Çima ev hilbijartin ji yên berê cudatir in?

3 demjimêr berê
Zubêr Resûl
Nîşan Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê PDK YNK
A+ A-

Dibe ku hilbijartinann Parlamentoya Kurdistanê li ber çavê piraniya xelkê rûtîneke siyasî bin û nikaribin tiştekî li bêdera siyasî ya pêvajoya hikumdarî û jiyana siyasî û aborî ya xelkê zêde bikin lê dibe ku ev dîmen li gorî zanistên siyasî bi awayekî din be.

Her çiqas pêgeha her du partiyên desthilatdar, bê guman, dê vê gerê jî wekîî xwe bimîne, ji ber ku PDK û YNKyê bi saya ketwara hêz û erdnîgariya siyasî ya hizbî, xwedî vetoyeke dualî li ser pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê ne.

Ango statûya van her du aliyan di ser hejmara kursî û dengên parlamentoyê re ye. Ji derveyî van her du partiyan her partiyeke din, kursiyên wê zêdetir bin jî, nikare berbenda van her du aliyan derbas bike. Helbet ev yek bi zagon û qanûnan nehatiye piştgirîkirin lê wekîî min got li ser bingeha hêz û erdnîgariyê ye!

Tiştê ku ez dixwazim di vê gotarê de balê bikişînim ser, çend mijar in ku di van hilbijartinan de ji hilbijartinann berê cudatir xuya dikin, wekîî ku nîşana destpêkirina qonaxeke din a pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê bin ku em dikarin wan li ser çend astan têbînî bikin.

Paşvekişandina gotara aliyên opozisyonê

Her çiqas hejmara partiyên opozisyonê zêdetir nebûbe kêmtir jî nebûye lê tevî vê yekê jî nikarîbûn raya giştî ya xelkê di kampanyayên hilbijartinan de bikişînin hêla xwe. Dibe ku ev yek wekî hizb û serkirdayetî, her wiha wekî beşdariya wan di hikûmet û parlamentoyê de jî têkildarî dahatê be xasma ku ne di asta hêviyên xelkê de bûn.

Xala duyem jî ew e ku YNKyê nexasim karekterê siyasî yê serokê wê yê nû, ji ber cure û şêwaza gotar û şowên wî wer kiriye ku bala piraniya cemawerê ji bilî yên PDK û YNKyê ne li ser opozisyonê lê li ser gotarên wî be.

Vê yekê wer kiriye ku gotara partiyên sereke yên opozisyonê, nemaze Nifşê Nû, Tevgera Helwestê û Eniya Gel û hwd. bala raya giştî nekişînin ser xwe. Helbet ev stratejî çi bi zanebûn be yan bê zanebûn be (bi min bi zanebûn tê kirin) YNKyê bi rêya wê hewl dide wekî nûnera rabêja muxalefetê ya li dijî PDKyê û hikûmetê derkeve holê, ne aliyên muxalefetê.

Dema meriv li axaftinên Bafil Talebanî guhdarî dike wer hîs dike ku kes ji wî opozîsyontir nîne li Herêma Kurdistanê! Ji ber ku aliyên ku min qala wan kir (Nifşê Nû, Tevgera Helwestê û Eniya Gel) piraniya dengên wan li sînorê erdnîgariya YNKyê ne, diyar e ku YNK dizane ku reftara dengderên wê deverê axaftineke çawa dixwaze, Bafil Talebanî dixwaze wê kartê ji destê wan aliyan derxe û xwe wekî mertalekê li dijî hikûmet û desthilatê nîşan bide. Her çiqas YNKyê ji serhildanê û vir ve tim di desthilat û hikûmetê de bû.

Guhertina teşeya serkirdayetîkirinê ji dûr ve

Xaleke din a vê hilbijartinan ew e ku teşeya serkirdayetiya partiyan xasma PDK û YNKyê rastî guherînê hatiye. Berê van her du aliyan bêtir kadroyên xwe yên rêza duyem berpêş dikirin û dikirin mertalên partiyê di axaftin û kampanyayên hilbijartinan de û carinan serkirdeyên rêza yekem (mebesta min serok û cîgirên serokên partiyan in) ne li hêlên pêşiyê bûn lê bêtir çavdêrî dikirin, lê vê carê çi bi sedema rageşiya hevrikiyên aliyan be yan tirsa ji qonaxa siyasî ya di rê de be, wer kiriye ku serkirdeyên rêza yekem rasterast bêne nav cemawer û kampanyayên hilbijartinan birêve bibin, hetanî asta ku bajar bi bajar û hin ji wan li bajarokan jî bigerin û rasterast herin nav cemawer.

Rast e ev teşe berê jî carinan dihat dîtin lê bêtir ji hêla partiyên biçûk ve bû, lê vê carê hevrikî rasterast ji hêla asta yekem a serkirdayetiya partiyan ve tê meşandin. Di kampanyayên wan de, berê axaftinên wan li hevûdin e. Berê ev mixatebegirtin ne ji bo serkirdeyên rêza yekem lê tenê ji bo partî û dengderan bû. Her çiqas, dibe ku çar salên din kampanya bigihîjin asta dîbeytên rasterast di navbera serkirdeyên rêza yekem de.

Derketina qebareya rastîn a aliyan

Di vê hilbijartinan de bazne hatine guhertin û desteya birêvebirina hilbijartinan jî vêga ne di destê Herêma Kurdistanê de lê di destê Îraqê de ye. Ji bo cara yekem hilbijartina vê carê ya Parlamentoya Kurdistanê li şûna yekê bûye çar bazne û 111 kursî jî ji bo 100 kursiyan hatiye kêmkirin. Tenê pênc kursiyên kotayê ji bo Xirîstiyan û Tirkmenan hatine veqetandin.

Ger hetanî duh bafikek hebû ku dengê wan aliyan ne dengên wan ên rastî in, lê vê carê ti mecalek ji bo wê bafikê namîne xasma ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê rêwerzên hişk li ser maf û taybetmendiya dengderan danîne ku kes nikare bizane dengder deng daye kîjan alî yan partiyê.

Dibe ku ev hinekî cihê dilgiraniyê be nexasim ji hêla her du partiyên ku hikûmetê pêk tînin lê di heman demê de karta di destê aliyên opozisyonê de vala dike ger dengên van her du partiyan (PDK û YNK) rastî guherîneke bingehdar nehatin. Bi gotineke din, nîşandana qebareya aliyan nemaze ji bo her du partiyên hikumdar di vê qonaxê de pir girîng e bi taybetî ku birêvebirina hilbijartinan li derveyî desthilata van her du aliyan e. Ev ji bo xelkê û aliyên din jî destpêka qonaxeke nû ye ku ne dûr e ji niha û bi şûn de bibe mercek ji bo lidarxistina hilbijartinann Parlamentoya Kurdistanê.

Parçebûna eniya muxalefetê

Di hilbijartinann din de, eniya opozisyonê sînordar bû, bala xelkê bêtir li ser aliyekî tenê bû (Wekî mînak Goran, paşê jî Nifşa Nû), lê vê carê gelek aliyên opozisyonê li meydanê ne. Gelek vebijarkên dengderan hene û kes ji wan serkirdayetiya eniya opozisyonê nake. Di heman demê de ti yek ji wan ne ewqas xurt e ku bikare bibe berbend ji bo desthilat û hikumdariya PDK û YNKyê. Li şûnê, vêga her du aliyên desthilatdar wekîî opozisyon li hemberî hev qît dibin.

Di hilbijartina vê carê de, ti yek ji partiyan (ji bilî Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê) di çarçoveya hevpeymaniyan de beşdar nebûye. Dibe ku ev parçebûn di dawiyê de di berjewendiya PDK û YNKyê de be, xasma aliyê ku ji desthilatê zêdetir xwe wekîî muxalefet nîşan dide. Lê ji aliyekî din ve jî, piraniya alî û partiyên muxalefetê li erdnîgariya Silêmaniyê ne, ango ji sînorê PDKyê bêtir dengan ji sînorê YNKyê dibin.

Sedemeke din jî ew e ku di hilbijartinann parlemanî yên Çiriya Pêşîn a 2021ê de li Îraqê, rêjeya boykotê bêyî dengên betal li parêzgehên Herêma Kurdistanê gihîşt nêzî ji sedî 59, bi dengên betal ji sedî 64. Ji tomeriya zêdetirî 3 milyon û 400 hezar dengderan, kêmtir ji milyonek û 300 hezar dengên dirust hebûn. Ên ku çavê wan li ser van dengan e bêtir aliyên opozisyonê yên wekîî Nifşa Nû, Eniya Gel û Bizava Helwestê ne, ligel YNKyê.

Di rastiyê de, dibe ku ev sedema herî xurt be ku wer li YNKyê kiriye ku biçe eniya opozisyonê û mîna opozisyon tevbigere ji bo ku derfetekê ji bo van aliyên opozisyonê nehêle ku bikarin ziyanê bigihînin qebareya YNKyê. Dibe ku ev di demeke kurt de taktîkeke serkeftî be, lê kes nikare heta dawî bi vê taktîkê desthilata xwe berdewam bike.

Ji bilî ku ev yek mekanîzmaya karkirina YNK û PDKyê wekî hevpeymanî ji bo pêkanîna hikûmetê di vê gerê de dijwartir dike, bi awayekî ku ne dûr e aliyê ku dengê yekem bi dest bixe, li aliyên din bigere ji bo temamkirina hejmara kursiyên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmetê. Ev jî dê qonaxeke din a hevrikiyê bi xwe re bîne û dê bandorê li ser pêkanîna hikûmeta dahatû û bihevre karkirina YNK û PDKyê bike.

Serdestiya bingeha eşîrgeriyê û paşxana malbatê ya hizbî li ser destnîşankirina berbijêran

Ger em bala xwe bidinê, em ê bibînin ku bingeha êlperestî, eşîrgerî û malbatê ango kurên berpirsan di destnîşankirina gelek berbijêran de bi roleke mezin rabûne. Ez nizanim çima ewqas kar li ser beloqkirina bingeha eşîrî û malbatî tê kirin, tevî ku civaka Kurd ne civakeke eşîrî ye.

Rast e, eşîr xwedî bandor in lê di çend hilbijartinann berê de, namzedên ku li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê dengên yekem bi dest xistin, ne li ser bingeha eşîrtiyê bûn. Ev yek vê pirsê derdixe holê ka gelo heta çi radeyê rola partiyên Kurdî di arastekirina civakê de heye?

Mixabin partiyên Kurdî vêga di hişyarkirina siyasî û çandî û şaristanîkirina civakê de roleke berbiçav nalîzin. Li şûna ku beşdarî demokratîkbûn û hişyarkirina civakê bibin û rêgezên êlperestiyê kêm bikin, partiyan daye pey civakê, tewra piştî serhildanê, partî ji niha pir çêtir bûn.

Di rastiyê de, civaka Kurd bi qasî ku em di dema hilbijartinan de dibînin ewqasî ne girêdayî êl û eşîran e. Li gorî gelek rapirsiyan piraniya ciwanan li ser hîmê îtaetkariya êl û malbatê deng nadin. Beloqkirina hîmên eşîrî wer dike ku astengî li pêşiya saziyên siyasî û qanûnî peyda bibin. Ez naxwazim li vir bêtir li ser vê mijarê bisekinim, ji ber ku gelek mînakên dîrokî hene ka çawa dagirkeran ev çek li dijî hikûmet û desthilatên xwecihî bi kar anîne, ev metirsî ye û dê di siberojê de bandorê li ser werara siyasî (political development) li Herêma Kurdistanê bike.

Ev xalên ku min qala wan kir, di encamê de, îhtîmal e ku perspektîf û teşeyeke nû bidin pêvajoya siyasî û hikumdarî li Herêma Kurdistanê ku bibe destpêka qonaxeke nû ji bo guhertinên di formên siyasî, hizbî û hikumdarî li Herêma Kurdistanê.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Cegerxwîn Ehmed Herkî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Hilbijartin erk û lêpirsîn e

Çarenivîsa vê xakê di destê me de ye û tenê bi hevkarî û yekdengiyê em dikarin destkeftên xwe biparêzin û Kurdistana xwe ya delal ber bi paşerojeke geş, pêşkeftî û aram ve bibin