Ev qeyran dê Kurdistanê ber bi ku ve bibe?

Heta Sibata 2014an Herêma Kurdistanê wek modeleke serkeftî dihat dîtin. Geştir û ewletir ji beşên din yên Iraqê, Herêma Kurdistanê wek modelekê dihat sawêrkirin ku divê yên din çav lê bikin û jê fêr bibin. Di du salan de, ev wêne guhert. Di van her du salan de, Kurdistan bi 15-22 milyar dolaran deyndar dibe, nêzîkî pênc mehan di dayîna mûçeyên karmendên xwe de dereng dikeve û piraniya projeyên wê yên hilberînê radiwestin.

 

Lê gelo, çima rewş wiha bû? Hinek kes vê rewşê bi daketina bihayê petrolê ve girê didin. Hinek jî bi şerê DAIŞê ve girê didin. Hinek jî bi îdareya binketî ya hikûmeta herêmê û hin kes jî bi dûrketina ji Bexdayê ve girê didin. Bi rastî, eger em dûrî siyasetê biaxivin, her yek ji van hokaran, bi rêjeyekê bandor li ser rewşa niha ya herêmê kiriye. Gelek sedemên qeyrana aborî ya Herêma Kurdistanê hene. Yanî bêhtirî meseleyekê bandor lê kiriye.

 

Van her du salan par de ji ser çend pirsgirêkên binyadî (sereke) li Herêma Kurdistanê rakir. Divê em li xwe mikur werin ku em di du meseleyên sereke de biser neketin: Yekem, avakirina sîstemeke siyasî ya çalak ku bikare bibe bingeha îdareyeke berpirsiyar li Kurdistanê. Hin îşaretên vê yekê ev in: Destnîşan nekirina sînorên navbera hizb û hikûmetê, wasîte û mehsûbiyet û parvekirina postan, piştguhxistina mirovên teknokrat û belavbûna gendeliyê.

 

Duyem, me nikarîbû geşbûna aborî bi dadmendiya civakî ve girêdin. Nîşanên vê şikestinê pir in, wek: Zengînbûna bixof a elîteke biçûk, başnebûna rewşa jiyana hejmareke zêde ya mirovên hejar, geşbûna leng a sektora pêwendî û niştecîkirinê û piştguhxistina sektorên din, qelsbûna sektora çandiniyê, lawaziya kalîteya xwendinê li dibistan û zanîngehan, qelsiya rewşa tendirustiyê û bi taybetî piştgirêdana kor bi petrolê!

 

Bêguman nizmbûna bihayê petrolê, şerê DAIŞê û lêmişta koçber û penaberan beşekî ji kirîza niha pêk tînin. Lê eger li Kurdistanê îdareyeke siyasî û aborî ya aqilmend hebûya, dibe ku qeyranele me ya bi vî rengî û bi vê mezinbûnê nebûya!

 

Du rê li ber Herêma Kurdistanê hene: Yan dê biser bikeve û kirîzê derbas bike û yan jî wê di bin vî barî de bimîne û jê rizgar nabe. Bilindbûn an daketina bihayê petrolê ne di destê hikûmeta herêmê de ye. Tew bidawîanîna şerê DAIŞê û aramkirina Iraq û Sûriyê û vegerandina koçber û penaberan jî li derveyî desthilata Herêma Kurdistanê ne. Herêma Kurdistanê nikare di van meseleyan de bi roleke pir girîng rabe.

 

Karê hikûmeta herêmê ne asan e û barê wê jî pir giran e. Hikûmetê ne tenê çavkaniya xwe ya mewdanî ji dest daye, lê di çend salên borî de, ziyaneke mezin gihîştiye sermayeya wê ya siyasî jî. Baweriya xelkê bi hikûmetê di asteke metirsîdar de ye.

 

Bi giştî xelk bawer nakin ku pere li ber destê hikûmet û partiyên sereke nîn in. Lewra beriya her tiştê din pêwist e hikûmet baweriyê di navbera xwe û xelkê de ava bike.

 

Zanayekî zanistên siyasî dibêje "Bawerî ne kor e." Ango divê xelk hinek pêngavên girîng û pratîk ji hikûmetê bibînin daku bawer bikin ku hikûmeta herêmê dixwazeû dikare reformên girîng pêk bîne.