Agirbesta navbera Azerbaycan û Ermenistanê, ku bi navbênkariya Komara Rûsya û Serok Putin 10ê vê heyvê hat îmzekirin, dawî anîn e li desthilata ermenan li beşekî zêde yê deverên herêma Nagorno-Karabaxê, ku Ermenistanê ji sala 1994an ve destê xwe danîbû ser. Destpêka şer 27/9 dest pê kir û nêzîkî 5000 serbaz û kesên sivîl ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor rêkeftinê, cihên ku artêşa azeriyan girtin, her li jêr desthilata wan dimînin. Li beramberî wê, artêşa Ermenistanê heya 1/12/2020 ji tevahiya deverên din wek Laçîn û Kelbajarê vedikişe. Piştî rêkeftinê, Komara Rûsya tavilê 2000 serbazên xwe li Nagorno-Karabaxê bi cih kir ji bo garantîkirina pêvajoya aştiyê li herêmê û di navbera her du welatan de. Herwisa Tirkiyê jî, wek lîstikvaneke çalak di şer de, serbazan dişîne ji bo parastina sînoran di navbera Ermenistan û Nagorno-Karabaxê de.
Hevawayî vê peymannameyê, berî 100 salî û di eynî demê de, Peymannameya Alexandropol (bi tirkî jê re dibêjin: Gümrü Antlaşması), di navbera Komara Tirkiyê ya nû ji dayikbûyî û Ermenistanê de, dûre di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Sovyetê de hat îmzekirin.
Piştî windakirina Ermenistanê li hember Tirkiyeyê, Ermenistan bêgav bû nîvê xaka xwe bide Tirkiyeya Ataturkî. Berî Peymannameya Alexandropol-ê di sala 1920an de, deverên Qers, Erdehan û Araratê li Bakurê Kurdistanê di bin desthilata yekemîn Komara Ermenistan û ermenên nasyonalîst de bûn.
Piştî serketina tirkan bi serkirdatiya fermande Kazim Karabekir û girtina deverên Agirî li Bakurê Kurdistanê, Ermenistan bêgav bû ala spî li hember Tirkiyeyê bilind bike. Dûre di 3/12/1920an de, li avahiya perleman û hikûmeta Tirkiyê li Enqerê, ew peymanname ji aliyê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Alexander Khatisyan ve hate îmzekirin.
Piştî wê peymannameyê, yekem Komara Ermenistanê herifî û tevahiya xakê ket destê Rûsya û dûre bû beşek ji Yekîtiya Sovyetê.
Di serdema lîderê Şoreşa Cotmehê Vladimir Lenin de, dîsan peymanname di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Sovyetê de hate îmzekirin, ku vê carê bi fermî Ermenistanê xaka dagirkirî (merema me deverên Qers, Agirî û Erdehan e li Bakurê Kurdistanê ku ermenên nasyonalîst heya vêga jî wek xaka xwe dibînin) bi neçarî û ji bo heta-hetayê da Tirkiyeyê. Ev karê Lenin ji bo Tirkiyê û Ataturk li beramber wê yekê bû ku Tirkiyê dûrî hêzên rojavayî û hevpeymanan bikeve.
Piştî 100 salan ji wê têkçûna dîrokî, ji destdana herêma Nagorno-Karabaxê ji bo ermenan eynî senaryoya raborî heye. Şikestina vê carê ya Ermenistanê ne tenê têkçûneke serbazî û manewî ye, lê belê zengilekî metirsîdar e ji bo serkirdatiya Ermenistanê û destpêka karesateke navxweyî û aborî ye jî.
Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Pashimyan, ku sala 2018an bi şoreşeke aram desthilat girte dest, yek ji pêşengên demokrasî û endezyarê avedanî û geşeya aborî li herêmê bû. Di hêla konevanî de jî, serokekî popîlist bû lê hergav li dijî desthilata Putin û Kremlinê bû.
Piştî peymannameya agirbestê, bi sedan û bi hezaran ermenî daketin ser kuçe û kolanên Yerîvan û bajarên mezin li Ermenistanê. Xwenîşanderan dergehê perlemanê şikandin û bi dar û şivan li serokê perlemanê xistin. Li talana baregeha serokwezîr jî xistin.
Partiyên opozisyona Ermenistanê jî doza dest jikar kişandina Nicol Pashimyan û hilweşandina hikûmeta wî dikin. Vêga, barêşa aborî û siyasî ya Ermenistanê, hevdem ligel belavbûna webaya koronayê, li ber herifîn û xopanbûnê ye.
Windakirina şer ji bo Ermenistan û Nicol Pashimyan, jidestdana xakekê ye ku di aliyê dîrokî de parçek ji Ermenistanê ye. Piştî nemana Yekîtiya Sovyetê, gava yekem şer di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, di dawiya salên 80yan û heya sala 1994an gurr bû, Ermenistanê bi hevkariya artêşa Rûsyayê karî herêma Nagorno-Karabaxê ji artêşa azeriyan bigire û vegerîne ser xaka xwe.
Ji wê çaxê ve, Neteweyên Yekbûyî û piraniya welatên cîhanê Ermenistanê li herêma Nagorno-Karabaxê wek dagîrkar dibînin. Di şerê vê dawiyê de, Ermenistan bê hevpeymaniya Rûsyayê ma. Her di rojên pêketin û gurrbûna cengê de, artêşa Azerbaycanê bi hevkariya Tirkiyeyê karî beşekî zêde ji tank û çekên giran ên ermeniyan têk bibe û bişikîne.
Artêşa Azerbaycanê çar caran li (artêşa Ermenistanê) ye. Herwisa hêza aborî ya Azerbaycanê, wek welatekî zengîn bi samanên xwezayî û gaz û petrolê, statûyeke bihêz jê re dabîn kirine ji bo hevpeymantiya wê bi Tirkiyê û Rûsyayê re.
Çeka herî kujer û bi bandor a cengê, firokeyên bêfirokevan ên Azerbaycanê bûn ku Tirkiyê û Îsraîlê li pişt teknolojî û bikaranîna wan bûn. Bi destpêka şer re, van firokeyan piraniya rêyên sereke yên navbera Ermenistan û herêma Nagorno-Karabaxê de û tank û pêgehên serbazî yên Ermenistanê hingavtibûn.
Bi baweriya Ermenistanê, dê Rûsya hevkariya wê bike. Lê Rûsya qet nedixwest hevkariya serokekî bike ku du sal bûn li dijî berjewendiyên Rûsyayê kar dikir. Dema Nicol Pashimyan desthilat li Ermenistanê girte dest, beşek ji hewesdarên Putin û Rûsyayê zindanî kirin, wek serokê berê yê Ermenistanê Robert Koçeriyan.
Herwisa nêzîkbûna Pashimyan ji Amerîka û Ewropayê, lîstikek bû di encama wê de hêrsokiya Rûsyayê derket holê. Ermenistanê qet nedikarî bêyî Rûsyayê şerê Nagorno-Karabaxê bibe. Lewra 16 sal in Azerbaycan dipa hevalbendiya Rûsya û Ermenistanê têk here paşê cengê li Nagorno-Karabaxê pêxe û gurr bike.
Vêga serkeftiya yekem a şerî Azerbaycan bi xwe ye. Tirkiyê û Rûsya jî berjewendiyên xwe li ser herifîna artêşa Ermenistanê û şêniyên Nagorno-Karabaxê li herêmê berfirehtir dikin.
Hevdem, Ermenistan wek (Peymannameya Alexandropolê) ya sala 1920an, dîsan di peymannameyeke nû de beşekî dîrokî û giring ji xaka xwe ji dest da. Piştî Peymannameya Alexandropol-ê, Ermenistana wê çaxê rastî nerazîtiya xelkê li hundir hat û hikûmet hilweşiya. Piştî hilweşîna hikûmetê, welatê wan ket jêr desthilata Sovyetê. Niha jî, li navxwe nerazîtiyeke mezin li dijî desthilata serokwezîr û elîta siyasî û serbazî çêbûye ku em nizanin dê siberoja wê ber bi kû ve here.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse