Hewldanên vegerandina baweriyê ji Davosê heta Îraqê

Serdana vê dawiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê di demeke nazik û hestyar de hat. Şer û hevrikiya jeopolîtîk a li deverê aloziyên Îraq û Herêma Kurdistanê jî zêdetir kirin.

Êrişên komên çekdar û mijara mayîna Hevpeymaniya Navneteweyî di van rojan de rojevên germ ên siyaset û medyayê ne. Daxwaza hin Şîeyên Îraqê ya ji bo arastekirina siyaseta navxweyî (2023) gurtir bûye, nexasim jî piştî hilbijartinên encûmenên parêzgehan.

Îhtîmala şer û pevçûnên navxweyî li navbera hêzên çekdar ên li başûrê Îraqê û Bexdayê û niha jî destşikandina di navbera Malikî û Helbûsî de, xasma li ser posta serokatiya parlamentoyê û dibe ku li pişt perdeyan jî li ser postên îdarî yên Enbar û Bexdayê rojevên germ in.

Kirîzên piralî yên aborî, ewlehî û siyasî li Herêma Kurdistanê jî berdewam dikin. Ji ber vê yekê, vekirîhiştina deriyê diyaloga berdewam ji bo pêşîgirtina li alozî û tevliheviyên din di van demên dijwar de tevdîreke girîng e.

Civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel lîder û serkirdeyên Şîe û paşê jî Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski xaleke girîng bû. Nemaze di demekê de ku beşek ji parlamenterên Şîe li rêyên qanûnî û siyasî digerin ji bo qewitandina hêzên Amerîkayê ji Îraqê.

Di heyama 20 salên borî de, Amerîka du caran bi kêrî Kurd û Şîeyan hat, yek di sala 2003yan de û ya din jî di sala 2014an de bû dema ku DAIŞ tenê 24 kîlometreyan dûrî Bexdayê bû.

Rast e ku berjewendiyên welatan tenê bi bûyerên dîrokî nayên pîvîn lê ev jî rast e ku hebûna sîwana ewlehiyê ya Amerîkayê hem ji bo şerê dijî terorê û hem jî ji bo parastina hevsengiya navxweyî û navçeyî nayê înkarkirin ku heta niha jî ji bo Kurd, Şîe û tevahiya Îraqê jî tiştekî zafî girîng e.

Di vî warî de, Herêma Kurdistanê dikare bibe xala dîtina çareseriyeke navîn di navbera daxwaza Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe, Amerîka û aliyên din de.

Encûmena Wezîran a Îraqê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku beşekê ji budceya Herêma Kurdistanê bişîne.

Tê payîn ku pirsgirêka budceyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, nemaze di vê rewşa mişt krîz de bimîne lê çend sedem hene ku bi kêmanî babeta çareseriyeke navîn di dema niha de were gotûbêjkirin.

Ya yekem, wekî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, encama hevbeş a gotûbêjên wî û hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û dibe ku bandora wan têkiliyan hebe.

Lê dibe ku xala duyem têkildarî aloziyên navbera Helbûsî û Malikî û mijara destnîşankirina serokê parlamentoyê, postên Enbar û Bexdayê be.

Rageşiya hevdem a bi Kurd û Suniyan re bi kêrî Malikî û komên pê re nayê.

Xala sêyem jî girêdayî rewşa giştî ya deverê û zextên siyasî, aborî û ewlehiyê yên li ser Kurdan e.

Komên ku xwe fena "Berxwedana Îslamî" bi nav dikin, Herêma Kurdistanê wekî hevalbendeke Amerîkayê dibînin û ji ber vê jî heta ji destê wan tê zextê li serê dikin.

Di heyama meha borî de, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rêberên wan koman li Sûriye, Libnan û Bexdayê zêde bûn û herî kêm 4 serkirde û fermandarên wan ên girîng hatin kuştin.

Di vê navberê de, koalîsyona dijî Hûsiyan dest bi êrişên xwe yên li ser Hûsiyan li Deryaya Sor kir û wekî encam jî qaşo Eniya Berxwedanê li milê xwe yê rojava bi arîşeyeke ewlehî û leşkerî ya mezin re rû bi rû maye.

Hevdemî van jî li Kirmana ku bi dehan kîlometre dûrî Îraq û Efxanistanê ye teqînek pêk hat. Tevî ku DAIŞê bi fermî berpirsyariya bûyerê girt ser xwe jî li Îranê du nêrînên girîng li ser vê yekê hene: Yek Îsraîlê sûcdar dike, ya din jî dabaşa hêsankariya Talibanê ya ji bo vê kiryara DAIŞê dike.

Çawa dibe bila bibe, lihevhatinek heye ku peyameke siyasî li pişt bûyerê heye: Dibe ku ji sînorên rojhilatê Îranê aramiya wî welatî were têkbirin.

Ji ber vê çendê, di demekê de ku qaşo "Eniya Berxwedanê" li milên rojava û rojhilêt ditengije û pirsgirêkên wê yên li gel Amerîkayê li Îraqê zêdetir bûne, dibe ku di vê qonaxê de kêmkirina aloziyên xwe yên bi Kurdan re çêtir bibîne. Helbet ev ne dayîmî ye û dibe ku ji ber geşedanên şerê li herêmê biguhere.

Alozî, kêşe û nezelalî ne tenê yên Îraqê ne, belkî beşek ji dîmena niha ya hemû cîhanê ne. Ji Taywanê heta Behra Sor, ji Xezayê heta Ukraynayê yan şer an jî siya şer heye.

Dibe ku ev, çend salên din jî berdewam bike. Lewra di aloziyên li cîhan û deverê de jî vekirîhêlana deriyê diyalogê bi dost û dijberan re xwedî girîngiyeke herî mezin e.

Berî demekê Foruma Aborî ya Cîhanî (WEF) bi sernavê "Vegerandina Baweriyê" li Davosê hat sazkirin û di rapora xwe ya 19an de, behsa zêdetirî 30 metirsiyên demkurt ji bo du salên bê li cîhanê kir ku gelek ji wan metirsiyan li pêşiya Îraqê ne jî.

Rapor pirsgirêkên cihê cihê dihewîne, ji kûrbûna polarîzasyonên siyasî û civakî, xapandin û şer, heya guherîna avûhewayê.

Davos ji banga 2021ê ve ku navnîşana wê ya sereke "Bêhnvedana Mezin" bû, her sal li dora mijarên vegerandina bawerî û hevkariyê çerx dibe.

Sala 2022yan, Hevkarî û Vegerandina Baweriyê, sala 2023yan jî Hevkarî di Cîhaneke Parçebûyî de wekî sernav hatin destnîşankirin.

Helbet dinya di qonaxeke alozî û tevliheviyê ya herî mezin de ye û tiştên ku herî kêm peyda dibin bawerî û hevkarî bi xwe ne.

Kopiyeke rengîn ji vê dîmena cîhanê li nik Îraqê jî heye û di vê çarçoveyê de peydakirina hevkarî û vegerandina baweriyê ne hêsan in lê pir û pir girîng in.