Berxên Kêrê... Henaseya Dawiyê ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê

Ji bo ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê di siberoja welatê Sûriyê de nebin xwedî maf û tiştekî bi dest nexin, hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê di hewlên xwe yên lawazkirina Kurdan de berdewam in, û herî dawiyê jî, piştî ku Tirkiyê ji bo êrîşeke nû û rasterast li ser Rojavayê Kurdistanê erêkirin ji Amerêka û Rûsiya û civaka navdewletî wernegirt, vê carê bi navbênkariya Rûsiya û Îranê hewla lihevhatinê bi hikûmeta Sûriyê re dike, û eşkere serokê Tirkiyê û Wezîrê Derve yê wî welatî dibêjin, ku ew ameden e piştgiriyê ji hikûmeta Sûriyê re pêşkêş bikin, û wê û opozisyona Sûriyê lihev bînin, bê guman armanca serke ya herdu hikûmetan jî Kurdin û nehiştina statuya Rêveberiya Xweser e.

Piştî ku Tirkiyê di qonaxa yekem de herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bi şer û zora hêza xwe dagîrkirin, û di encamê de xaknîgariya Rojavayê Kurdistanê ji hev qut û lawaz kir, û guhertina demografî lê çê kir, û hebûna Kurdan li wan herêman lawaz kir, di qonaxa duyem de piştî ku erêkirin ji bo encamdana êrîşeke rasterast wernegirt, ew li ser planeke nû kar dike û bi şêweyekî din fişarê dike, ku bi alîkariya Rûsiya û Îranê hewil dide bi zora topbarana ji dûr ve, bi êrîşên Dronan, bi gefan û bi nêzîkbûna ji hikûmeta Sûriyê, hêza kurdan li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ku di dest Rêveberiya Xweser de mayî jî lawaz bike, û hêdî hêdî wan neçar bike, da ku herêmên xwe radestî hikûmeta Sûriyê bikin.

Heta niha hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê beşek ji wê plana xwe ya nû cîbicî kirine, ew jî, piştî gefên Tirkiyê yên dawiyê ji bo encamdana êrîşeke nû, Hêzên Sûriya Demokratîk neçar bû ku careke din rê ji hikûmeta Sûriyê re veke, ku hêzên xwe yên leşgerî û çekên giran wekî topxane, rokêtavêj û tankan li herêmên Şehbayê, Munbicê û Kobanî belav bike, û zêdebûna wan hêzan û hebûna Rûsya li wan herêman, bi xwe lawazbûneke ji Rojavayê Kurdistanê re, ji ber ku wekî hêzên hikûmeta Sûriyê li ser daxwaza Hêzên Sûriya Demokratîk û erêkirina Rêveberiya Xweser têne wan herêmên Kurdî, wek wê û li ser daxwaza wan jî naçin û dernakevin, û ji bo hikûmeta Sûriyê belavkirina hêzên wê li herêmên Kurdî, wekî destkeftin tê hejmartin.

Berxên Kêrê... Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî li bazara hikûmetên Sûriyê û Turkiyê û li ser asta navdewletî jî, kaxeza herî erzanin û malê serjêkirinê ne, beşek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Rêvberiya Xweser rikê xwe kirine rikê Tirkiyê, û sûde ji waneyên berê Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê wernegirtin û xwe ji bo şer û cengê amede dikin, û hîn jî hêviya xwe ji hespê seqet yê Amerîka û şerê DAIŞê qut nekirine, û hîn bawer nebûne ku bi şerê Tirkiyê re nikarin biserkevin û wê destkeftên di dest de mayî jî bi erzanî derbidin, beşek ji Kurdan jî hîn di xwen û xeyala çaresriya siyasî de dijîn û hêviyan li ser Tirkiyê girê didin, û haya wan jê tuneye ku welatên zilhêz li cîhanê ji çîrokên wan û Opozisyona Sûriyê ya Misilmên Sunne re ne valane, û Ewropa û Amerîka, Rûsya û Çînê bi nakokiyên xwe yên mezintir de mijûlin.

Bê guman di bazara hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê de, û li beramber bicihkirina armanca Turkiyê ya ji bo lawazkirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û nehiştina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk, wê Tirkiyê jî opozisyona Sûriyê li cem xwe lawaz bike, bi teybetî ew çekdarên tûndrew yên Cebhit El-Nusra û bermayên DAIŞê ku Tirkiyê wan wekî çete û murtezeqe ji xwe re bikar tîne, û Oposizyona Ereb ya Misilmanên Sunne ya siyasî jî, ji xwe lawaze û bê bandore û tiştekî wê li ser erdê Sûriyê tuneye, û tenê ji xwe re mûçeyan ji Tirkiyê werdigrin, li welatên cîhanê digerin, û li ser telefizyonan diaxifin, bê ku ti bandoreke rasteqîne li hikûmeta Sûriyê bikin, yanî karê wan tenê bûye karekî ji bo debara jiyanê û berjewendiya kesayetî û tiştek ji bo miletê Sûriyê nakin.

Heger aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê siyaseta xwe bi hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê re zû neguherin û tevahiya hêkên xwe di sellikên herdu aliyan de ji nû ve nejmêrin û siyaseteke nû ji xwe re daneynin, û sûdeyê ji vê helwesta hikûmeta Tirkiyê ya dawiyê ji hikûmeta Sûriyê nebînin, û tiştekî di vê henaseya dawiyê de nekin, wê di siberoja welatê Sûriyê de, rewşa Kurdan gelekî ji berî kirîza Sûriyê xerabtir bibe, wê roj bi roj miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyên xwe yên siyasî bê hêvîtir bibe, û wê koçberî zêde bibe û hejmara Kurdan wê kêmtir bibe, û hestên neteweyî û nasnameya kurd li welatê Sûriyê wê pir lawaztir bibe, ger ku em nebêjin wê nemîne.