Bîranîna jidayikbûna serkirde û fermandarê Kurd ê mezin Mela Mistefa Barzanî
Maksîm Rûbîn*
Ev nivîsa min ji bo bîranîna 121 saliya jidayikbûna serkirde, fermandar û welatparêzê Kurd ê mezin Mela Mistefa Barzanî ye.
Mela Mistefa Barzanî ji bo gelê Kurd bûye kesayetiyeke ruhî ku ji bo maf û azadiya gelê xwe têkoşiyaye.
Sala 1946an, tevî hevkarên xwe yên dilsoz û hevbîr beşdarî damezrandina yekem dewleta serbixwe ya Kurdî di dîroka nû de bû ku Komara Kurdistanê bû, paytexta wê jî bajarê Mehabadê bû lê zûtirkê li şûna kêf û şadiyê komkujiyeke bixwîn dewleta ku nû hatibû avakirin da ber xwe.
Komara Kurdistanê encama ked û hewldana hevpar a Yekîtiya Sovyetê û gelê Kurd bû. Artêşa Yekîtiya Sovyetê navçeya dijfirînê li ser xaka Rojhilatê Kurdistanê ava kir. Ev xak parastî û guncav bû ku Pêşmergeyên Kurd bi rêberî û serokatiya Barzanî destkeft û mafên xwe ji şahê Îranê dest pê bikin.
Bi saya hevkariyên wiha ew dewleta Kurdî hat avakirin lê mixabin ji ber guherînên jeostratejîk û hevsengiya hêzê li herêm û cîhanê, dostaniya di navbera her du hêzan, Yekîtiya Sovyetê û Kurdan de, nehat parastin û domandin.
Mela Mistefayê Barzanî û artêşa wî ya leheng neçar man ji deverê derkevin. Ji bo demeke dirêj Mela Mistefayê Barzanî û 500 rêhevalên xwe li hemberî zordariyeke bêdawî li ber xwe da. Karîn li hember êrişên leşkerî yên Îran, Îraq û Tirkiyeyê li ber xwe bidin û zora kelem û astengên li pêşiya xwe bibin.
Piştî derbaskirina gelek evraz û nişîv û çiyayên dijwar, gihîştin ber çemê Arasê û sînorê Yekîtiya Sovyetê. Hêjayî gotinê ye ku bi saya zîrekî û şarezayiya serkirdayetiya Mela Mistefayê Barzanî, tevahiya artêşa wî karî bêyî ti ziyanên canî çemê Arasê derbas bike. Ev bûyer ne tenê ji bo gelê Kurdistanê lê ji bo hemû cîhanê dastan û efsaneyeke rastîn e li ser hêzdarî û lehengiya Mela Mistefa Barzanî û artêşa wî.
Mela Mistefa Barzanî û rêhevalên wî piştî westîneke mezin, karîbûn penaberî û piştevaniyê ji Yekîtiya Sovyetê ku dewleteke dosta gelê Kurd bû wergirin. Ne tesaduf e ku Mela Mistefa Barzanî di axaftinên xwe yên taybet bi Wezîrê Karên Derve yê berê yê Rûsyayê Evgeny Primakov re (di dema hevdîtinên wî yên li gel Mela Barzanî, Evgeny Primakov, rojnamevanê rojnameya Pravdayê bû) de gotibû, “Yekîtiya Sovyetê (Rûsya) bavê min e.”
Li Yekîtîya Sovyêtê pêşwaziyeke germ li Pêşmergeyên Kurd bi serokatiya serkirdeyê wan ê heta hetayê hat kirin. Mal, xwarin, nan, av û lênêrîna tenduristî ji wan re hat dabînkirin. Paşê Yekîtiya Sovyetê xwendin û perwerdeya leşkerî li navendên perwerdehiyê yên Yekîtiya Sovyetê ji bo Mistefa Barzanî û artêşa wî bi rêk xist.
Mela Mistefa Barzanî xwendina xwe ya siyasî û leşkerî li saziya herî baş a perwerdeya leşkerî li Yekîtiya Sovyetê (Akademiya Mikhail Vasilyevich Frunze) wergirtiye. Heta sala 1958an Mela Mistefa Barzanî li paytexta Yekîtiya Sovyetê jiya û desthilatdarên Sovyetê apartmanek li Moskowê ji wî re dabîn kir. Niha li ser vê malê tabloyeke bîranînê ku şahidiya xebata gelê Kurdistan û Barzanî dike, heye.
Hêz û Pêşmergeyên Kurd nêzî 12 salan li Yekîtiya Sovyetê man. Di vê demê de, ew bûn beşek ji civaka Sovyetê, malbat çêkirin, zarok anîn û hînî ziman û çanda Rûsan bûn. Ji ber vê yekê niha gelek zarok û neviyên têkoşerên Kurd ku li Yekîtiya Sovyetê ji dayik bûn û mezin bûn, bi hesret şanaziyê bi demên zaroktiya xwe ya li Rûsyayê dikin.
Dîrokeke girîng û dûr û dirêj a dostaniya Rûsya û gelê Kurd ku tijî bûyerên bi vî rengî, têgihiştineke zelal li ser heye ku helwesta niha ya Kurdan li hemberî Rûsyayê berdewamiya wan pêwendiyên hêgin e ku ji hêla Mela Mistefa Barzanî ve hatine avakirin. Ji ber vê yekê jî dostanî û piştgiriya têkiliyên Rûsya û gelê Kurd diyarde û rastiyeke dîrokî ye.
*Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê