Bi nemana serokatiya herêmê PDKê çi bi dest xist?

Dibe ku danûstandinên vê carê yên di navbera PDKê û hevparên din de, tenê ji bo pêkanîna kabîneya hikûmetê nebe û asoyeke pêşerojê bo çar salên bihê li xwe bigire. Bi wateyeke din, li vir tenê axavtin li ser postan, qebareya hikûmetê û karnameya wê nebe, û karê herî li pêş ê vê parlamentoya niha (ku helbet pênc sal berî niha jî serok Barzanî heman daxwaz ji parlamentoya berê jî hebû) berdewambûna lis er temamkirina Destûra Kurdistanê ye. Bi rêya vê pêngavê jî çarçoveya giştî ya qanûnan (tevî qanûna serokatiya herêmê jî) û saziyên din ên Kurdistanê, bikeve ser bingeheke destûrî.

 

Cemidandin û piştre dabeşkirina desthilatên serokê herêmê bi ser sê dezgehên din de, berikek bû ku PDKê û Goranê li gor hesabên xwe ji bin piyên YNKê anîne derê, lê di dawiyê de YNKê hemû wan postan bi ddest dixe ku di serdema çalakbûna posta serokê herêmê de hebûn. Çar sal berî niha PDKê hemû ew postên niha, li Bexdayê hebûn, tevî serokê herêmê jî li Kurdistanê, lê îro di demekê de ku hemû desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin, hêj ew post her ser bi PDKê tê hesibandin! Lewma jî YNK rijd bû li ser wergirtina posta serokomariyê û ew post jê re misogertir bû ji wê yekê ka gelo dê di pêşerojê de posta serokê parlamentoyê bikeve destê wê (ku beşek ji desthilatên serokê herêmê li wê derê ne) yan na?

 

Lewma PDK niha ku piraniya parlamentoyê heye, divê di pêngava yekem de hizir li çareseriya vê meseleyê bike, çimku ew post postekî destûrî ye û yek ji bingehên giring ên hevsengiya siyasî di navbera PDKê û hêzên din ên siyasî de ye, eger na çar salên din jî heman ew qeyrana ku di serdema diyarkirin û hilbijartina berbijêrekî Kurd bo posta serokomariyê de çêbû, dubare dibe. Heman milmilanî li ser wergirtina postên wezaretên kabîneya Bexdayê dê berdewam be.

 

Hevtakirina postên serokomarita Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê bo hêzên yekem û duyem ên Kurdistanê, di pêşerojê de him dibe piştevaneke bihêz a lihevkirina siyasî û him jî asankariyê dike, di meseleya pêkanîna hikûmetê û nêrîna hevbeş bo desthilatdariyê.

 

Berhem Salih weke damezrênerê partiyeke îslamî

 

Ji destpêka diristbûna Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperweriyê, yek ji nîgeraniyan ew bû, ku ev tevgera han jî weke tevgerên din (weke Goranê) bikevne jêr bandora hejmoniya îslamiyên miyanrew û reformxwazên nav Kurdistanê. Lewma Dr. Berhem gelek bi hişyarî serederî li gel du meseleyan dikir, ya yekê ew bû ku ew hejmonî çênebe û ya duyem jî ew bû, ku tevgera wî li navçeyeke coxrafî sînordar nebe. Helbet eger serkideyêns erbazî yên nav YNKê piştî damezrandina Hevpeymaniyê tevlî refên Hevpeymaniyê bibana (Yan Kosret Resûl jî bi eşkere piştevani li wan kiriba) renge niha rewş bi şêweyeke din ba, lê belê li aliyekê jibo xwedûrgirtina ji pevçûna çekdarî û li aliyê din jî baweriya Berhem Salih bi rêjeya dengên xwe di hilbijartinên meha Gulanê de, ew yek pêknehat. Lewma piştî vegera Dr. Berhem û pêştir jî terikandina hinek ji endamên desteya damezrêner, di pratîkê de ew tevgera bû kete destê du ji damezrênerên herî bi bandor ên Hevpeymaniyê ku herdu jî ji destpêka salên 80î ve di nava Bizava Îslama Siyasî de ne û serboriya jiyan wan di damezrandin û hilweşandina tevgerên îslamî de xuya ye.

 

Eger dengên Hevpeymaniyê di yekem ceribandinê de û di 12ê Gulandê de weke pîvan bêne berçavgirtin, tevî wê hemû saxtekariya ku hebû jî, zêdetirî 100 hezar dengan encamekî baş bû. YNK baş dizane ku di hilbijartinên Kurdistanê de ew yek jê re naçe serî, lewma dest bi danûstandina li gel Dr. Berhem kir û di pêngava yekem de lîsteke lawaz û di pêngava duyem de jî wiha kir, ku Hevpeymanî hilbijartinan boykot kir. Lê encam wiha nebû ku YNKê dixwest, çimku eger hevdîd dengderên YNKê bana, diviyabû niha YNKê zêdetirî 400 hezar dengan bidestxistiba! Lewma zêdebarî fişaran bo hilweşandina Hevpeymaniyê, wê partiyê navê xwe guherî û partiyeke din a bi paşxana îslamî di herêma rengîn de zêde bû.

 

PDK û sed milyonê serokomariyê

 

Belavbûna dengoya bazara PDKê û YNKê û bi taybetî jî Nêçîrvan Barzanî ligel Bavil Talebanî û razîbûna Bavil Talebanî bi vekişandina berbijêrê YNKê li hember wergirtina sed milyon dolarî (tevî ku nehatiye piştrastkirin û ne jî hatiye redkirin), bû sedema bertekên cuda. Lê ew nûçe di çarçoveya kirîna postan ji aliyê PDKê ve hate dîtin, heta wê qasê, yê ku postan difiroşe, Bavil Talebanî ye! PDK her ji roja yekem ve ku daxwaza wê postê dikir, armanca wê ew bû ku hemû daxwazên rewa û nerewa yên YNKê û bi taybet jî yên Bavil û Lahûr qebûl bike, tenê ji bo ku bixwe bibe parêzerê destûrê li Bexdayê û her bi vî armancî hemû postên Bexdayê û nîvê yên Kurdistanê jî dan YNKê, lê YNK razî nebû. Li vir eger PDKê armanceke veşartî heba, qet wiha ji bo YNKê nedihat xwarê. PDKê nexwestiye, ku bi pereyê kaş û qûta xelkê Kurdistanê postan bikire, heta pêşniyar jî ew bû ku hemû dahata wê postê heta 4 salên din ji bo malbata Talebanî be (ku bi 100 milyon dolarî tê texmînkirin), bi wê jî ew têr bibin, û bixwe jî bibe bi parêzerê debara xelkê. Lewma niha dema wê ye, ku îsbat bikin ew ji PDKê baştir dikarin destûrê biparêzin.