Dr. Adem Bêdar
Xewna ku bibin xelîfe, xewna (îstixlafê) û herwiha xewna ku bibin serdarên hemî dinyayê arezû û kelecanek e ku di serê piraniya herî zêde ya serokên grûpên tundrew û radîkal de cih digire. Ew hergav bangewaziyê dikin ku ew dê bibin serdarên dinyayê û dibêjin ku ew dê dest deynin ser hemû cîhanê û hemû cîhanê bixin bin rikêba xwe. Yek ji wan Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî bû. Ev xelîfeyê DAIŞê ku wexta roja 04.07.2014an ji bo cara pêşî çû ser mînbera Mizgefta Nûrî li bajarê Mûsilê yê Iraqê û bi xeyala xwe Xîlafeta Îslamî ragihand.
Bexdadî di wê gotara xwe de soz da alîgir û şûnketiyên xwe ku ew dê bibin mezin, serdar û xelîfeyên li ser rûyê erdê û têgiha ˈîstixlafêˈ bikar anî, ku tê wateya xelîfebûn û desthilatdarên li ser rûyê erdê. Ji bo vê yekê jî pişta xwe bi ayeteke Qurana Pîroz girêdabû ku Xwedê tê de kerem dike: "Wehde Allahû ellezîne amenû mînkûm we emelû elsalîhate leyestexlîfehûm fîl erdî" ango ˈXwedê soz daye kesên bawermend û karqenc ku ew ê wan li ser rûyê erdê bike serdarê erdêˈ. Sûreya Nûr, Ayeta 55.
Lê xîlafeta DAIŞê sê salan tenê dom kir û ket. Çar salan jî piştî ketina Mûsilê, xasma roja 29.08.2021, Serokê Fransa Emanuel Macron serdana eynî mizgeftê kir ku DAIŞê xîlafeta xwe tê de ragihandibû. Li heman cihê ku xelîfeyê DAIŞê soz dabû ku hemû cîhanê dagir bike, Macron ji hemû cîhanê re got: "Mûsil dilê wan êrişên hovane û wê terorê bû. Ew êrişên terorîst ku bi navê Îslamê hatin kirin, di demekê de ku ew Îslameke jirêderxistî bû û bêhtirîn qurbaniyên DAIŞê misilman bi xwe bûn".
Peyamên Macron, xasma li paytexta ketî ya DAIŞê û li mizgefta wêrankirî ya Nûrî ku cihê ragihandina xîlafetê û soza serdariya rûyê erdê bû, misilman bi gelek pirsan re rûbirû kirin: Baş e, çima Xwedayê mezin ne tenê misilman nekirin serdarên erdê bi rêberiya Bexdadî lê belê tekane xîlafeta îslamî ya serdemê jî – bi qewlê wan – neparast? Gelo beşek ji misilmanan ji wan sozên Xwedê fêm nekirine û xwe û xelkê jî tûşî bêtar û bobelatan dikin?
Beşeke misilmanan tenê baweriyeke xêvik û sade dikin pîvan ji bo şênberbûna soza Xwedê. Bi dîtina wan, her kesek bawermend be dibe serdarê rûyê erdê bêyî guhdana bi rastî û dirustiya bawermendiya wî!
Lê haya wan misilmanan jê nîne ku ne tenê bawerî pîvan û hokara serdariya rûyê erdê ye, lê belê ayetê du hokarên din danîne ˈbawermendî û karên qencˈ. Lewma zehmet e bawermendek bibe serdarê erdê bêyî ku çê û qenckar be. Qenckarî jî ne tenê cîbicîkirina rîtûel û peristin e ku ev jî beşeke giring a karê baş in, lê belê avakirina jiyanê û geşedana wê ye. Lewra wexta ku em ji vê rastiyê têdigihin û bi piraniya komikên cîhadî re didin ber hev ku ya herî dawî DAIŞ bû, em dibînin ku ji bilî baweriyeke qalik tiştekî din ne tenê pêşkêşî mirovatiyê nekirin, bi ser de jî bûn belaya serê jiyan û mirovan.
Heke em li kir û karên DAIŞê temaşe bikin, em ê bibînin ku tijî karên nemirovî ye ku bi navê Xwedê kirin, wek: Kuştin, şewitandin, avêtina xwarê ji banî, bi zorê sepandina olê li ser xelkê, dîlgirtin û sebîkirina keç û jinên Kurdên Êzdî, tirsandin, destdirêjiya seksî, teqandina cihên pîroz ên olan…hwd ku bi dehan ayet û sedan hedîs di tekstên pîroz ên Îslamê de li dijî wan karên DAIŞê ne û wan heram dikin. Erê dê Xwedê çawa kesekî yan komikekê bi ser bixe ku bi navê wî stemkarî û zordariyê li xelkê dike?!
Ev jî wiha hewce dike ku misilman bi giştî, xasma hewesdar, dost û şûnketiyên DAIŞê vegerin, li wê ayetê bifikirin û piştî şikestina ezmûna DAIŞê ji xwe bipirsin: Xwedê kî dike xelîfeyê ser rûyê erdê: Misilmanekî ku mijûlî şewitandina hişk û ter bi hev re be yan misilamenkî ku mijûlî şênkirin û avakirina jiyanê li ser rûyê qadê be?!
Bê guman wexta ku em li Quran û hedîsên dirust ên pêxember (S.X) vedigerin, em dibînin ku şaştêgihiştineke mezin ji wê ayetê û têgiha tê de heye. Xwedê mirov çêkiriye, hêz dayê, peyam û bername jî jê re şandiye ji bo ku sûdê ji şiyana xwe ya hizirî û marîfî û hêz û bazûyên xwe werbigire û li jêr ronahiya wê bernameyê jiyanê ava bike, erdê şên bike, jîn û şaristaniyê pêş bixe. Heke wiha kir helbet dê bibe serdarê erdê. Lê heke neda ser wê rêya rast û her mijûlî kuştin û talankirinê bû, hemû hêz û bazûyên xwe di hev tunekirinê de xerc kir, li şûna şênkirina jiyanê mijûlî şewitandina wê bû, dê bê guman çarenivîsa wî ne serketin û serdarî, lê belê bertelefbûn, jinavçûn û binketin be.
Niha ku em dibînin Macron li wî cihê ku xîlafeta DAIŞê tê de hat ragihandin rawestiyaye û tîne bîra misilmanan ku Îslama DAIŞê ji rê hatibû derxistin. Em di pratîkê de jî dibînin ku serokê Fransayê bûye serdarê navçeyê û lîstikvanekî çalak e di wê deverê de, ango dixwaze di pratîkê de ji me re bêje ku ez xelîfeyê rasteqîn im û bi karê qenc dikarim bibim serdar, lê ne Bexdadî bi kir û karên xwe yên şerxwaz û wêranker?!
Niha bi vê cîhanbîniya xwe Macron li heman cihê Bexdadî ji hemû misilmanên dinyayê re dibêje ne Bexdadî lê ez xelîfe me. Xîlafet jî ne bi mirindostî û kavilkarî, lê belê bi jiyandostiyê tê avakirin û berdewam dibe. Ev jî pend û şîreteke pir sûdmend e, lê ji kî re? "Lîmen kane lehû qelbûn ew alqa elsemhe we hûwe şehîd" ango ˈJi kesê xwedî dil re yan kesê amade dibe û guhdarî dikeˈ.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse