Nehêlin YNK û Silêmanî bikevin!

Em bixwazin nexwazin, heya niha ewlekariya Herêma Kurdistanê girêdayî rewş û statûya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û balansa navbera wan e. Rast e, aliyên din jî di qad û gastîna siyasî ya Herêma Kurdistanê de hene. Lê ji ber ku hêzên din bi hêz û di pratîkê de ne desthilatdar in, lewra jî krîz û pirsgirêkên wan bandoreke berbiçav li ser proseya siyasî û debar û jiyana xelkê li Herêma Kurdistanê pêk nayînin.

Lê têkçûna rewşa siyasî ya van her du partiyan li hundir û derve jî, rasterast bandorê li ser ewlekariya siyasî, civakî û aborî ya Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Me hemiyan dît çawa têkçûna têkiliya PDK bi Iraqê re di dema giştpirsiyê de krîzeke siyasî ya çawa û bandoreke aborî ya çawa li ser Herêma Kurdistanê pêk anî.

Rewşa ku niha YNK tê de derbas dibe, bandoreke rasterast li ser ewlekariya Herêma Kurdistanê û proseya hukmdariyê ne tenê li devera Silêmaniyê lê li seranserî Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Ev jî ji ber du hokar û sedemên sereke ku heya niha jî proseya desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê ji ber wan dinale.

Yekem: Mercê sereke yê her dewlet an desthilateke siyasî ew e ku divê tenê hikûmet an desthilata siyasî hêzê monopole bike, lê nabe partî yan kesayetên siyasî hêzê zeft bikin.

Di hukmdariya Kurdî de, hêj hêz ji bo sazî û dezgehan (hikûmet) nehatiye veguhastin. Bi awayekî zelaltir hîn jî hêz nebûye dezgehvanî.

Yanî rast e ku em xwediyên dezgehên siyasî, aborî û ewlekarî û…hwd din in, lê bi rastî heya niha jî hêzên çekdarî, wek hêzên partî û kesayetên siyasî, proseya siyasî ya hukmdariyê raber dikin û birêve dibin. Vê hokarê ziyaneke giyanî, sembolî û aborî ya mezin li ezmûna desthilata Herêma Kurdistanê daye.

Wek mînak heke hêzên me yên çekdarî dezgehvanî û niştimanî bûna, dê şerê birakujiyê derneketa, ne jî rewşa 16 Cotmehê yan bûyera Zînî Wertê (Çiyayê Zînî Wertê li bajarokê Wertê yê girêdayî Parêzgeha Hewlêrê dikeve) û…hwd.

Bandor û rengvedaneke mezin a krîza dezgehvanîbûnê li ser bihêztirîn dezgeha hukmdariyê hebû, xasma heke partiya siyasî yek ji şêwazên herî berbelav ên dezgehvanîbûn û berhemanîna hêzê be, êdî partiya siyasî ya Kurdî ji hemî pêkhateyên dezgehvanî yên din bêhtir bi destê vê qeyranê dinale.

Hejmareke zêde ya partiyên me yên siyasî ji hinava hev derketine holê û li dijî hev ava bûne. Heya asta ku pêkhateya partiyên siyasî yên Kurdistanê hin caran ne beşek ji çareseriyê, lê belê beşek ji pirsgirêkê bi xwe ne.

Partiyên siyasî yên Kurdistanî ne ji hinava gastîna demokratîk derketine meydanê û ne jî armanca wan berdestkirina demokrasiyê bû, xasma di destpêka damezirandina wan de.

Di edebiyata partiyên siyasî de, kêlîka jidayikbûnê, ango kêliya ku partiyeke siyasî tê de ji dayik dibe, kêliyeke giring û bandorker e li ser tevahiya rêça wê partiya siyasî û dîtina wê partiyê ji proseya hukmdariyê re.

Hokara duyem ku bêhtir taybet bi rewşa Herêma Kurdistanê ye, ev e: Pêkanîna hikûmetê li ser bingeha realîteya hêz û cografya yan heke navlêkirina me rast be vetoya du hizban (du aliyan); ango hebûna formeke taybet a hukmdariyê ku pişta xwe bi encama hilbijartinan, guhertinên balansa hêzê, îradeya dengderên Herêma Kurdistanê û derketina hêzên din girê nade.

Di vê forma cot partiyan de, ji xeynî her du partiyên serdest ti aliyekî din nikare hikûmetê pêk bîne. Ne tenê wiha, lê belê heke yek ji van her du partiyan rizamend nebe, dê pêkanîna hikûmetê bikeve krîzeke mezin û dibe ku pêk neyê. Ev bi tena serê xwe cûreyek ji vetoya neragihandî ye.

Ango, bingeha proseya veguhertin û radestkirina siyasî pişta xwe bi demokrasiya rewa ya dengê dengderan girê nade. Di vê rewşê de, li şûna ku hêz di hundirê sazî û dezgehên hikûmî û bîrokratîk de berhev bibin, li ser du cografyayên cuda û bandorên siyasî yên cuda dabeş û parve dibin.

Di rastiyê de, heya niha vê forma me ya hukmdariyê giringtirîn ezmûna desthilatdariya demokratîk derbas nekiriye û tê de bi ser neketiye, ku ew jî veguhertin û radestkirina aştiyane ya desthilatê ye.

Li gor van her du hokarên me qala wan kir, em dikarin bibêjin ku rewşa niha li Iraqê diqewime, ango hêzên ku wek hêzên siyasî û çekdar ên nêzîkî Îranê tên hejmartin û dikin proseya hukmdariyê asteng bikin, çimkî ne amade ne li qebareya cemawerî ya hêzên xwe di hilbijartinê de mikur werin.

Ev rewş ji bo Herêma Kurdistanê jî rast e. Mûmkin e li Herêma Kurdistanê jî dubare bibe, xasma krîza ku niha YNK tê de derbas dibe metirsiyeke pir xofdar e li ser proseya siyasî ya desthilatdartiyê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Ketin û qelsbûna YNK tê wateya peydabûna boşahiyeke ewlekarî û siyasî li Herêma Kurdistanê. Bi taybetî niha ku ti hêzeke siyasî ya din nîne bibe cîgira statûya YNK. Tevgera Goranê nema. Nifşê Nû û îslamî jî qet nabin cîgirên YNK.

Ev nêzîkî 30 salî ye ku YNK devera Silêmaniyê birêve dibe. Bandor û rengvedana wê ya siyasî, aborî û civakî li ser erdnîgariya Silêmaniyê heye. Ev ji bilî berjewendiyên herêmî, nemaze Îran ku bi hêsanî rê nade cîgirekî siyasî ku ne diyar e nêrîna wî çawa ye, cihê YNK bigire.

Ketin û qelsbûna YNK bi rêya derbe, hevrikiyên malbatî û berjewendiyên teng ên çend kesan, wek em dibînin, metirsiyeke kujer li ser ewlekariya Herêma Kurdistanê pêk tîne, xasma heke rewş bigihe qirên û pevçûnên çekdarî.

Wê demê ne dûr e aliyek pişta xwe bi Bexdayê germ bike û hikûmeta Iraqê bîne deverê. Lewma herêma ku heye jî dê ji nav here û nemîne. Ev ne tiştekî ne pêkan e. Lê di berjewendiya Iraq, Îran û Tirkiyê de ku desthilata hikûmeta Iraqê vegere navçeya Silêmaniyê.

Rast e çarçoveyeke destûrî ya Herêma Kurdistanê heye, lê li Iraq û dorhêlê jî destûr û zagon pêvajoya siyasî raber nakin.

Rewşa ku vêga li Iraqê heye, egereke pir mezin heye ku bi heman rengî li Herêma Kurdistanê jî dubare bibe.

Wek mînak, çi garantiyek heye heke dengên YNK ne qasî qebareya wê bûn û razî bû bi qasî hejmara dengên wê reftar pê re were kirin. Ango heke rewşa YNK û Silêmaniyê bi vî awayî û xerabtir jî berdewam bibe, heman tiştê ku niha hêzên Şiî bi navê Çarçoveya Hevahengiyê dikin, eger heye ku di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî dubare bibe.

Heke em bi ferezî bêjin eger YNK nexwest beşdarî hikûmeta bê bibe yan razî nebû bi qasî hejmara kursiyên wê danûstandin pê re were kirin, dibe ku heman senaryoya ku niha li Bexdayê di nav mala Şîeyan de heye, li Herêma Kurdistanê jî dubare bibe.

Lê cudahî ew e ku Iraq welatek e Amerîka û civaka navdewletî wî diparêzin û nahêlin rewşa wî ji bin kontrolê derkeve yan welatekî din wî dagir bike. Çimkî ev dê bibe sedema nearamiyê li hemî herêmê. Îran û lêvegera Şiî jî du hokarên giring in ku di dema pêwîst de destwerdanê dikin û qet nahêlin rewş bi temamî têk here.

Wek em di dema şerê DAIŞ û pêkanîna hikûmetê de dibînin. Yan dema Malikî bi nêt bû dev ji desthilatê bernede, çawa lêvegera Sîstanî û Îraniyan jî destwerdan kirin, lê ne tenê kes nîne destê Herêma Kurdistanê bigire, bi ser de jî çend dewletên cînar bendewariya demeke wiha dikin ku herêm li holê nemîne.

Lewma jî pêwîst e hemî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, xasma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hestyarî û berpirsiyarî li hember rewşa niha ya YNK û Silêmaniyê tevbigerin û destekê bidin YNK û nehêlin YNK bikeve.