Erdogan û Gulen ji dostanî ta dijminatiyê.

 

 
Dema ku Receb Tayib Erdogan û gelek havalên wî ji partiya Refahê cudabûn, Fethula Gulen piştgiriya wan kir, û têkiliyên xwe bi wan re xurt kir, da ku karibe derbeyekê li hevrikê xwe Necmidîn Erbekan bixe, û herweha dema ku partiya Dad û Geşepêdanê AKPê hat damezrandin, piştvaniya wê kir , û di hilbijartinan de alîkariya mezin pêre kir, bi mercê ku rêxistina wî Cemaata Xizmetê li Tirkiyê serbest kar bike, û di nav dewletê de jî xwedî parekî girîng be.


Lê belê ev hevkarî û dostaniya Cemaat û AKPê dirêj nekir, ji aliyekî piştî ku Erdogan bû serokwezîr, desthilatiya wan di nav rêxistinên dewletê de ew teng dikir, û ji aliyê din jî cemaat jî destêwerdana gelek mijaran dikirin, û bi taybetî jî li gelek bûyeran de li dijî Erdogan tev geriyan.

Dijatiya Erdogan û cemaatê bi bûyera Mermera şîn 2007an de dest pêkir, dema ku cemaat şandina keşteya alîkariyê ji Filîstîniyan re rexne kirin, û piştre dema ku danûstandinê Osloyê ya di navbera Hikûmet û PKKê de destpêkir, cemaatê helwesteke li dijî wê pêvajoyê nîşan da û serokê Mîtê Hekan Fîdan di rojname û ragihandinên xwe û yên emerîkî de teşhîr kir, û hilmeteke berfireh ji bo reşkirina wî li darxistin.

Dîsa Ragihandinên ser bi Gulen piştî bûyerên parka Geziyê li 28 gulana 2013an de, hemleyekê reşkirinê li dijî Erdogan birêxist destpêkirin, û wêneyê serokomar Abdula Gul û cîgirê Erdogan Bulent Arinç sipî kir, da nakokiyan di navbera rayedarên AKPê de çêbike.

Herçend Gulen û Cemaata xwe di destpêkê qeyrana di navbera wan û AKPê de partiya AKPê bê Erdogan dixwestin, lê piştî operesyona 17 kanûna 2013an de ya ku cemaat di riya polîs û dozgeriyê de li dijî hikûmetê pêk anî, êdî Tirkiyeke bê AKPê dixwazin, û ji bo wê jî dest bi hemû hilmetên xwe kirin.

Serokwezîrên Tirkiyê ji rojên destpêkê de ragihand ku, ev derbeyeke dadwerî li dijî hikûmetê ye, û cemaata Fethula Gulen li paş wê derbêye û destên dewletên derve jî têde heye, û armanca vê derbeyê, ewe ku berpirsên hikûmetê teşhîr bikin, û pêre partiya AKPê di çavê gel de reş bikin, da ku di  hersê hilbijartrinên bê de şikestinê bibîne, û lidawiyê jî ew dewleta Tirkiyê ku ji hemû aliyan de li cîhanê mezin dibe, li paş bixînin, û mezinbûna wê rawestînin.


Lê çidibe bila bibe, ancamên vê nakokî û peçûnê ya di navbera Cemaat û hikûmeta AKPê de, wê bandoreke mezin li ser sibêroja dewleta Tirkiyê bike, dibe ku bi şêweyeke erênî be dibejî nerênî be û rojên bê ewê rastiya wan guhartinan bizelalî diyar bike.