Rewşenbîrên kurd çi nekirine?

14-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Kekê me Dr. Azad Ehmed Ali di Rudawê de li ser pirsa, rewşenbîrên kurd çi dikin? Nivîseke hêja nivîsandiye. Tiştekî ez rexne bikim tin e. Lê emê vê carê bi şiklekî din bipirsin: Rewşenbîrên kurd li gor derfetên xwe çi nekirin e?

Ez vê jî niha bêjim, ez xwe wek mirovekî rewşenbîr nabîn im, zêde karekî profesyonel yê lekolîniyê dikim. Hevqas! Armanca vê nivîsê jî ne ev e ku ez tu kesî biparêz im. Rewşenbîrên kurd ji xwe bi aqil, hîşmend û gellek zane ne û dikarin ji min sed car çêtir xwe biparêzin.

Wexta em behsa rewşenbîrîtiyê dikin, gelo em hinek peyva wek xwende, akademîk, zanyar, nivîskar, hunermend, lêkolîner û rewşenbîr tevlîhev dikin?

Mirovek dikare xwende be, zanko bi dawî kiribe û xwedî pîşeyekî bilind be, lê ev nayê vê wateyê ku rewşenbîrek e. Professorek di mijara xwe de pîspor û zane ye, lê ne şerte ku rewşenbîrek be.


Bêguman ji ber hinbûna metoda xwendinê ev ji bo ku bibe rewşenbîrek maqul e, lê herdem têrê nake. Li aliyê din, mirovekî nexwende be, lê di afirandina, raman û fikir de jîr be, dikaribe analîz û şiroveyên baş bike, li gorî min ev rewşenbîrek e. 

Ji xwe heta sedeya 18an tu kesî peyva rewşenbîr (intellektuell) bi kar netanî. Di vê demê de zêde peyva "fîlozof [philosophe]" dihat bikaranîn. "Fîlozofek" jî  ew kes bû ku pirs û kêşeyên çaresernekirî yên civakê didan ber xwe, ew analîz û dawî û çareser dikir. Ango mesele qabîlîyeta naskirin, analîzkirin û hewldana guhertinan ji bo civakê ye û di dawiyê de mesele "mentiq" û "hêza hizirînê" ye.

Mînak li gorî Sartre rewşenbîr ji çîna navîn tê û ew bûye xwedîyê "zanîneka pratîk". Bi vî rengî ew nûneriya çîna navîn dike da ku xwedî li berjewendîyên wê derkeve. Ez nizanim, çîneke navîn ya kurdan beriya 50 salî hebû?


Rewşenbîrên kurdan yê dîrokî ji xwe pirraniya wan ji xetek olî, an jî lawên beg, axa û şêxan dihatin. Di sedsala 20an de hêdî hêdî bi hatina kapitalizm û globalizmê de û bi şoreşê guhertin çêbûn.

Foucault li ser wateya rewşenbîriyê qet wek Satre nafikir e. Ev dîtinên Satre wek kevinbûyî û gellek zêde marksîst, red dike. Li gorî Foucault demên borî de rewşenbîrê "vîjdanê" civakê bû, rexnegirekî bi aqil û hêza hizirînê bala merivan dikişand ser pirsgirêkên cihêreng û ew hişyar dikirin. Li gorî adetê berê yên ku xwediyê fonksîyoneka bi vî rengî zêde nivîskar bûn.

 

Ku em dîtinên Foucault parve bikin, naxwe rewşenbîrên kurd niha di vê asteyê de ne û hewce dibînin gellek tiştan biafrînin û bidin naskirin. Mînak di wan 50 salên borî de berhemên kurdan wek pirtûk, kovar, rojname û berhemên medya rekor li ser rekoran şikandin.

Ticar di dîroka Kurdistanê de wek îro hevqas pirtûk, rojname, kovar derneketin e. Mijara televîzyon, dokumentatsyonan, şanogerî, dengbêjî, rêzefilm û hwd, qet behs nakim. Ev jî bandoreke mezin li ser fikir û raman dike. Bêguman qalîte ne gellek baş e, lê yê baş jî hene û dê hêdî hêdî baştir bibin!.

Herwiha li gorî Foucault rewşenbîrê îro bi qada sîyasî re jî pirr elaqedar dibe. Bi vî awayî rewşenbîr xwedîyê mandaya gel e, bêyî ku li parlamentoyekî rûne. Ew bêhtir bi naverokên îdeolojîk ên sîstemên hêzê re mijûl dibe û alternatîfên wan pêşnîyaz dike. Rewşenbîrên kurd bi siyasetê vê mijûl nabin?

 

Em werin ser rewşenbîrên kurdan.

Kêm sedsalên din hene ku wekî vê sedsala borî ya îroj bi awayekî evqasî bilez rê li ber guhertinên civakî û sîyasî li nav kurdan vekirin. Serhildanên kurdan, pêkhatina nîvdewletî heta dewletî li Başûrê Kurdistanê, qebûlkirina "rastiya" kurd li Tirkiyeyê û niha jî berxwedana gelê kurd li dijî terorizma navnetewî gellek paradigmên kevn guhertin.  Ji îluzyon û xewna Kurdistanekê îro gav bi gav ev rast dibin û mirov dengê serxwebûna Kurdistanê dibihîse.

Li gorî pîvanên cihê, hîn sedî sed ne dîyar e ka berê keştiya Kurdistanê bi ku ve diçe. Hîn jî hejmara kaptanên keştiyê pirr in, gellek derya û gellek bahozên ku divê ji wan bibihure hene. Lê belê divê êdî pirsa dewr û bandora rewşenbîrên kurd di van bûyeran de û di dîyarkirina rota û berê vê keştîyê de were kirin.

Ku îro em 50 saliya rewşenbîran bi rewşa kurd û Kurdistanê temaşe bikin, gellek derfetên gelê kurd û wiha jî rewşenbîran tine bû. Sazî, întstitut, derfetên xwendinê, peydakirineke pirtûkekê li her cihne wiha hesan bû. Bêguma rewşa kurdên diasporayê hinekî cuda bû, lê ev mijareke din e.

Pirraniya rewşenbîran li Kurdistanê ya diçûn û diçin serê çiya, ya jî diçin xerîbiyê. Rewşa kurda wiha bû! Ku Prof. Dr. Kasimlo, Celal Talabanî, Abdullah Ocalan, Mesud Barzanî an jî Kemal Burkay û gellek serkerderiyên Kurdan karên siyasî ji bo mafê kurdan nekirbûna, dê îro li kuderê bûna?

Karekî siyasî, baş an nebaş, rast an xelet, li goriya şertên kurd û Kurdistanê ne karekî rewşenbîrî bû? Çend hunermend, helbestvan, doxtor, huquqnas û nivsîskarên kurd ji ber tekoşîna kurdan ketin zindanan, şerkirin an jî hatin kuştin? Ev ne rewşenbîr in? Ez behsa serkerdiyên fanatîk, tundrew û dijî perjewendiyên mafê gelê kurd nakim.

Ji aliyê têorîk ve ku em rewşa rewşenbîrên kurd yê vê demê analîz bikin, hinekî wek Satre, wiha bêjin: rewşenbîr ew kes e ku dibe xwediyê zanînê û li gorî demê kar bîne û di heman demê de bi neheqiyên heyî û nakokiyan bihise û wan eşkere bike. Rewşenbîran kurdan ev nekirin an jî nakin? Bêguman li gorî derfetên xwe dikin.

Problem tin in, bêguman gelek in. Mînak forumeka bi rastî ya rewşenbîrê kurd heta îro nîne, lewra yekdestdarî di destê partiyên sîyasî de ye û bi tenê ew rewşenbîrên xwe li gorî van îdeolojîyan eyar dikin û dest ji fikr, têgihiştin û xwe-îfadekirina azad berdidin.

Ev dest ji rewşenbîriyê berdidin, mejû û destura hizirandinê heps dikin. Ji xwe bi xêra wan rewşenbîrên partiyan û desthilatdariya partiyan rewşenbîrên kurd di nava civaka kurd de ne xwedî cihekî baş e.


Rewşenbîr ji wiha car caran xwe ji milletê xwe dûr dikin. Mînak kîjan kurd îro Hilmî Abbas an jî Muzafer Şerîf nas dikin, ku li dinyayê de li ser karê xwe bi nav û deng in?

Rewşenbîrê kurd herdem gellek çalak e, hinekî tecrîdkirî be jî, dîsa jî her bêwestan çalak e, li derfetan digere ji bo guhertinên civakî û sîyasî di nava gel de û di nava sîstemên zordest de. Ev di bûyerên Şengal û Kobanî de xuya bû.

Ku em rewşa Kurdistanê û milletê kurd ya 50 saliya borî şirove bikin, emê bibînin ku herdem rewşenbîrê kurd perçeyek ji dîroka Kurdistan bû. Rewşenbîrê kurd belku dikarbû baştir û zîrektir xizmeta gelê xwe bike, lê mirov nikare bêje ku rewşenbîr kurd tiştek nekiriye an jî nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst