Dengê xwe derxin
Tenê derd û daxwazeke me heye:
Em ji her parçeyê Kurdistanê re otonomî, federasyon û serxwebûnê dixwazin.
Kîjan tevger bi awayekî zelal (ne bi gotinên qulopilo), li dû vê daxwazê be, em pê re ne.
Xilaskirina cîhanê, biratîya quzilqurtan, azadiya zayendan, avakirina dînekî nû, niha ne doz û derdê me ye. Ji serê me zêde ye.
Em Kurd in û xema siberoja milet û welatê xwe dixwin. Xema siberoja zarokên xwe dixwin. Helbet em dê bi dengekî bilind bihizirin, biaxivin, fikra xwe bêjin, hişyarîyê bidin, rexne bikin û li rêyên nû bigerin.
Ne hed û heqê tu kesî ye, li ser Kurdan wesayetan çêke, zimanê Kurdan bibire, Kurdan mehkûmî bêdengîyê bike, qedera Kurdan tenê bi kes û komekê ve girêde.
Em ne mecbûr in, mîna xweda û pêxemberan, bi hinekan bawerîyê bînin û bi her awayî pişta xwe bi wan girêdin, bidin dû wan.
Kurdbûn û Kurdayetî, ne patenta tu kesî ye. Kes nikare kê bixwaze erê bike, kê bixwaze bavêje. Kes ne noterê Kurdbûnê ye.
Kesî Kurd neafirandine. Kurd her hebûn, her dê hebin.
Kurdan bi sedan tevger û partî afirandine. Kîjan tevgerê erk û mîsyona xwe ya afirandinê pêk anîbe, hêjayî pîrozkirinê ye. Kîjan ji rê derketibe, ji mîsyona xwe dûr ketibe, cihê rexne û lomandinê ye.
Aqilê sivik barê giran e. Gelek caran navekî giran, warekî wêran e.
Kê doza mezinatî û rêvebirîyê kir, girseya mezin da dû xwe, amûr û alavên heyî girt destê xwe, ew ji kar û zirarê, ji serkeftin û têkçûnê berpirsiyar e.
Tevger, dezgeh û desthilatdar nikarin ji rexnegiran re bêjin, me nekir hûn bikin!
Ger tu nakî, nexwe wê nûnertî û wan derfetên vî miletî dane te li milet vegerîne, ji rê vekişe û piştre bêje, ji min nehat, va ye derfet, niha tu bike.
Hikûmet, cihê rexne û teftêşê ye, ne cihê pîrozkirin, bijîkirin û bilindkirinê ye.
Yên xwe serok û sermiyan, hêz û hikûmeta Kurdan dibînin, biryaran didin, mecbûr in hesabê xwe jî bidin Kurdan, di gihaştina zirarê de rola xwe bibînin, karibin cizayê xwe bibirin.
Serdema şah û padşah û siltan û serokên miqedes, qedîya. Êdî gelê xwedî îrade, serdest e.
Îrade, yek bi yek bi axavtin û bijartina her mirovî mimkun e. Her weha zordestîya piranîyê, ne mimkun û meqbûl e.
Pîvana rastî û xeletîyê ne hûn in. Li cîhanê tenê hûn û yên dijî we, tune ne. Hezar cûre hene. Hûn jî yek ji wan in. Cîhan li dora we nagere, yê ne ji we, nabe dijminê we. Ji hovîtîya xweperestinê, li cîhana medeniyetê hişyar bibin.
Bi navê siyasetê, xwe ne ji dijmin û tecawizkarên Kurdan re, ji Kurdên ne ji dînê we re, bikin merşik. Aştîxwazî, yekîtî, pêkvejîyan, bêhnfirehî, tolerans, lêborîn û xweşbîniyê li nav Kurdan belav bikin. Dostan zêde, dijminan kêm bikin.
Roja axavtinê îro ye. Roja axavtinê her roj e. Ger îro ne roja axavtinê be, em baş dizanin ew roja hûn me li bendê dihêlin, tu carî nayê.
Mafê axavtinê, yê her mirovê aqilmend û zana ye. Tenê ne yê çekdar û şervana ye. Tenê ne yê piranî û girseyan e.
Sû-î mîsal nabe emsal. Wê her demê di nav gel de xirab û xêrnexwaz hebin. Bi hinceta wan, kes nikare gel bixe gora bêdengîyê û gotina xwe li ser her kesî ferz bike.
Dijminî dijminîyê bi xwe re tîne. Dostanî dostanîyê. Ba çandin, bahoz çinîn e.
Bila Kurd dengê xwe derxin. Qedrê dengên dilsoz bizanin. Yan na rojekê hûn ê hezar xwezîya xwe bi dengekî bînin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)