Jenosîd: Çeka bihêz ku hîn Kurdan bikar neaniye!

Adil Baxewan

26ê Mijdara 2021ê, serokê Partiya Yekîtiya Demokrat, bi navê 15 parlamenterên Fransî proje-biryarek ji bo mikurhatina li jenosîda gelê Kurd li Iraqê pêşkêşî Parlamentoya Fransayê kir. Ji bilî grûpa Partiya Sosyalîst a Fransayê, partiya François Mitterrand û François Hollande, ti grûpekê dengê xwe neda wê proje-biryarê. Ne çepgirên radîkal, ne partiya Serok Macron, ne Keskan û ne jî Komariyan. Di demekê de ku ev hemî grûp û kom xwe wek dostên nêzîk ên gelê Kurd dihesibînin!

Bi baweriya min, çend xalên giring hene ku pêwîst e bi hûrbînî li ber wan were sekinandin. Divê wek mijarên lêfikirînê û dû re stratejî ji wan re danînê, kar li ser van nîşe û xalan were kirin:

1. Ev proje-biryar giring e, çimkî li bihêztirîn dewleta Yekîtiya Ewropayê tê tevdan û behskirin. Heke heya duh têkiliya Herêma Kurdistan û Dewleta Fransayê li ser asta pêwendiya zilhêzeke cîhanê bi herêmeke biçûk re bûbe, êdî ji niha bi şûn de Doza Kurd li Fransayê derbasî qonaxeke giringtir dibe, çimkî dibe pirsa parlamentoyeke ku nûnertiya civaka Fransayê dike. Ango Doza Kurd ji çarçoveyeke dewletî ya tenê derbasî çarçoveyeke civakî dibe û ev bi xwe giringiyeke wê ya pir taybet heye.

2. Lê pirsa sereke ji niha bi şûn de ev e ku heya çiqasî pêkan e stratejiyeke taybet a Herêma Kurdistanê ji bo vê qonaxa nû hebe û heya çiqasî amade ye bi zanyariyên van şert û mercên nû re tevbigere? Wek nimûne, gelo Herêma Kurdistanê dikare karê ku Fransa li Kurdistanê dike, li Fransayê bike? Di demekê de, pêwîstiya Fransa pir kêmtir ji Herêma Kurdistanê bi vî karî heye.

3. Siyaseta Fransa li Herêma Kurdistanê berbelavî hemî qadan bûye: Aborî, siyasî, hunerî, civakî, çandî, leşkerî, ewlekarî, zanistî, perwerde û saziyên civaka sivîl. Gelo Herêma Kurdistanê dikare mezintir bifikire û di nav temamiya gewdeyê civaka Fransî de berbelav bibe û pêwendiyên Herêma Kurdistanê ji wê çarçoveya teng rizgar bike ku berî 30 salan ji aliyê çend akterên Fransaî ve hatibû avakirin?

4. Bila Kurd bi xwe jî li realîteyeke konkret mikur werin! Rast e, gihiştina vê projeyê ji bo Parlamentoya Fransa bi tena serê xwe destkefteke pir mezin e. Lê rast e jî ku şikestina hevdengiya Parlamentoya Fransa û dengnedana vê projeyê, beşeke wê ya giring vedigere Kurdan bi xwe jî. Pêkan bû diyalogeke zêdetir bi serokê Partiya Yekîtiya Demokrat re bihata kirin ji bo ku lezê neke di pêşkêşkirina projeyê de ji bo parlamentoyê. Çêdibû diyalogeke babetî ya kûr bi partiya serok Macron re bihata kirin ji bo ku bibe hevpar û avakara projeyê, ne tenê were bangkirin ji bo dengdanê. Pêkan bû Komarî ku nûnertiya rastî ya Fransayê dikin û dostên dîrokî yên gelê Kurd in, bihatana tevlîkirin ji bo ku beşdariyê di dariştina projeyê de bikin û lê xwedî derkevin.

5. Her wek pêkan bû diyalogeke hevpar a Kurdî, li ser asta navxwe ya Herêma Kurdistanê û li ser asta navxwe ya Fransa li ser vê projeyê bihata kirin, berî ku bigihişta Parlamentoya Fransayê. Pir giring e Kurd fêm bikin ku mijarên têkildarî berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ji mijarên ku tenê têkildarî hevkêşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ne, cuda bikin. Dem hatiye ku dîplomasiya Kurdî mezintir bifikire û li gor asta doza mezin a gelê Kurdistanê be.

6. Xaleke din a pir giring mijara têkiliya Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Rast e ji 2003an û heya îro, têkiliya Iraq û Herêma Kurdistanê li ser têgeha pêkhateyan hatiye avakirin. Ango sê pêkhateyên sereke yên Iraq ku Şîe, Sunî û Kurd in. Bi baweriya min, dem hatiye ku Herêma Kurdistanê vê paradîgmayê li şûn bihêle û seba ji nû ve avakirina pêwendiyên xwe bi Iraqê re berê xwe bide paradîgmayeke nû ku bi dîtina min divê paradîgmaya jenosîdekê be ku heya niha jî berdewam e û hergav jî wek fereziyekê li pêş me dimeşe.

7. Bi zimanekî sadetir, grûpeke taybetmend ku ji hêla dewletekê ve hatiye jenosîdkirin, bi biryara jeopolîtîk bêgav e di nav heman dewletê de bimîne, dikare qet nebe welatên pergala enternasyonal îqna bike ku pêwendî bi Dewleta Iraqê re li ser bingeha grûpeke jenosîdkirî were avakirin. Ango çandina hesta tawaneke herdemî di aqilê Dewleta Iraqê de ku bi jenosîda gelekî cuda tawanbar e, eynî mîna hesta ku Cihûyan heya niha jî di hiş û aqilê Dewleta Alman de çandiye.

8. Di rewşeke wiha de, guhertin bi ser karên li pêş de tên. Êdî tişta ku Herêma Kurdistanê bi Iraqê ve girê dide, ne mûçe û meaş e û aloziya sereke ya Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re ne navçeyên cihê nakokiyê, mijara Pêşmerge û pertolê ye, lê belê mijareke çarenûsî ya wek jenosîdê ye. Bê guman, paradîgmayeke bi vî awayî tomeriya pergala fikirîn, reftar û pêwendiyên me bi Iraqê re diguhere û Kurdan wek grûpeke cuda dibe qonaxeke din û nû ya hevrikiyê ku pêwîstiya Kurdan bi bikaranîna fikirîna cuda, çekên cuda, stratejî û armancên cuda heye.