Pirsgirêka Îraqê ya diravî nîne

5 demjimêr berê
Omer Ehmed
A+ A-

Berdevkê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê hefteyê ji Rûdawê re ragihand ku Teyf Samî, Wezîra Darayî ya Îraqê, sedema neşandina mûçeyên meha Kanûna Pêşîn a Herêma Kurdistanê bi nebûna dirav ve girêdaye lê gelo bi rastî di vê demê de pirsgirêka dirav an kêmbûna dînar li Îraqê heye?

Li gorî rapora dawî ya Wezareta Darayî ya Îraqê ku li malpera wê hatiye weşandin, dahata 2024an heta dawiya meha Çiriya Pêşîn gihiştiye 124,66 trîlyon dînar, di demekê de ku xercî 122,72 trîlyon dînar bûn.

Ev jî tê wê wateyê ku heta wê demê ti kurtanîneke hikûmeta Îraqê nebû û xercî ji dahatan kêmtir bûn. Nexwe çima pirsgirêka diravî ya hikûmetê hebe?

Ne kurtanîn ne qeyran

Dahata Îraqê bi pileya yekem ji hinartina neftê tê ku li gorî rapora Wezareta Darayî heta dawiya Çiriya Pêşîn, ji sedî 90 ji tevahiya dahatan pêk aniye. Wezareta Darayî van dolaran werdigire û bi Banka Navendî re diguherîne bo dînar, da ku pabendiyên xwe li gorî budceyê bi cih bîne, wekî dayîna mûçeyan û xanenişînî û hwd...

Şêwirmendê Bilind ê Peymangeha Lêkolînên Herêmî (IRIS) û Şêwirmendê Bilind ê Encûmena Atlentîkê Ehmed Tebeqçelî vê yekê piştrast dike. Ew dibêje, "Ti qeyrana dirav tune. Bi ti awayî pirsgirêka diravî ya hikûmeta Îraqê tune."

"Yasaya budceya 2024an, rê dide hikûmetê ku heta 45,8 trîlyon dînar deyn bike, digel vê jî di vê qonaxê de pêdivî bi deynkirinê tune. Ji ber vê jî bangeşeya ku pirsgirêka dirav li Îraqê heye, bi temamî bê bingeh e."

Hikûmet bi hêsanî dikare heta 28,04 trîlyon dînar li hundir deyn bike bi rêya gelek mekanîzmayan wek derxistin û pêşkêşkirina qewaleyên darayî yên xezîneyê yên dirêjdem û kurtdem ku Banka Navendî daxistinê ji wan re dike û bankên hikûmetê wan dikirin.

Rola mezada dolar

Proseya mezada dolara Banka Navendî, gelek caran bi şaşî tê şirovekirin. Ew mezadên ku Banka Navendî rojane 250 heta 300 mîlyon dolarî tê de pêşkêş dike, rasterast têkiliya wan bi dirav an kêmbûna dirav re tune. Mezada dolar bi awayê dirav (kaş) bi pileya yekem armanca wê ew e ku bankên bazirganî û kompanyayên destûrpêdayî yên guhertina dirav, bikaribin dolar bi nirxê fermî ji bo armancên diyarkirî dabîn bikin, wek geştyarî yan serdana derve bi armanca wergirtina çareseriya bijîşkî lê beşê mezin ê mezada dolar, pejirandina hewaleyên kompanya û bazirganan e ku kelûpel û xizmetguzariyan hawirdeyî Îraqê dikin.

Ji destpêka 2025an ve, Banka Navendî ya Îraqê, plana wê heye ku dawî li platforma online ya mezada dolar bîne û berpirsiyariya dabînkirina dolar û hewaleyên derveyî rasterast bide bankên bazirganî. Herçend radeya bicihanîna vê yekê ne zelal e, ji ber ku malpera Banka Navendî li ser nîşandana daneyên rojane yên mezadan berdewam e. Lê tewra eger mezad jî bi temamî bên rawestandin, dîsa jî qeyrana diravê li Îraqê dernakeve holê.

Bankên navendî û çapkirina dirav

Şiyana taybet a bankên navendî heye ji bo çapkirina diravê niştimanî yê welatê xwe li gorî pêdiviyê. Ji bo Îraqê, ev tê wê wateyê ku Banka Navendî ya Îraqê dikare dînar çap bike ji bo dabînkirina pêdiviyên hikûmetê.

Wezareta Darayî dikare dînar deyn bike bi rêya derxistina qewaleyên darayî yên xezîneyê ku piraniya wan ji aliyê bankên hikûmetê ve tên kirîn, wek Reşîd û Rafîdeyn an Banka Bazirganî ya Îraqê.

Ew qewale ji aliyê Banka Navendî ve tên daxistinkirin. Nexwe tewra eger Wezareta Darayî dolarên pêwîst jî li balê nebin ji bo wergirtina dînar ji Banka Navendî, bi wî mercê ku desthilata hikûmetê ya deynkirinê hebe li gorî yasaya budceyê yan rêdana parlamentoyê, deynkirin ji aliyê Wezareta Darayî ve çi navxweyî be yan derveyî, karekî asayî ye.

Bo nimûne, yasaya budceya 2024an plan ji bo kurtanîna 64,04 trîlyon dînar danîbû ku biryar bû ji sedî 71,5 bi rêya deynê hundir an derve were dabînkirin, lê bilindkirina bihayê neftê ku di budceyê de bi 70 dolarî hatiye danîn, hevdem digel zêdekirina dahata navxweyî, wer kir ku pêdiviya Wezareta Darayî bi deyn nebe.

Qeyrana dirav çawa çêdibe?

Qeyrana dirav tenê demekê çêdibe ku dahatên hikûmeta Îraqê bi awayekî berbiçav kêm bibin, ji ber her sedemekê be wekî daketina bihayê petrolê yan kêmbûna hinardeyên neftê.

Ev di sala 2020an de xuya bû, dema ku bihayê neftê daket û bihayê nefta Brentê gihişt 19 dolar ji bo bermîlekê û nefta Teksasê tewra gihişt -37 dolarî. Ev jî bû sedem ji bo derketina pirsgirêka diravî ya rastîn li Îraqê lê parlamentoyê rê da hikûmetê ku deyn bike û hikûmetê jî deyn wergirt û li ser karên xwe berdewam bû.

Dr. Tebeqçelî dibêje, "Tewra di 2020an de dema bihayê neftê daket û pirsgirêkeke rastîn a dirav hebû, hikûmetê deyn kir, piştî ku parlamentoyê rê dayê ku heta 27 trîlyon dînarî deyn bike û rewş bi rê ve bir. Îro tiştekî wiha tune ku pirsgirêka hikûmetî ya dirav hebe... Xelk behsa tiştekî dikin ku ew bi xwe jî jê fêm nakin."

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

 Arif Qurbanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Planên navdewletî û çekdarên nedewletî

Ji ber ku ti garantî nîne ku Rojhilata Navîn di siberojê de aramiyê bi xwe ve bibîne loma divê Kurd jî li ti parçeyekî Kurdistanê, di ti rewşê de çekên destê xwe daneynin