Li Tirkiyê tofan e

 

Ez di serî de bêjim ku operasyona 17ê Kanûnê ya berhema şerê AKPê û Cemaeta Gulen, pêşbîniyên min piştrast kirin.

Gendelî mehne, mebest siyasî ye

Bi girtina zarokên wezîran, şaredar, bazirgan û bûrokratan, şerê navborî ji tarîtiyê derketiye; partiyên şer bi çavsorî êrişî hev dikin. Herçiqas bertîl û gendelî babetên pêş bin jî, mebesta şer desthilat e.

Ji ber ku jixwe bertîl û dizî mebesteke desthilatbûnê, gendelî jî taybetmediyeke bivênevê ya wê ye. Ev diyarde li Rojhilata Navîn berbiçavtir e, desthilatên wê hemû genî ne. Bi mafdarî gellek şirovekar pirsê bi olê ve jî girê didin, ji ber ku desthilatên herêmê hemû bi bîrdoziya îslamî tevdigerin.

Serdema hêkên zêrîn êdî dibore

Di 15 salên dawî de Tirkiye ji aboriyê heya tendirustiyê bûye navendek. Ew ji qeyrana Iraq, Îran û Sûriyê sûd werdigire. Ji dewletên Kendava Ereban pere diherikin. Tirkiye cihê bazirganiya çekan, pereşûştin û operasyonên tarî ye jî. Desthilata AKPê û rewşa navborî berhemên hevûdin in.

Encama pevajoyê: Çîna serdest cih guhert. Generalên artêşê, bijareyên kevneşop yên pîşesazî, ragihandin û çapemeniyê, çeperên xwe yeko yeko radestî komên AKPê kirin.

Ewilî haya her kesî li ser aliyê siyasî bû. Şîrînmeh bûn; AKPê ji bilî girseyên oldar, ji lîberalan û ji Kurdan jî piştgirî werdigirt, ji ber ku derb li serdestên kevneşop dida. Herwiha talana komên desthilatê ji çavdêriya girseyan û çapemeniyê revî.

Lê êdî AKP bi her awayî bûye desthilat. Edî nikare Ergenekonê an jî “plangeriyên navneteweyî” bike mehne. Êdî yên bi awayê pêşbazîkirinê talan dikirin, bijareyên AKPê ne. Li tenişt her wezîrî, kur an jî birê wî, weke wezîrê darayî yê koma xwe kar dikir. Û bi vî awayî bi sedan komên bi fermî bazirganî û komîsyonên “dizî û bertîlê“. Ev ji bo plangeriyên siyasî bingeheke bêhempa ne.

 

Talûkeyen li pêşiya AKPê

 

AKPê bi dozên Balyoz û Ergenekonê stûye artêşê tewand, lê pişta wê nedaye erdê. General di xefikê de li benda keysê ne. 

AKPê pêşiya xwepêşandanên Stembol-Geziyê girt. Lê gazind û giliyên girseyan mezintir bûne û ne pêşbinî ye ku wê gel rojekê dijwartir biteqê.

Ev saleke ku pirsa Kurd rêyeke aştî û demokrasiyê girtiye. Lê ji ber ewiqandin û paşguhxistina çareseriya pirsê, eger di nêz de teqînên girseyî çêbibin, divê nebe nişkegavî.

Boçûna pirsa Sûriyê ne li gorî planên Tirkiyê ye. Ji vêga encamên xerab li ser aborî, siyaset û civaka tirk hiştiye.

Di pirsên çekfirotin, ambargoya li ser Îranê, piştgiriya tundrewên îslamî, kevneperestkirina dewlet û civaka tirk û hwd. de, di navbera  AKPê û hevalbendên wê yên NATOyî de kêşeyên mezin hene. Ne tiştekî sosret e ku aloziyên AKPê xweşiya wan diçe.

Pênûsşorên AKPê DYAyê jî nîşan didin. Dibe, lê eger DYA dev jê berde, AKP nikare yek rojê jî xwe li ser desthilatê bigire. Bêguman vêga AKP van faktoran bi kitekitî dinirxîne. Û dibe ku hewl bide ku dijberiya hinekan nerm bike.

Lê divê AKP baş fêm bike ku êdî ew desthilat e. Kêşeyên desthilata Kemalîst êdî yên wê ne. Wisa dixuye ku AKP di bikaranînan dezgehên kevneşop de tengasiyan dikişîne.

AKP di xaçerêyeke dijwar de ye. Liberalan dev jê berdane. Sebra Kurdan tê dawiyê. Di nav piştgirên wê de, rêzdarî û bexşbariya AKPê derb xwariye. Ew êdî bi dijberiya însanên ji rêzê re rûbirû ye.

 

Di wênê de cihê me Kurdan

 

Rewşa hiqûqa Tirkiyê: Rayedarên hikûmetê bi xwe di nav polîs û dozgeran de qala nijdeyan dikin. Ango hiqûq hiqûqa nijdeyan e. Wê mirov çawa jê bendewar be? Dibe ku ez gellek caran dubare dikim, bila be, wê qedera bi hezaran girtiyên kurd çi bibe? Ma ya me ne bêçaretî ye?

 

Pirsa aştî û çareseriyê: Bi xapandin û ewiqandinê be jî, serdemek hatiye destpêkirin. Însan namirin. Kurd azadtir diaxivin û tevdigerin. Lê wisa dixuye ku wê li Tirkiyê şerê desthilatê dijwartir bibe. Hingê ma wê ti wateya pêvajoya aştiyê bimîne? 

Divê em bi van herdu pîvanan xwe nêzî partiyên şerê navborî bikin. Û divê derbarê têkiliyên girîng yên navbera AKPê û Başûr de jî bi erênî hestyariya me hebe. Ji ber ku dibe ku ev hersê faktor jî bandora xwe li şerê navborî hebin.

Girêka Başûr: Eger şerê AKPê û artêşa Gulen kûr bibe, wê li Başûr qedera herî kêm 20 dezgehên Cemaetê çi bibe? (ji bo van rêxistinên Cemaetê binêrin: Rûdaw, hejmar 184, 7.02.2013.)

 

Girêk; Halk Bankasi: Hedefekî operasyonên dawî ev banke ye. Gerînendeyê we jî hatiye girtin. Pereyên petrol û xaza Îranê ya Tirkiyê kirrî, li wir tê razandin. Îran pê zêr dikire. Li Dubay zêr dibin dowîz. Ev zêr û dowîzên Euro û Dolar bi xeta Tirkiye û Rûsya û yên din, bi destê bazirganên azerî, îranî û tirk, tên şuştin û dikevin bazara navneteweyî û hemû di bin çavdêriya hikûmeta Tirkiyê de dibe. Ev tora bi milyaran, NY jî tê de, haya dezgehên navneteweyî kişandiye ser xwe. Ji ber ku ambargoya li ser Îranê weke seradê tê qulkirin. Û ji wê yekê Tirkiye tê rexnekirin.

Bi vê boneyê hişyariyek: Erê, Tirkiye û Îran di nav nakokiyan de ne, lê ji mînaka me eşkere ye ku di nav lihevhatin û têkiliyên kûr de ne jî.

Hûne bêjin çi têkiliya bûyerê bi Başûr re heye? Em dizanin ku di rojên dawî de di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de peymaneke nû ya petrol û gazê hat pesendkirin. Bexda li himberî peymanê disekine, DYA jî bi dijwarî rexne dike. Em hêj nizanin ka bi rastî petrola Kurdistanê diherike an jî na? Eger biherike, bi peymana dawî pere wê li Halk Bankasiyê bê razandin (83% yê Bexdayê, 17% yê Hewlêrê), ku salane 26 milyar Dolar dike. Heya vêga pereyên petrola Başûrê Kurdistanê (û yên Iraqê) bi heman şertî li New Yorka DYAyê tên razandin.

Wekî ku DYA, NY û gellek rêxistinên din yên têkildar Halk Bankasiyê dişopînin. Û dibe ku ev bank bi rastî karên qirêj dike... Gelo haya hikûmeta Başûr jê hebû û heye?

Û tiştekî din: Li Tirkiyê bi plangerî û mebestên siyasî be jî, li dijî gendeliyê gav tên avêtin, kesên gendel hedef tên girtin, darizandin û hetikandin. Li Bakur BDP bi şaredariyan desthilata deverî ye. Li Başûr jî Kurd xwedî hikûmet in. Ya pêşî serdesta mîlyonan, ya dawî jî milyar Dolaran e. Gelo li himberî bertilxurî, dizî û gendeliyê ti tevdîrên wan hene? Me hêj seh nekiriye, ku yek kes jî girtine! Gelo em hewqas pakij in? Xweska!