Perwerde yan asîmîlasyon

Li Tirkiyê dema perwerdeyê destpêkir, bi xêr be. Lê bi milyonan zarokên Kurdan ji mafê xwendina bi zimanê xwe bêpar in.

Ziman berî her tiştî tê, tiştekî beriya hemû ol û netewa hebe, peyv e, ziman e û deng e... Lewma zimanê her miletî ji bo wî hebûn û nebûn e, û pîroz e.

Milete bi zimanê xwe dibe milet, bi ziman yan heye yan tune dibe.

Perwerdeya bi zimanê zikmakî, siberoja zimanekî û ya wê civakê ye. Ev tê wateya; hem ji raborî û siberoja xwe bêpar kirine. Ev pişaftin û bê nirxkirina wî zimanî û wê civakê ye. Di heman demê dijminatiya bi wî miletî re ye. Pişavtin sûcê mirovahiyê ye.

Dewlet divê dawî li yekê bîne. Dewlet divê bêalî be, ji hemû hemwelatiyên wî welatî yên bi nasnameya wan dijîn û erka hemwelatiyê pêk tînin re yek be.

Di cîhana modern de; dewletên olê, yê netewê jî nînin. Dewlet saziya giştî ya hemwelatiyan e.

Dewleta zimanekî, olekê, netewe û partiyekê bide pêş, bi wê kiryarê re; rê li ber cûdakarî, tundûtîjiyê û xwe bi xwe parastinê û tirsê vedike.

Ev babetê regez û ol cûdakarî ji regezperestiya Afrîka başûr xedertir e. Li Afrîkayê û li Amerîka heta demekê mirov ji ber çermê xwe ji xwe cûda bûn.

Li vir wan neçarî tunebûnê û helandinê dike. Eger dewlet bi yasa û zagonên xwe cudakariyê bike, cûdakarî û sûc rewa dibe. Li tekoşîna li dijî vê yekê jî pê re rewa dibe. Bi vê yekê re dawiya tundûtîjiyê nayê.

Şer û pevçunên dibin jixwe reaksiyoneke li dijî vê aksiyona dewletê, yan bê dewletiyê. Divê dewlet û rêveberên dewletê çareseriyekê ji vê cûdakariyê bînin.

Kurd bi zimanê kurdî, Kurd in, ne bi ola xwe, ne bi îdeolojiyên partiya, ne jî bi partî û serokan Kurd in. Eger ziman here, li Bakurê Kurdistanê, Kurd namînin. Yê mayî jî dibin "antî emperyalîst û siyonîst" ew jî herî zêde bi kêrî dewletê tê.

Ez bawer nakim, ziman ji bo dewletê jî êdî xeter be li Tirkiyê. Ji ber ku asîmîlasyon heta redeyekê pêk hatiye.

Lê ji bo Kurd nebin xerîbên xwe, divê zimanê xwe zanî bin, ji bo nebin dijmin û neyarê xwe dîsa divê zimanê xwe zanibin. Mîrasa pêşiyên me ye, û nîşana Xwedê û Xwedênasiya me zimanê me ye.