DAIŞ diçe, hêk û çêlîkên wê dimînin!
Têkbirina DAIŞê li eniyên şer ji têkbirina wî fikrê ku komên tundrew û selefî yên cîhadî birêve dibe pir hêsantir e. Şikandin û têkbirina DAIŞê li eniyên şer tenê nabe. Lê divê hemû cûrên fikrê îslamî yê tundrew û radîkal bên şikandin û têkbirin.
Tevî ku DAIŞ rêxistineke terorîstî ya nû ye, lê reh û kokên wê di dîrokê de hene. DAIŞ derencama gellek komên din yên îslama siyasî û cîhadî ye. Li Kurdistanê, alîgirên wan koman û karaktera îslamî ya tundrew nîne.
Berovajî welatên ereban, jîngeha Kurdistanê bi kêrî geşbûna bizavên îslamî yên siyasî û radîkal nayê. Di nav ereban de, tevgerên selefî û Îxwan û cîhadîstan kok û rehên xwe bi kûrî berdane û bingeha geşbûn û serdestiya wan jî heta astekê heye!.
Pirraniya rûniştvanên Kurdistanê misilman in. Lê ev nayê wateya ku civaka Kurdistanê gotara îslamî ya radîkal bipejrîne. Lewma em kêfxweş in ku Herêma Kurdistanê nola navçeyên Iraqê yên din, fikrê hişk û radîkal qebûl nake. Lê li hêleke din pirr xelet e em wiha texmîn bikin ku Xwedêgiravî metirsî qet li holê tune!.
Li Kurdistanê, gellek kes hene bi wê xeyalê dijîn ku rojekê ji rojan civaka Kurdistanê bibe nola civaka erebî. Herwiha pirr dixwazin xwe bigihînin ser desthilatê û tevahiya civakê di çarçoveya yek îdeolojî û bîr û baweriyekê de top bikin!.
DAIŞ dikeve. Bager û bahoza wê xilas dibe. Dibe ku ti sînorekî wê yê eşkere jî bi me re nemîne. Lê heta hêk û çêlîkên DAIŞê di axa vê herêmê de hebin, dê metirsiya DAIŞê jî bimîne. Dibe ku DAIŞ hemû rêyan bo belavkirina tovên tirs, teror û têkdana ewlekarî û aramiyê bikar bîne.
Dema cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir ku 500 kurd di nav DAIŞê de hene, nabe em vê hejmarê normal bibînin û bê tedbîr û ravekirin derbas bibe.
Mela Kirêkar di kanaleke kurdî de diyar kir ku bi sedan kes li Ewropayê û bi hezaran jî li Kurdistanê, alîgirên wî ne û li benda biryara wî ne. Kirêkar rast bibêje yan bixwaze nameyekê bigihîne desthilatdarên vê herêmê, bi wateya ku hîn jî stêrka wî nexuriciye û dost û heyranên wî heta asta cîhadê pê re ne; di herdu rewşan de jî ev amaje û nîşanên metirsîdar in.
Bi qest an bêhemd, bi zanebûn an nezanî, gellek caran em bixwe jî xizmeta şepêla hişkbawer û tarîperest dikin! Ji malbatê bigire, heta dibistan, mizgeft, partî û kanalên medyayê. Di van hemûyan de em karekî wiha dikin ku derencamên nerênî bi dû xwe de tîne û di berjewendiya bereya beramber de be.
Li navendên xwendinê û zanîngehan, hin mamosteyên selefî û tarîperest hene ku rola wan ji rola çekdarên DAIŞê li eniyên şer metirsîdartir e! Hinek mela û mamosteyên olî jî, bi gotar û xutbeyên xwe yên tund ku agir ji devê wan dibare, ji DAIŞê bêhtir xizmeta bizavên tundrew dikin.
Heta niha helwesteke zelal û eşkere ji kom, partî û aliyên îslamî nehatiye dîtin. Bila ji bîra me neçe ku ev partî bi roleke kartêker rabûn di afirandina fikrê tundrew û perwerdeya kesên ku îro bereya DAIŞê hilbijartine.
Medyaya kurdî jî gellek caran hin tiştan belav dike ku dikeve berjewendiya fikrê tundrew yê komên terorîstî. Ne tenê medyaya girêdayî tevgerên îslamî, lê hin caran saziyeke medyayî ku angaşta profesyoneliyê dike, dikeve vê çewtiyê. Wek mînak dema kanalek radibe hevpeyvînekê bi kesekî mîna Mela Kirêkar re saz dike, bi vî rengî xizmeta plan û ajendaya DAIŞê dike.
Xeletiyeke mezin e bi armanca ku hejmareke herî zêde ya bîner û temaşevanan li ber kanala te rûnin, hejuareke herî zêde rojnameya te bixwînin û serdana malpera te bikin; tu rehmê li siberoja vî miletî nekî û derfetê bidî hin kesan da jehra xwe ya kujende birijînin.
Dibe ku hinek kes bipirsin, eger kanalek an rojnameyek nikaribe hevpeyvîna îslamîstekî radîkal biweşîne, êdî azadiya rojnamevanî li ku dimîne? Ez dibêjim, her babeteke medyayî eger şîdet û kaosê biafirîne, erkê xwe yê rasteqîn winda dike û nameya xwe ya pîşeyî ji dest dide û ti cudahî di navbera wê û partî yan rêxistineke tundrew de namîne.
Çareserî ji miçiqandina ra û damarên fikrê tundrew û cîhadî dest pê dike. Çareserî bi şerê çekdarî û rûbirûbûna eniyên şer tenê nabe. Pêwist e ajendayeke hikûmetê ya taybet hebe. Li tihêla danîna sînorekî li pêşiya geşbûna komên radîkal, divê hikûmet kar li ser hilweşandina wê maşînê jî bike ku fikr û kesayetiya şîdetkar diafirîne.
Ev bar ne tenê barê hikûmetê ye. Lê barê me hemûyan e. Çimkî giring e em ji bîr nekin ku eger şerê DAIŞê xilas jî bibe, dê hêk û çêlîkên wê her di nav me de bimînin û hertim li derfetekê bigerin da serê xwe ji qalikê derxînin!.