Îraqa nû ya Komara Îslamî ya Îranê!

12-09-2024
Adil Baxewan
Nîşan Adil Baxewan Îran Îraq Mezopotamya
A+ A-

Têkiliya di navbera Îran û Mezopotamyayê de ku piştre dibe Îraq, gelek sedsalan derbas dike û nikare bi tenê di Komara Îslamî ya Îranê de were kurtkirin. Em ji bîr nekin ku Sasaniyan paytexta xwe ya yekem li Mezopotamyayê û bajarê Tîsfûnê ku tenê 30 kîlometreyan dûrî Bexdaya îro ye, ava kir. Ango ji sala 224an ve, Mezopotamya bûye herêma çalak a jeopolîtîk a Sasaniyan û îro dema ku Mesûd Pizîşkiyan tê Îraqê û 3 rojan dimîne, tenê xwe wekî mêvan nabîne, xwe wekî malxweyê rewa jî dihesibîne.

Bê guman em nikarin di gotareke wiha kurt de tevahiya wê dîroka girîng şîrove bikin û em dê vê yekê ji bo pirtûkeke taybet bihêlin lê ya li vir ji bo me girîng ew e ku em vegerin ser pêvajoya ku Îraqa nû ya piştî Sedam Hisên vedigerîne rewşa sala 224an a Sasaniyan û axa Mezopotamyaya nû dike qada dirêjbûneke herî dorfireh a mîratgirên Sasaniyan.

Ev pêvajo ji wê çaxê ve dest pê dike ku Sedam Hisên Tebaxa sala 1990î Kuweytê dagir dike û bi vî awayî jî hemû hevpeymanên ku di tevahiya salên 80yî yên sedsala borî de, piştevaniya wî li hember Komara Îslamî ya Îranê kiribûn, ji Erebistana Siûdiyê bigire heya Amerîkayê, ji dest dide. Her wiha deriyekî mezin li ser hemû partiyên Şîe û Kurd ên ku dijberiya Sedam Hisên dikirin û ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve dihatin piştgirîkirin, vedike.

Di rastiyê de, vekirina dêrî li ber partiyên Şîe û Kurd bi awayekî ne rasterast selmandina rola Komara Îslamî li Îraqeke ku piştî Sedam Hisên tê avakirin bû. Bêyî razîbûna Îranê, ti partiyeke Şîe û Kurdî nikarîbû bi Ewropa û Amerîkayê re tevbigere.

Firsenda vegera xurt a Îranê sala 2003yan xurttir, berfirehtir û mezintir dibe

Firsenda vegera xurt a Îranê li Mezopotamyaya dîrokî sala 2003yan xurttir, berfirehtir û mezintir dibe. Di vê hûrdemê de ku hêza herî mezin a cîhanê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê û Îraqa Sedam Hisên dagir dike, dostên dîrokî yên Washingtonê ango Tirkiye, welatên Kendavê û Misir biryar didin ku bi hev re stratejiya veqetînê bi Îraqa piştî Sedam Hisên re bişopînin û bi ti awayî ne tenê bi sîstema nû ya siyasî re tevnegerin, li şûnê, pirsgirêkên mezin jî jê re derxin.

Lê Komara Îslamî ya Îranê ku berê Amerîka wek Şeytanê Mezin bi nav dikir û Washingtona George Bush jî Tehran xistibû rêza 3 dewletên herî xirab ên cîhanê, lap berovajî dostên Amerîkayê û bi hişmendiya dewletdariyê ya sar û pragmatîk biryar dide ku hevkariya Amerîka di avakirina Îraqa piştî Sedam Hisên de bike û Amerîkayê bi neçarî û li ser asta objektîf ew dostaniya Komara Îslamî ya Îranê qebûl kir.

Kanûna Pêşîna sala 2011an, dema ku bi biryara serokê Amerîkayê, leşkerê dawî yê Amerîkayî ji Îraqê derdikeve û vedigere welatê xwe, Îranî careke din vê derfetê bi kar tînin ji bo ku valahiya mezin a ku vekişîna artêşa Amerîkayê ji Îraqê li pey xwe hêla, dagirin. Ji sala 2011an ve, êdî giraniya ti hêzeke di pergala cîhanî û tew rojhilatî de jî li Îraqê nema ku bikare arîşeyan ji bo dirêjbûna hegemonyaya Îranê li ser tevaya Îraqa nû derxe.

Bi ser de jî, dema ku DAIŞ di Hezîrana 2014an de, xîlafeta xwe di navbera Îraq û Sûriyê de radigihîne, civaka navdewletî bi rêya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, rasterast nola hevkarekî sereke bi Komara Îslamî ya Îranê re tevdigere û statûyeke rewa dide Îranê, li radeyekê ku di Tîrmeha 2015an de peymana atomî jî li Viyanayê pê re îmze dike.

Îraq ji aliyê Îraniyan ve wekî beşek ji jeopolîtîka wan tê dîtin

Bêyî têgihîştina vê dîroka nêzî 1800 salî, ji me re pir zehmet e ku em wêneyê Îraqê di xeyaldanka kolektîf a Îranê de ku çarçoveya serdana Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan a Îraqê destnîşan dike, fêm bikin. Di nav vê xeyaldankê de, wêneyê Îraqê naşibe wêneyê ti welatekî din ê cîhanê. 1800 sal in Îraq ji aliyê Îraniyan ve wekî beşek ji jeopolîtîka wan tê dîtin û tevger pê re tê kirin.

Piştî derketina ji Împeratoriya Osmanî, Îranê piraniya dewletên nûjen ên ku li Rojhilata Navîn ava bûn, Qeter, Oman û Îmarat jî di nav de, qebûl kirin lê hîn jî dewleta Îraqê wek zêde dihesibîne, xaka Îraqê wek beşeke jêneger a xaka xwe ya dîrokî dibîne û di rewşa herî baş de dikare wek parêzgeheke xwe pê re tevbigere.

Dema ku di sala 1501ê de jî Şîebûna Îmamî bi awayekî fermî li Îranê dibe ola dewletê, êdî çîroka Îranê li hember Îraqê hêleke rêolî jî werdigire û Necef, Kerbela û cihên din ên pîroz ên Îraqê dibin parçeyek ji çanda rêolî ya Îraniyan. Lewra, Îran mekanîzmayeke din a xurt û girîng ji bo berfirehkirina sîstema xwerazîkirinê û îqnakirina yên din ku cudakirina Îraqê ji Îranê ji hêla dîrokî û rêolî ve bêwate ye, bi dest dixe.

Îraqî bi hemû pêkhateyên xwe serbest in çawa difikirin lê ev fikirîn rastiya ku Şîeyên Îranê Necefê nola Vatîkana xwe dihesibînin qet naguhere. Loma, pir zehmet e serokkomarekî Îranî serdana Îraqê bike û serdana Necefê neke.

Îraqa piştî Sedam Hisên yek ji qadên herî mezin e ku Îrana tê de bêhna xwe dide

Ji derveyî vê hêla dîrokî, jeopolîtîk û rêolî, Îraqa piştî Sedam Hisên yek ji qadên herî mezin e ku Îrana li jêr dorpêça aborî tê de bêhna xwe dide û çi bi rêya rewa yan nerewa be, tomeriya binesaziyên aborî yên Îraqê ber bi wê yekê ve tê dehifandin ku di xizmeta Komara Îslamî ya Îranê de bin. Ji firotina gaza Îranê bigire ku salane bi qasî 9 milyar dolar dike, hetanî hinartina bacanên sor ên Îranî bi Îraqê bi nirxên xeyalî: Îraq heta dilopa dawî ji aliyê Îranê ve tê dotin!

Di rewşeke wiha objektîf de, hemû kesayet û aliyên Îraqî ku wiha bawer dikin ku dikarin li derveyî hegemonyaya Îranê bibin xwedî hebûneke serbixwe şaş in. Hemû dewletên rojhilatî û ewropayî ku wiha bawer dikin ku bêyî derbasbûna di filtera Îranê de, dikarin peymanên bi milyaran dolar bi Îraqê re îmze bikin û heta dawî berdewam bikin, şaş in. Herwisa Herêma Kurdistanê şaştiyeke mezin dike ger bawer bike ku bêyî asayîkirina peywendiyên xwe yên bi Komara Îslamî ya Îranê re dikare ewlekarî, aramî û geşbûna xwe ya aborî biparêze.

Bêguman lihevkirina bi Komara Îslamî ya Îranê re divê bi ti awayî neyê wateya jinavbirina Rojhilatê Kurdistanê ku ji salên 1940î yên sedsala borî û heta avakirina Îraqa nû kûrahiya stratejîk a hemû şoreşên Başûrê Kurdistanê bû. Ev ew hevsengî ye ku divê dîplomasiya Kurdî ji bo parastina vê derhozeyê bi kar bîne: Asayîkirina peywendiyan bi Komara Îslamî ya Îranê re bêyî jidestdana piştgiriya stratejîk a Rojhilatê Kurdistanê!

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mustafa Ozçelîk

Ez li peravê behrê Alan im, li Cizîra Botan Cemîle me, li Amedê Narîn im

Tesadufeke mezin e ku, Alan Kurdî yê 3 salî yê ku cenazeyê wî li ber perava behrê hatibû dîtin jî Cemîleya Cizîra Botanê ya 10 salî ya ku piştî hatibû kuştin cenazeyê wê 11 rojan di sarincokê de hatibû veşartin jî wekî Narîna 8 salî di meha îlonê de ji nav me koç kiribûn