleta Îsraîlê wek dijmin dibîne.

Motîvasyona sereke ya vê dijminatîyê jî, ku li dijî hemî hîmên lojîkî yên têkilîyên navneteweyî û reftara dewletê ye, ew e ku Îran bi rêya vê dijminatîyê, rewatîyê di civakên misilman de bi dest bixe.

Sîyasetmedarên din jî li deverê ji Cemal Ebdilnasir bigire heta Sedam û Qedafî, ev metod bi kar anîn. Dema armanca hevrikîyê çêkirina wêneyekê ji Îranê re li ber çavê şênîyên civakên misilman be, hingê çêkirina naratîfê giring dibe.

Dîyar e hokarên din jî di dijminatîyê de hene, nexasim dîtina Îsraîlê wek dost û hevalbenda Amerîkayê. Hebûna dijminatîyê di navbera Îran û Amerîkayê de, dike ku Îsraîl jî wek neyareke Îranê were dîtin. Hokareke din a dijminatîyê girêdayî rewş û statûya Îranê di civaka navdewletî de ye.

Îran dema gefan li Îsraîlê dixwe, bala cihanê dikişîne û bêhtirî ku tenê neyara Amerîkayê be, dengê wê bi guhdaneke zêdetir tê bihîstin. Dîyar e hin naratîf û vegêranên din, xasma têkildarî bilindbûna herêmî û hebûna çekên atomî hene.

Cihekê taybet ê Îsraîlê di van hemî çîrokan de, di xeyal û bîrewerîya her du civakên misilman û rojavayî de heye. Di civakên misilman de, Îsraîl encamdera guneheke mezin e. Berevajî, civakên rojavayî hest bi guneheke mezin li hember Îsraîlê dikin. Awayê şênberbûna vê wêneyê movika piştê ya polîtîkaya naratîfê ango vegotinê ye.

Ango, hebûna gefê li ser Îsraîlê ew pêngava stratejî ye ku egera wê heye di civakên misilman de rewatîyê ji Îranê re misoger bike. Her wiha bibe cihê guhdana civakên rojavayî. Dîyar e li vir mecala me nîne ku em qala stratejîya veşartin yan teqîyeyê bikin ku beşekê ji polîtîkaya Îranê li hundir û derve pêk tîne.

Li vê gorê, qala palnerên din wek neyartîya olî ya kevin ji bo dijminatîya Îran û Îsraîlê tê kirin. Bi rastî, ev ne zêde rast e û dibe ku berevajî wê rast be. Tew pêwendîyeke baş a şaristanîya kevin a Îranê bi cihûyan re hebû. Ev jî sedem e ku li Îsraîlê cadeyek li ser navê Kurûş heye. (Kurûşê Mezin 600-530 b.z. 30 salan şahinşahê Îranê bû).

Bi hebûna neyartîyê amûrên hevrikîyê derdikevin holê. Alav û tektîk li gor dem û cih diguherin û ji bo vê nihêrîna me ne zêde giring in.

Naratîf çi ye?

Di pirtûka "Homo Deus: Kurtîyek Ji Dîroka Sibê" de, Yuval Herarî dinivîse: Çîrok bingeh û stûnên civakên mirovî ne. Li vir mecal û dema me nîne ku em herin nav hûrgilîyên cudahîya çîrok û naratîfê, lê em ê bi kurtî bêjin: Çîrok çîtîya vegotinê ye, ew naverok e gava em vedibêjin, lê naratîf çawabûna vegotinê ye.

Helbet xala giring ew e ku ji zû ve roleke naratîfê ya herî giring di hebûna mirovî de heye. Naratîf ji bo wanedan, rênîşandan, rewatîya dayinê, perwerdeya agahî û sincî û dayina hişyarîyê li ser hebûna me tê bikaranîn.

Ji ber van rolên wê yên giring, naratîf herdem rasterast beşek ji desthilatê û çawabûna meşandina desthilatê bû. Her desthilateke ku naratîfa wê nebe yan naratîfa xwe berhem neyîne, dê ji ber qeyrana rewatî, piştevanî, dilînî, fêmkirin û nebûna karîna tevdan û gurrkirinê binale.

Ji ber sedemên li jor, dewlet nola karaktera here sereke ya meşandina desthilatê, hergav li pey wê yekê ye ka çawa naratîf û vegotina xwe ji bo dayina rewatî, haydarî û bidestxistina piştevanîyê berhem bîne.

Çunke statûyeke Îsraîlê ya giring û xas di her du civakên misilman û rojavayî de heye, yek bi xerabî û ya din bi qencî, êdî hevrikîkirina bi wê re çîrokeke giring berhem tîne.

Îran fena komareke misilman, ku bi hev ve girêdaneke hevdij e, li wê yekê digere çawa mezintir bibe. Ango naratîf ji çêkirina çîrokekê ji çend bûyerên dîrokî pêk tê ji bo bidestxistina dilînî û piştevanîya hejmareke zêde ya merivên ku naxwazin yan nizanin dehkera rasteqîne ya hevrikîyan li ser çi ye.

Bi gotineke din, naratîf ango vehûnandina çîrokekê, xasma di rewşeke sîyasî de, wek alaveke sîyasî ji bo gurrkirin û tevdana xelkê. Bi rêya arihandina taybetmendîyên bingehîn ên meriv wek şerê qencî û xerabî, rewa û nerewa, xurt û qels, destdirêjkar û qurbanîyan.

Giringîya naratîf û vegêranê li bal her du alîyan ango îranî û îsraîlîyan berbiçav e. Carekê rojnameya îsraîlî ya navdar Haaretzê hevrikîya filistînî û îsraîlîyan mîna hevrikîya li ser naratîfê bi nav kiribû.

Çend xisletên naratîfê hene, wek: Ya yekem vegotineke armancdar e. Ango, honak û rêkxistina rastîyan e ji bona çêkirina çarçove û cihanbînîyeke ku bi merema hunerê re li hev bike. Bi kurtî naratîf şêwazeke postmodern a îdeolojîyê ye wek di têgeha grand narrative (vegotina mezin) ya Lyotard de dîyar e. (Jean-François Lyotard (1924-1998) fîlozof, civaknas û teorîsyenekî wêjeyî yê fransî bû).

Giringîya naratîfê li hember îdeolojîyê ew e ku zimanê vegotinê cuda ye û hewl dide bigihêje cemawerekê dorfireh. Çunke meriv hemî warên jîyana xwe di şêwaza çîrokê de şênber dike. Bi wateyeke din, ziman û qada îdeolojîyê sînordar e û tenê hilgirên wê îdeolojîyê pê bibandor dibin.

Lê naratîf vê sînordarîyê derbas dike û bandorê li ser cemawerekê dorfirehtir dike, ku ne şert e mêldarên îdeolojîyê bin. Wek mînak, heke îranî di çarçoveya berjewendîyên Îran û şîeyan de, bûyeran vebêjin; hingê dê piranîya herî zêde ya cihana misilman nebe hevsoz û mêldara Îranê.

Lê gava îranî plan, berjewendî û hewldanên xwe di hevrikîya bi welatekê nola Îsraîlê re vedibêjin, hingê hejmareke zêde ya merivên ku dibe ne hevsozên Îranê bin jî, lê neyarên Îsarîlê ne; bi ast û şêwazên cihê dibin mêldar û hevsozên Îranê.

Ango şerê Komara Îslamî ya Îranê li dijî Îsraîlê şerekê piralî seba rewatî, hevsozî û giringîdanê ye, nemaze hewldana serkirdatîkirina cihana misilmanan e.

Taybetmendîyeke din a herî sereke ya naratîfê, nemaze ji bo vê merema me, ew e ku tiştê diqewime di çarçoveyeke berfireh de bi cî dike. Ango bûyerê ji wê yekê rizgar dike ku tenê bûyereke tekane ya roja xwe be. Lêbelê wê bi rêzek bûyerên din ve girê dide û karîn û bandora wê li ser xelkê zêdetir dike. Girêdana kurdan û Îsraîlê bi hev ve dihêle ku statûya Îranê bihêztir bibe û bûyer bi xwe jî dengvedaneke mezintir û dorfirehtir pêk bîne.

Alîyê sêyem jî rewatî ye. Bi rêya girêdana êrişa li ser Hewlêrê bi Îsraîlê ve, Îran dixwaze gastînekê ji heval, dost, alîgir û çeteyên xwe re misoger bike ku rewatîyê ji bûyerê re bibînin.

Îran û Îsraîl û bikaranîna kurdan

Îran û Îsraîl heman metodan li dijî hev bi kar tînin. Yek ji metodên herî naskirî, bi navê straneke stranbêjê gelêrî yê amerîkî Johnny Cash bi navê Xeleka Agir e (Ring of Fire). Merem ji xeleka agir ew e ku Îsraîl û Îran di hewldanê de ne ku hev di nav xeleka agir de wer bikin.

Ev jî dibe motîvasyon ku têkilîyên Îranê yên tekûz û xurt bi Hizbulah, Hemas û sûrîyan re hebin. Ji bo ku li dora Îsraîlê xelekekê ji neyar û çavkanîya agir çêbike.

Dibe ku şerê herî dawî di navbera Îsraîl û Hemasê de yek ji xuyangên vê stratejîyê yên herî berbiçav be. Uzi Rubin ji Navenda Stratejî ya Ben-Gurion li gor vê nêrînê mijarek nivîsîye. Dîyar e motîvasyona wî jî, wek me berê behs kir, ew rastî ye ku her du welat ji hezar kîlometreyan bêhtir dûrî hev in.

Li hêla hember, Îsraîl bi heman awayî di hewldanê de ye ku têkilîyên wê yên baş bi welatên dorhêla Îranê re hebin. Wek mînak têkilîyên Îsraîlê bi Azerbeycan û Tirkîyeyê re hene. Berî çend hefteyan, baregeha Mossadê eşkere eşkere li Enqereyê hat vekirin.

Her wiha, piştî îmzekirina Peymanên Abraham, pêwendîyên Îsraîlê yên baş û rasterast bi Behrên û Îmaratê re hene. Di eynî demê de, pêwendîyên wê bi Qeter û Erebistana Siûdî re jî hene, lê li ser asteke kêmtir in.

Bi sedema haydarîya her du alîyan ji nêt û planên hev, hestyarîyeke wan a mezin li hember hewldanên hev heye. Li gor vê nihêrîna stratejî, pêkan e ku êrişa li ser Hewlêrê wek şowa îranîyan ji bo welatên din ên di nav xeleka agirîn a îsraîlî de were ravekirin.

Çunke Îran nikare bi hêsanî êrişî ser welatekî xwedî serwerî bike. Lew bi rêya êrişa Hewlêrê peyam û şowekê ji alîyên din re dişîne ku xwedîya roket û şîyan e ji bo pêkanîna karekê bi vî rengî.

Armanceke din jî ya hilbijartina Kurdistanê hebû, nexasim li hember Amerîkayê. Lê Hewlêr hilbijart çunke şîyana Kurdistan yan Iraqê ya bersivdanê tune ye.

Helbet ev alîyê şowkarî yê stratejî, qasî alîyê wê yê naratîfî ne giring e. Ji her çavdêrekî haydarî rewşê re, zelal e ku ev ne cara ewil e îranî kurdan û Îsraîlê tev li nav hev dikin.

Dîyar e hokarên vê yekê jî zelal in. Em ê li jêr hinekan ji wan bi kurtî li ber çavan raxin:

Yekem: Bidestxistina rewatîyê ji bo êrişê, wek di daxuyanîya balyozê Îranê li Bexdayê dîyar bû.

Duyem: Bidestxistina hevsozîyê li cihana misilmanan. Bi rêya bi hev ve girêdana Kurdistan û Îsraîlê, îranîyan karîbû cemawerekê zêde yê cihana îslamê û çepgirên rojavayî gurr bike.

Sêyem: Gihandina peyamekê ji bo Îsraîlê û nîşandana karînên Îranê.

Çarem: Bi hev ve girêdana êrişê bi wê naratîfa kevin ji bona bi hev ve girêdana hevrikîyan di çarçoveyeke dorfirehtir de. Ji bo ku tenê nebe kirdeyeke bênirx û jibîrkirî yan nûçeya rojekê.

Pêncem: Wekhevkirina kurdan û Îsraîlê beşek ji hevrikîya Îranê li hember Doza Kurd e. Bi vî rengî teorîya hebûna destê bîyanî di Pirsa Kurd de geştir dike.

Şeşem: Qalkirina Îsraîlê ji hêla Îranê ve, Iraq û Kurdistan xistin rewşa xwebêrîkirin û înkarkirinê. Di demekê de ku êrişî ser wan hatibû kirin û divabû bi zimanekê cudatir daxuyanî bidana.

Heftem: Xwezaya naratîfê wiha ye ku ji xisletên din ên vegotinê dorfirehtir û mezintir e. Tevî ku di ketwarê de, hin peyam û armancên din ên roketên Îranê hebûn, lê bi çêkirina hêla naratîfê li hember Îsraîlê, bû beşek ji naratîfeke mezintir ku girêdayî hebûna Îsraîlê û rola wê li deverê ye.

Dawî

Îran û Îsraîl cengeke piralî, berfireh û aloz li dijî hev dimeşînin. Di cengê de, Îsraîl li ser hemî astan ji Îranê bilindtir e. Bi awayekî dikare li hundirê Îranê kir û karên leşkerî bike. Ev hatina Îsraîlê ji bo nav Îranê cihê dilgiranîyeke mezin e ji bo îranîyan, xasma nîşana wê yekê ye ku êdî qonaxa xeleka agir kuta bûye û egera hatina wê ya nav xelekê heye. Ew jî bi rêya serdestîya teknolojîyayê. Bûyera dawî ya vê yekê jî di çend hefteyên borî de li nêzîkî Kirmaşanê qewimî.

Bûyer tenê beşeka hevrikîyan in. Îran û Îsraîl di asteke taybet de hewl didin piştevanî û rewatîyê ji mijara xwe re berdest bikin. Her du hewl didin celebekî çîrokê bihûnin ku me li vir wek naratîf bi nav kir. Di bin sîya vê naratîfê de, kurd çendik û çend salan bi Îsraîlê ve hatin girêdan. Vê bi hev ve girêdanê jî zîyaneke mezin gihand Doza Kurd.

Wek me li jor qal kir, hin armancên stratejî yên Îranê ji çêkirina vê naratîfê hene, lê kurd qurbanîyeke mezin didin. Pirsgirêka Îranê bi kurdan û desthilata wan re heye. Lê bi hewldana ku kurdan bixe çarçoveya îsraîlî, êdî Pirsa Kurd ji kurdan û taybetîyên wan tê veqetandin, ew jî di demekê de ku ti hevbeşîyeke Pirsa Kurd û Îsraîlê tune ye.

Pêkan e ku pêwendî hebe, lê dive di navbera mijara cihûyan û Dewleta Îsraîlê û romantîzma takekesî bi Pirsa Kurd re cudakarî were kirin. Nola her dewleteke din, Dewleta Îsraîlê bi lojîka dewletê dixebite, lojîka dewletê jî ne dostanî, dilînî û romantîzm, lêbelê lojîkeke stratejî ya berjewendîyê ye.

Îran di vê mijarê de zîyanê digihîne rewatîya Pirsa Kurd. Bi gengazî hêza xwe li hember Îsraîlê nîşan dide. Her wiha li dewsa ku were şermezarkirin, tê bêrîkirin. Bi rêya naratîfê, îranî girêdayî Doza Kurd, her wiha di têkilîya xwe bi Îsraîlê re û di çêkirina sawêr û hêncetan de li cihana îslamî, bi kevirekê çend çûkan dikujin.

Wisa dixuye ku haya kurdan ji vê xisleta hevrikîyê tune ye. Haydarbûna kurdan ji alîyê naratîf ê îsraîlî giring e. Ev mijar hin sawêr û hêncetan çêdike ku bi hêsanî ji holê nayên rakirin û dibin beşek ji xeyala giştî ku di hevrikîyên sîyasî de tên bikaranîn.

Divê gotara kurdî di vî warî de hişmend be. Rastîyeke tal heye divê li ber çav were girtin. Ew jî ew e ku çunke kurd miletekî bê dewlet in, wê yekê pê rewa nabînin mîna dewlet tevbigerin.

Dr. Serdar Ezîz

* Ev şirove bi taybetî ji Navenda Lêkolînên Rûdawê re hatiye nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst