Ay `Emo!

"Ay `Emo!" qêrîn û hawara Saraya heft salî ji ber êş û jana jêkirina lingê wê yê rastê bû. Lê belê ne Trump û ne jî dinyayê ev qêrîn û hawara Saraya Kurd nebihîstin.

Dayika wê li ber deriyê mala xwe li taxeke bajarê Qamişlo di encama bombebarana Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Sara bi birayê xwe Yûsifê 12 salî re li ber derî bûn. Xwîna Yûsif û Sara li ber deriyê mala wan tev li çend bacanên sor û çend nanekî di destê wan de bû û xwîn tev li pêlavên wan ên biçûk jî bû.

Heta niha jî ti kes nizane ka gelo kuştina zarok û jinan û bombebarana bajarê Qamişlo, li derveyî wî sînorî ye ku Trump ji Tirkiyê re destnîşan kiriye yaxud na!

Qamişlo ew bajar e ku şêniyên wî bi hezkirina xwe ji hemû cengawerên dijî DAIŞê re, bajarê xwe kiribûn navenda rûniştina aram û cihê ewle yê plandanîna Amerîkî, Fransî, Brîtanî û hemû hevpeymanên dijî DAIŞê.

Sara li ser textekî sade yê nexweşxaneyeke sade, bi şiyaneke pizîşkî ya pir sade, ji ber birîna xwe ya pir giran û dijwar çerx dibû, digiriya û dikir qîr û hawar. Hawara lingê wê yê jêbûyî û jana dermankirina wê ya seretayî bi destê pizîşk, hawara "Ay `Emo!" zêde dikir. Trump ne tê de, vê qêrîn û hawara Kurdî dilê her însanekî parçe parçe dikir. Eger gelê Amerîka bi dirustî ji "Ay `Emo!"ya Sarayê fam bikin, wê şerm bikin ku serokekî wan ê mîna Trump heye.

"Ay `Emo!"ya Sarayê hawareke ku her mirovekî Kurd wek hesretekê di dilê xwe de hildigire, heta roja ku terka vê dinyaya zalim û dûrî edaletê dike. Fam dike dibe ku her rojekê serokê mezintirîn welat, ku îdia dike siyaseta wî li ser hîm û bingeha prensîbên exlaqî û mafên mirovan û demokrsiyê hatiye damezrandin, çavê xwe li ser tawaneke mezin a însanî ya bi vî rengî bigire û xwe kerr û nebihîstî bike.

Ji ber siyaset û twitên ji nirxên mirovî vala, hawara Sara û zarokên Qamişlo û Serê Kaniyê tev li hawara zarokên Daqûqê bû. Hemû bi hev re jî dikevin hizira mirovê Kurd. Kurdên ku gelê tikûtenê bû ku pêşwaziya hêzên Amerîkayê li vê navçeyê kir. Bê guman piştî vê ezmûnê, ji niha bi şûn de wê Kurd ji xwe re li hevpeyman û hevalbendên nû bigerin.

Trump dixwaze dirûşma "ez ê leşkerên xwe ji devera şerên bê dawî bikişînim" bi xwîna Kurdan bike dirûşma xapandina gelê Amerîkayê ji bo careke din di Koşka Spî de rûne. Lê ez piştrast im eger her rikeberekî wî tenê çîroka Sarayê bi kar bîne, dikare Trump ji bo heta hetayê ji Koşka Spî dûr bixe.

Her wek di xula borî de, Trump peymana atomî û kişandina hêzên Amerîka ji Iraqê kir bihaneya êrişkirina ser Obama û Demokratxwazan wek "çewtiyên stratejî" û "sedemên peydabûna DAIŞê."

Lê DAIŞ 2 pir metirsîdartir dibe. Peymangeha Cengê ya Amerîkayê di lêkolîneke dirêj de behsa mabûn û xurtbûna DAIŞê dike. Ev pêngava Trump a rêdana êrişa Tirkiyê, xurtbûn û bihêzbûna DAIŞê pir zûtir û bileztir dike. Her çiqasî di bawerî û pratîkê de, bi ti awayî ferq û cudahiyaa komên çekdar ên (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) ya girêdayî Tirkiyê û DAIŞê tune.

Trump di twitên xwe yên bê ser û ber de, Kurdan rexne dike qaşo di Cenga Cîhanî ya Duyem û Şerê Normandy de alîkariya Amerîkayê nekirin. Lê Kurdan di şerê têkbirin û şikandina DAIŞê de alîkariya Amerîkayê kirin û stratejiya şerkirina bi hêzên xwecihî û neşandina artêşa Amerîkayê ji bo eniyên şerê DAIŞê, bi xwîna bêtirî 13 hezar şervan û pêşmergeyan bi ser xistin. Lê belê di dawî de xelata wan, êrişên 16ê Cotmeha 2017 û êrişa Tirkiyê di 9ê Cotmeha 2019an de bû.

Kurdan ji Trump û Amerîka daxwaz nekirine ji bo wan şerê Heşda Şeibî û artêşa Tirkiyê bike. Lê daxwaz kirine peymanên siyasî neke ji bo xweşkirin û vekirina rê li ber êrişa wan hêzan li ser wan cihên ku bi xwîna Kurdan hatine rizgarkirin. Daxwaz kirine alîkariya wan bike ji bo peymaneke dadmend û aştiyane.

Trump dibêje ez ê hêzên xwe ji Sûriyê bikişînim û şerê Kurd û Tirkan şerekî dûdirêj ê 200 salî ye. Lê di heman rojê de dibêje em ê 3 hezar esker bişînin Erebistana Siûdî, çimkî ew hemû pereyan didin wek ku Trump dibêje.

Pere û diravên Kurdan nînin, lê xwîna bi deh hezaran kes dan ji bo parastina wan hîm û binemayên ku Lincoln wek şanaziyên Amerîka li pêşber Kongresa Amerîkayê danîne.

Guman tê de nîne ku ev helwestfiroşiya Trump ji bo dîroka Amerîkayê cihê rûreşî û şermezariyeke herî mezin e.