Vegera Qeyser a ber bi Rojhilata Navîn ve
Berê li Ebû Dabiyê û paşê jî li Riyadê, Viladimir Putîn mîna paşayê hemû paşayan hat pêşwazîkirin. Tîmên protokolê yên Îmarat û Erebistana Siûdiyê hemû norm, rêxistin û nirxên ku heta niha di pergala protokolên cîhanê de ji kesayetiyên herî mezin ên cîhanê re tên sazkirin, saz kiribûn.
Ev pêşwaziya şahane ji aliyê du paytextên herî xurt ên cîhana Erebî ve tê wateya wergirtina mesafeyeke herî mezin ji cezayên ku ji hêla Amerîka û Ewropayê ve li ser Viladimir Putîn hatine sepandin.
Ev ji destpêkê ve ji bo Amerîka û Ewropayê peyameke watedar e ku di serdema nû ya sîstema cîhanî de, hino hino dê tiştekî bi navê navendîtiya biryara cîhanî nemîne, bi ser de jî tê maneya ku êdî aliyên piştguhkirî dikarin bi awayekî serbixwe û heta asteke bilind biryarên xwe yên siyasî li gorî berjewendiyên xwe bidin.
Ji destpêkê ve, em cudahiya mezin a di navbera pêşwazîkirina Biden û pêşwazîkirina Putîn de dibînin. Di kêliya Biden de, me du rûyên girtî û silavdaneke sar û seqem dît lê di kêliya Putîn de rûyên Mihemed Bin Selman û Viladimir Putîn bi ken vebûbûn û gotina yekem a Putîn ji Bin Selman re ev bû: Bi saya statûya nû ya cenabê we, pêwendiyên Moskow û Riyadê gihiştine asteke kesnedîtî!
Berê jî li Ebû Dabiyê, li pêşber Mihemed Bin Zayid, Putîn bi heman baweriyê û bi heman rewşa derûnî ya vekirî û bi kêfxweşî nola qebxwestinekê ji Amerîka û Ewropayê re got 'Niha û li vir, Îmarat hevkara me ya bazirganî ya yekem e li cîhana Erebî.' Ango tevahiya cezayên ku li ser Moskowê hatine sepandin ne tenê bandor li vê pêwendiyê nekirine, li şûnê roj bi roj berfirehtir û bihêztir jî dibe.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî hefteya borî serdana Rûsyayê kir û ji aliyê Serokê Rûsyayê Viladimir Putîn ve hat pêşwazîkirin.
Paşê di navbera Receb Tayyîp Erdogan û Putîn de jî hevdîtineke girîng tê plankirin. Ebû Debî, Enqere, Tehran, Riyad…Viladimir Putîn ne tenê ne marjînal e lê berovajî Amerîka û çend welatên Ewropayê, fena zilhêzeke cihê baweriyê ji hêla paytextên herî girîng ên Rojhilata Navîn ve li ber çav tê girtin.
Herwiha dibe ku sala 2024an ev hevkêşe li Amerîka û Ewropayê jî arasteyeke din wergire, xasma bi vegera sîbera Donald Trump re!
Adara sala bê (2024) li Rûsyayê hilbijartina serokatiyê heye û li gorî hemû nîşanan Putîn dê dîsa bibe serok.
Herwiha di meha Çiriya Pêşînê de jî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê heye û hevrikî di navbera Biden û Trump de ye û gelek lêkolîn vegera Trump li Koşka Spî piştrast dikin. Di senaryoyeke wiha de, dê çepera li dijî Putîn li seranserî Rojava lap qels bibe.
Li derveyî mijara petrol, bazirganî û projeyên aborî, şerê Xeze û çawaniya arastekirina bandorên wî şerî li ser tomeriya Rojhilata Navîn, mijara yekem û sereke ya gotûbêjên Putîn ên bi Îmarat, Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiyeyê re bû.
Tam berovajî Amerîka û Ewropayê, Rûsyaya Putîn û ev çar zilhêzên Rojhilata Navîn dikarin li ser çend stratejiyên giştî ji bo awayê dîtin û paşê bidawîanîna şer li hev bikin.
Weke mînak, rast e ku Îmarat û Erebistana Siûdî bi tevahî li dijî Hemasê ne lê di bin bandora raya giştî ya civakên xwe de nikarin li hemberî şerê Xezeyê bê helwest bimînin û bêdengiyê hilbijêrin.
Wêneyên ku ji Xezeyê tên û statûya wan a bihêz li Rojhilata Navîn wan neçar dike ku di heman demê de daxwaza agirbestê û piştre jî çareseriyeke siyasî ya bilez ji bo pirsgirêka Filistînê bikin.
Berovajî serkirdeyên welatên Rojavayê, Viladimir Putîn neçû serdana Îsraîlê lê tenê serdana Îmarat û Erebistana Siûdiyê kir. Herwiha tevî pêwendiyên wî yên baş ên bi Benjamin Netanyahu re, Putîn daxwaza agirbest û çareseriyeke siyasî ya bilez ji bo pirsa Filistînê dike. Ji vê bi wêdetir jî, heta niha, Putîn ne tenê naxwaze Hemasê wekî tevgereke terorîst bi nav bike lê di heyama du salên borî de, sê caran pêşwaziya serkirdeyên Hemasê kiriye!
Gelek zilhêzên cîhanê dixwazin beşdarî birêvebirina roja piştî şerê Xezeyê bibin. Moskow, Tehran û Enqere li ser vê yekê ku roja paş cengê nabe bêyî Hemasê be, li hev dikin. Wekî din, dê mîna her sibeyên din ên ji dawiya salên 1940î yên sedsala borî û heta niha, bi ser nekeve. Lê Erebistana Siûdî û Îmarat heman nêrînê rast nabînin û dixwazin roja piştî şer bêyî Hemasê be.
Ev serdana Putîn ji bo Ebû Dabî û Riyadê derfetek e ji bo gera li çareseriya sêyem û nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îranê ji hev. Herwiha dikare alîkariya hêsankirina şert û mercên danûstandinan û peydakirina çareseriyeke navîn di navbera wan her du helwestên nakok de bike.