Ciwan Haco ‘Beriya Mêrxasên Berazan’ ji helbesta Bilûra Min a Mîr Celadet Bedirxan kêm kiriye
"Beriya Mêrxasên Berazan" yanî herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û xelkê wê ye, ji ber ku ji dîrokeke kevin, dûr û dirêj de Kurdên herêma Kobaniyê bi navên Berazî û Berazan tên naskirin, wekî ku li Başûrê Kurdistanê dibêjin Barzanî û Barzaniyan.
"Beriya Mêrxasên Berazan" rast e tenê sisê gotin in lê ji bo herêma Kobaniyê û xelkê wê, ew her sê gotin gelekî girîng û watedar in, ji ber ku kesayetiyeke girîng a wekî Mîr Celadet Bedirxan di nava helebsta xwe ya "Bilûra Min" de nivîsandine û tê de pesnê xelkê Kobaniyê daye û ew wekî mêrxasan bi nav kirine.
Giringiya din ku hunermendekî Kurd ê naskirî wekî Ciwan Haco ew helbest kiriye stran lê ew hersê gotin di strana "Bilûra Min" de negotine û ne zelal e ka Ciwan Haco bi xwe ew her sê gotin ji helbestê rakirine. Eger erê, ji bo çi û sedem çi ye? An kesê ku helbesta Mîr Celadet Bedirxan jê re amede kiriye, ew her sê gotin jê avêtine, ev der jî cihê pirs û rawestanê ye.
Mîr Celadet Bedirxan di helbesta xwe ya bi navê "Bilûra Min" de, ku di hejmara 32yan a Kovara Hawarê de 1ê Îlona sala 1941ê hatiye weşandin, wisa nivîsandiye:
“Nalîna me bigehîne
Deşta Sirûc û Diyarbekirê;
Û beriya mêrxasên Berazan;
Û kalîna berxan,
Tev şehîna hespan
Li me vegerînin”
Lê hunermend Ciwan Haco helbesta "Bilûra Min" a Mîr Celadet Bedirxan ji serî de heta binî tîp bi tîp, gotin bi gotin bi tevahî wekî stran gotiye. Tenê ev her sê gotin "Beriya Mêrxasên Berazan" ji helbestê hatine rakirin û kêmkirin û bi vî şêweyî gotiye:
“Nalîna me bigehîne
Deşta Sirûc û Diyarbekirê;
............................
Û kalîna berxan,
Tev şehîna hespan
Li me vegerînin”
Tevî ku guman li ser hunermend Ciwan Haco tunin ku bi mebesteke neyînî ew her sê gotin ji helbesta Mîr Celadet Bedirxan rakiribin jî lê ew yek cihê guman û lêpirsînê ye.
Ji bo çi tenê ew her sê gotin hatine kêmkirin, him wekî mafê herêmeke Kurdistanê ku tevê miletê wê Kurd e û him jî ew her sê gotin wateya pêwendiya dîrokî ya Mîr Celadet Bedirxan bi Kurdên herêma Kobaniyê re nîşan didin ku destpêka sedsala 20an di vejîna hestên neteweyî yên miletê Kurd de hevpar û hevbeşên hev bûn.
Diyar e ku Mîr Celadet Bedirxan wekî dilsozî û wefadariyê, xwestiye rola Berazên herêma Kobaniyê di tevgera azadîxwaz a Kurd de, di helbesta "Bilûra Min" de berz bike û nîşan bide û ew wekî mêrxasan bi nav kirine.
Eger ne wisa be, ji bo çi ji nava tevahiya miletê Kurd, di nava helbesta "Bilûra Min" de tenê Berazên Kobaniyê bi bîr anîne? Bersiv, bê guman ji ber ku pêwendiyeke wî ya bi hêz bi Kobaniyê re hebûye û xelkê wê ji nêzîk ve nas kiriye, loma behsa mêrxasiya wan kiriye.
Paşxaneya dîrokî ya pêwendiya Mîr Celadet Bedirxan bi herêma Kobaniyê re:
Piştî şikestina şoreşa Şêx Seîd di sala 1925an de, zilm û zor, û fişarên li ser kurdên Bakurê Kurdistanê bi giştî û li ser malbata Bedirxaniyan bi taybetî, Mîr Celadet Bedirxan û her du birayên xwe Kamîran û Sureya berê xwe dabû herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê.
Bozan Begê û birayê wî Hirço Begê (Mistefa Beg), Mîr Celadet Bedirxan û her du birayên wî, wekî welatiyên ji dayikbûyên Kobaniyê ew li ser nifûsa gundê Miktelê tomar kiribûn û wan bi wê yekê regeznameya welatê Sûriyeyê standibû. Herwiha navê Miktelê di nasname û hemî belgeyên kesayetî yên Mîr Celadet Bedirxan de heye.
Di pişt re Mîr Celadet Bedirxan berê xwe dabû bajarê Şamê yê paytexta Sûriyeyê û li wir rûniştibû lê her pêwendiya wî ya bi xelkê Kobanî re berdewam kiribû. Heta ku di sala 1927an de wî li gel Bozan Begê û Hirço Begê, Haco Axa (Bapîrê hunermend Ciwan Haco) û hin kesayetiyên Kurd ên din ji deverên Kurdistanê yên cuda, Komeleya Xoybûnê damezrandibû.
Di wan salan de, xebatkarê kurd Osman Sebrî jî ji ber hin sedem û pirsgirêkên malbatî ji Bakurê Kurdistanê koç kiribû û berê xwe dabû herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê. Ew jî wekî Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî, bi germahî ji aliyê Mîrên Berazan û xelkê Kobaniyê ve hatibû pêşwazîkirin.
Osman Sebrî û Mîr Celadet Bedirxan cara yekem hevdû li bajarê Kobaniyê dîtibû û wan hev nas kiribû. Piştre jî Osman Sebrî jî bi rêya malbata Şahîn Begê li Kobaniyê tevlî Komeleya Xoybûnê bûbû û 8 salan jiyana xwe li taxên Miktelê û Kaniya Ereban ên Kobaniyê derbas kiribû. Heta roja îro şûna mala wî li Kobaniyê tê naskirin û ew û zarokên wî bi taybetî Welato baş li bîra xelkê Kobaniyê mane.
Piştî destpêka şoreşa Îhsan Nûrî Paşa ya sala 1930î, li Bakurê Kurdistanê, bi plana Komeleya Xoybûnê Mîr Celadet Bedirxan û Osman Sebrî, Bozan Begê û Hirço Begê, egîd û mêrxasên Berazan li herêma Kobaniyê tevlî şoreşê bûbûn û wan piştgirî dabû şoreşa Kurdên Bakurê Kurdistanê û wan ji herêma Kobaniyê û deşta Sirûcê ve êrişî mexfer û hêzên Tirkan ên li derdora bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê dikir.
Ji ber wê yekê û piştî danûstandin û lihevkirinên hikûmetên Tirkiyê û Fransa ku wê demê Fransa li Sûriyeyê dagîrker bû, Fransiyan Bozan Beg û Hirço Beg li Şamê xistibûn bin çavdêriya neçar û wan Osman Sebrî jî sirgûnî bajarê Reqayê kiribû da ku xebata wan ya neteweyî rawestînin.
Bi rêya Mîr Celadet Bedirxan xelkê Kobaniyê pêwendî bi kovara Hawarê re dikir û nivîsên xwe jê re dişandin.
Carekê jî Mîr Celadet Bedirxan bi xwe bi navê Herekol Azîzan gotarek li ser seredana her du dengbêjên ji Kobaniyê, Mişoyê Bekabûrê Berazî û Xidoyê Hindawî ya li Şamê di hejmara 7an a kovara Hawarê de weşandibû.
Herwiha bi rêya Mîr Celadet Bedirxan rojhilatnasê Fransî Roger Lescot seriyek dabû bajarê Kobaniyê û destana Memê Alan ji devê dengbêjê ji Kobaniyê Mişoyê Bekabûrê Berazî nivîsandibû û wekî pirtûk weşandibû,ku heta niha çapên wê yên nû tên çapkirin.
Pêwendî û danûstandina Mîr Celadet Bedirxan heta dawiya jiyana wî (1951) bi xelkê Kobaniyê re berdewam kiribû û wan serî didan hev. Zarokên wî û malbata Şahîn Begê jî heval û dostên hev bûn û heta niha jî neviyên wan baş dizanin ku wateya her sê gotinên Mîr Celadet Bedirxan "Beriya Mêrxasên Berazan" çi ye û ji kû hatiye.