Ne Dijberî, Hevkarî

12-09-2014
AHMED DERE
A+ A-

 

Di civîna NATOyê de serokê Amerîkayê Barak Obama gihişt armanca xwe, ku li dijî DAIŞê koalîsyoneke navneteweyî çêbike. Ji vir û pê de ne tenê Amerîka, pirraniya dewletên endamên NATOyê wê li dijî vê rêxistina terorîst şer bikin. Digel cudahiya ku di navbera endamên NATOyê de heyî, derbarê DAIŞê de ew dijîtiya hev nakin, hevkarî di navbera wan de heye. Hin dewletên ereb jî xwedî heman helwestê ne. Lewre mirov dikare bêje ku dawiya temenê DAIŞê nêzîk e.

 

Dagîrkirina Şengalê û komkujiya Kurdên Êzdî bû sedem ku di nava Kurdan de rihekî hevkariyê çêbibe û xurt bibe. Di vî warî de hin gavên baş jî hatine avêtin û heman hewldan didomin. Lê belê, û mixabin, di van rojan de ji aliyê cûrbecûr Kurdan ve  hin niqaşên nexweş û yên li dijî berjewendiyên gelê me bi pêş dikevin. Bi taybetî hin derdor dixwazin di navbera HPG-YPG û peşmergeyan de nakokiyan biafirînin û rê li pêvajoyeke pevçûnan vebikin. Bi taybetî ev hewldan ji aliyê cûrbecûr malperên înternetê ve tên meşandin.

 

Ji destpêka meha Tebaxê vir ve ez daxuyaniyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi dîqeteke mezin dişopînim. Bi awayekî giştî zimanê heman daxuyaniyan li ser esasê hevkariyê ye. Di serdana rêzdar Mesûd Barzanî ya Mexmûrê de jî min heman armanc dît. Di cûrbecûr daxuyaniyên rayedarên PKKê de jî heman xal hate dîtin. Lê mixabin, car caran ji aliyê rayedarên peşmergeyan û herwiha yên gerîlla ve zimanekî ne xweş hate dîtin. Heman ne xweşî bû sedema ku derdorên ku niyeta wan ne baş bikevin nava hewldanên xirab. Ango ev derdor dixwazin ku di navbera PDKê û PKKê de nakokî çêbibin û ev herdu hêz bi hev kevin.

 

Di demeke wiha giring û bi wate de ti mafê hêzeke kurdî tine ku li dijî berjewendiyên gelê me tevbigere. Dibe ku car caran hin nerazîbûn çêbibin, lê belê ev nayê wateya ku rê ji fesadan re bê vekirin. Heya niha gelê kurd ji nehevkariyê pirr kişandiye, divê êdî hêzên kurd ji dijberiyê re bêijn « na », ji hevkariyê re bêjin « erê ». Kêmanî, weke endamên NATO’yê, pêwîstiya me bi hevkariyê heye.

 

Bi rêya vê nivîsa xwe ez dixwazim ji rayedarên PDKê û yên PKKê re du pêşniyaran bikim:

 

- Pêwîst e hûn bi her kesên ku xwe weke rojnamevan didin nasandin re hevpeyvînan çênekin. Ji ber ku hin gotinên we berovajî tên şîrove kirin û dibin sedemên nexweşiyan.

 

- Divê ji aliyê herdu hêzan ve alîgirên wan yên li Ewropayê bên hişyar kirin, da ku ew zimanekî dijber bi kar neyînin. (Bi taybetî ji aliyê hin kesên ku xwe weke karkerên cûrbecûr komelêyên PKKê didin nasandin ve zimanekî dijberiya peşmergeyan tê bikaranîn).

 

Di dawî de ez dixwazim vê jî dubare bikim; bihêzbûna parçeyekî Kurdistanê bihêzbûna hemû Kurdistanê ye; bihêzbûna rêxistineke Kurdistanî bihêzbûna tenzîm û tevgerbûna gelê me ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst