Tekoşîna me ya herî mezin nû destpêdike!

Bêguman ev dem ji bo milletê Kurd gelekî grîng û dîrokî ne. Ji ber vê yekê bi nêzîkbûna 25ê Îlonê roj bi roj kelecana me jî zêde dibe. Lewre mijara vê referandumê ne mijara partîyekê û ne jî mijara şexsan e. Û grîngiya wê bi hejmara Kurdan jî nayê pîvan… Em dizanin heger li gundekî jî serxwebûn bê îlankirin, ji bo hemû  Kurdên cîhanê ewlehî ye...

 

Xwezî hewce nekira ez li ser pirsa “Çima ewlehî ye?” bisekiniyama lê mixabin… Di van deman de gava li nîqaşên Kurdan dinêrin, em dibînin ku çend tişt hene, hewce ye em bi bîr bixin:

 

Ya ewil ev e ku dîroka Kurdan, di her perçeyê Kurdistanê de dîroka qetlîaman e jî. Hewce ye em Enfalê, Helebçeyê, Roboskiyê, Dêrsim û Zîlanê  bînin bîra xwe, birayara xwe li gorî wê bidin. Divê em ji bîr nekin ku bi sed hezaran Kurd bê mezel in! Hemû cîhan dizane ewqas Kurd ji bo demokrasiyê yan jî ji bo îdeolojiyan nehatin qetilkirin. Û armanca şerên me jî hebûna me bû. Vêca piştî ewqas şehîdan, rabûna li hemberî serxwebûna Kurdan bê hurmetî ye!

 

Ya didoyan: Her sal ji Amedê, ji Rihayê, ji Merdînê û ji hemû bajarên Bakûr, Kurd diçin welatê Tirkan û çiqas karên giran hebin, dikin. Çima?! Ma qey li welatê wan nan tune ye?! Ewqas dewlemediyên wan ên ser erdê û bin erdê hene, lê mixabin dîsa jî diçin ji Tirkan re koletiyê dikin. Bi ser de jî tên derbkirin û tên lînckirin. Çima? Ma qey nikarin li ser derfetên xwe biryarê bidin? Wê biryarê kî dide? Dewleta Tirk dide! Her çiqas rewşa perçeyên din biguhere jî bingeh naguhere. Çimkî li tu perçeyên Kurdistanê Kurd ne bi serê xwe ne!

 

Mixabin hebûna Kurdan, nehesibandin hew bi pirsgirêka aboriyê encam nade. Çimkî di her beşe de keda Kurdan heye. Mînak di beşa hunerê de. Mixabin bêdewletî keda hunermendên me jî tune dike. Helbestên ku dinivîsin û fîlmên ku çêdikin li ser navên Ereb, Tirk û Farisan tên hesibandin. Hela li mûzeyan bigerin û bala xwe bidinê; hunê bibînin kû li ser navê milletê Kurd tiştek ne xuya ye. Hela bifikirin; ma qey Kurdan, di dîroka xwe ya 5 hezar salî de beroşek jî çênekiriye! Bi hezaran sitranên Kurdan hatine dizîn. Çima? Çimkî yên bê dewlet nikarin li sitranek xwe jî xwedî derkevin!

 

Ya sêyem: Li gorî zimanzanan, zimanek herî kêm di 5 hezar salan de çêdibe. Di dîroka mirovahiyê da bi hezaran milletî, ji ber bêstatubûnê zimanê wan jî wenda bûne. Heyf û mixabin îro zarokên me ji zimanê dapîr û bapîrên xwe fêm nakin!  Belê rast e li ser zimane Kurdî gelek xebat hene lê mixabin ev pirsgirêk ne şexsî ye. Ji ber wê xebatên şexsî ne mimkun e ku têrê bikin.

 

Bi kurtasî pirsgirêka Kurd ne bi îdeolojiyekê, ne bi demokrasîyê, ne jî bi îdeolojiya oldaran (îslamîstan) çareser dibe. Çareserî yek e û bi izna Xwedayê dilovan nêzîk e. Ew jî dewletbûn e!

 

Bi izna Xwedayê dilovan em êş û elemên xwe ji bîr nakin lê emê ji wê qonaxê derbas bin êdî. Ango ev li ser me ferz e! Ji bo wê jî wezîfeyên me yên dîrokî hene. Ev wezîfe bes ji bo Kurdan jî nîn e, ji bo mirovahiyê ye. Çimkî rewşa gelê Kurd, li Rojhilata Navîn jî mifteyek e. Heta ku pirsgirêka Kurdan çareser nebe, ne mimkun e li Rojhilata Navîn xwîn bisekine. Hewce ye em di vê pêvajoya referandumê de ferd bi ferd bixebitin. Û em zanibin ku ev jî destpêk e. Xebatên herî zêde ji vê demê bi şûn de lazim e. Pêwist e her Kurd li gorî derfet û hunera xwe piştgirîyê bide vê tekoşîna pîroz. Kî çi dike, gere ji bo Kurdîtîyê bike.

 

Êdî stranbêj, gere stranên xwe ji bo Kurd û Kurdistanê bêje!

 

Helbestvan, helbestên xwe ji bo Kurdistanê binivîse!

 

Nîgarkêş, nîgarên xwe ji bo Kurdistanê xêz bike!

 

Sîyasetmedar, sîyaseta xwe ji bo Kurdistanê bike!

 

Xwendekar, ji bo Kurdistanê bixwîne!

 

Oldar, diayên xwe ji bo Kurdistanê bike!

 

Mala Xwedê ava be! Êdî ji bo serxwebûna Kurdistanê gavek maye. Ji ber vê yekê hewce ye her Kurd amade be; mamoste, bijîşk, endezyar, kardar, karker, leşker, bermalî! Hemû Kurd bi keda xwe ji bo Kurdistana serbixwe divê amade bin. Lewre ev armanceke pîroz e. Divê em jî li ser navê xwe, di dîroka vê tekoşînê de cih bigirin.