Metirsiya al-Qaîdeyê li ser Kurdistanê

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doz li hikûmeta Kurdistanê kir ku komîteyeke lêkolînê pêk bînin derbarê van xortên kurd de ên ku tê gotin ku ji bo cîhadê diçin Sûriyê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedan heman kêşeyan e ku li welatên Ewropayê jî heye. Şerê cîhadî li Sûriyê al-Qaîde ne tenê nêzîkî sînorên Ewropayê kir, lê belê nêzîkî sînorên Kurdistanê jî kiriye. Ev jî di êrişên dawî de (ango teqîna li Hewlêrê) diyar bû.

Hejmarek raport wê yekê diyar dikin ku gellek xortên cîhadî li mizgeftên parêzgeha Silêmaniyê hatine amadekirin û bo Sûriyê hatine şandin. YPGê hejmarek ji Kurdên Kurdistana Iraqê li Sûriyê girtin. Herwiha gellek nûçe jî hebûn derbarê van cîhadiyên kurd de ên ku ji bo Sûriyê tên şandin. Pirraniya wan xelkên wan navçeyan in ku gellek Îslamî lê hene û di bin desthilata YNKê de ne. Herwiha hêzên asayişa YNKê van navçeyan kontrol dikin.

Tevî ku agahdariya berpirsan li ser van gefan hebû, lê hêzên asayişî yên kurdî dibe ku biserneketin di warê rêgirtinê li ber geşbûna tevgerên cîhadî li Kurdistanê. Grûpên cîhadî yên Kurdan pirraniya wan piştî sala 2003yê, ku Amerîka hate Iraqê, çûn derveyî Kurdistanê. Herwiha beşdarîkirina hêzên îslamî di sîstema Kurdistanê de wiha kir ku ev hêzên cîhadî xurt nebin. Niha şerê Sûriyê derfeteke mezintir daye cîhadiyan, da ku ji nû ve dest bi êrîşên xwe bikin û tundûtîjiyê bikarbînin.

Roja 18.11.2013ê yekem car bû ku hêzên asayişî yên Kurdistanê cîhadî li firokexaneya Silêmaniyê girtin ku ji Tirkiyê vedigeriyan.

Tevî ku PKK û PDK niha ketine nav şerekî ragihandinê li dijî hev, herwiha pêşbirka wan e ku kîjan ji wan rêberiya Kurdan li Rojhilata Navîn bike, lê ji bo al-Qaîdeyê ti cudabûn di nav van partiyan de nîne û tev dijminê wê ne.

Di peyameke vîdyoyî de, ku ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi zaravê soranî belav bûye, kesek bi navê Ebû Haris Elkurdî dibêje. "Em bi van çekan vedigerin Kurdistanê û hemû endamên PDKê û YNKê û hêzên asayişî dikujin."

Dibe ku “Buhara Erebî” ne tenê Kurdên Sûriyê xurt kiribe, lê belê al-Qaîde jî xurt kiribe û kiribe ku gefan li asayişa Herêma Kurdistanê bike. Heman tişt jî ligel Kurdên Sûriyê bike. Di dema borî de al-Qaîdeyê êrişî ser armancên cuda yên hemû partiyên kurdî kiribû, li Qamişlo, Kobanî, Telmerûf û Hewlêrê. Herwiha êrişeke li ser Akrê jî hatibû pûçkirin.

Hinek dengo li ser vê yekê hene ku di êrişên Hewlêrê de hinek kurd jî hebûn. Tevî  ku hêzên asayişî gotin yên guman li ser wan in xelkên Mûsilê ne.

Ev wê rastiyê dide xuyanê ku pêwîstiya partiyên kurdî bi kar li ser vê pirsê heye. Ji ber ku eger kar li ser nekin, tenê navçeyên Kurdên Sûriyê (Rojava) na, lê belê Kurdistana Iraqê jî kiryarên xirab dibînin.