Rastî û Xeyal

Di heyama çend salên borî de hêzên Pêşmerge, Asayiş, Banka Navendî û saziyên din ên Herêma Kurdistanê bi rastî nebûne yek. Ev jî li pêşiya gellek tiştan bûye asteng. Niha jî li pêşiya hebûna serokekî giştî û xwedan zagon bûye asteng. Tirsa wê heye ku ev alozî û kirîza ku niha heye, rewşa Kurdistanê ji rewşa heyama “du-îdaretiyê” jî xirabtir bike. dibe ti kes hez neke yan kêm kes hebin bixwazin behsa vê yekê bikin lê mixabin yek ji encamên sirûştî yên vê kirîzê, derketina du-îdaretiyeke kûrtir ji ya berê ye.


 Yek ji encamên sirûştî yên vê kirîzê, derketina du-îdaretiyeke kûrtir e   


 

Di çend salên borî de bihevebûna Herêma Kurdistanê zêdetir mîna pêkvebûneke federalî bûye ne herêmeke yekgirtî. Serokê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê zêdetir sembolîk bûye, helbet ev gotin ji bo serokê hikûmetê jî rast e. Lê eger Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê karîzmatîk nebûna wê çaxê ew desthilata wan ya niha jî tinebû.

Lê Hewlêr, ku paytexta Herêma Kurdistanê ye, bûye nîşana yek-îdaretiyê û fermiyetê ji ber ku yên ku li Silêmaniyê bihêz in yan jî li Dihok û Hewlêrê gotina wan tê guhdarkirin, hemû li Hewlêrê gihîştine hev û adrêsa fermî ya wan Hewlêr e.


Hewlêr bûye nîşana yek-îdaretiyê û fermiyetê  



Gelê Kurdistanê ji ber xebat û doza xwe ya netewî û niştimanî, ku mezintirîn xebat kiriye, milletekî xwedan hişyariya siyasî ye ji ber wê jî pir baş ji rewş û mercên siyasî fêm dike. Ti kesek tine ku hurmeta daxwaziyên qanûnî negire lê çavkaniya qanûnan jî, felsefe û fikir e lewma qanûn ji hizr û siyasetê derdikevin. Parçebûna Kurdistanê parçebûneke cografî ye ji ber wê yekê divê mirov bi hişyariyeke mezin nêzîkî wan mijar û bûyeran bibe ku xetera parçebûnê tê de heye. Jixwe ji ber wê yekê xelk dibêje, bila lîstika parlamenî nebe sedema parçebûnê. Dîsa ji ber wê yekê ye ku gel dixwaze ew qanûnên ku barê wan yê niştimanî hene, bi lihevkirinê bên derxistin û pesendkirin. Welatên cîran û yên ku têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re heye û xêrxwazên kurdan in, dibêjin, divê hûn li hev bikin. Ew jî dizanin ku tevahiya lîstikê li nav parlamentoyê nayê kirin.


Gelê Kurdistanê pir baş ji rewş û mercên siyasî fêm dike  


Tevahiya hêzên siyasî, metirsiya rijdbûna li ser helwestên xwe yên derbarê Serokatiya Herêma Kurdistanê û her mijareke din a hestiyar, fêm dikin. Eger wisa nebûya wê çaxê çima bi hev re hikûmet ava dikirin û dibûn şirîkê desthilatê?

Xetayê kîjan partî û hêza siyasî dibe bila bibe lê li Herêma Kurdistanê rastiyek heye ew jî ev e ku hêzên Pêşmerge, Asayiş û Darayî bi rastî nebûne yek. Eger mirov bi awayekî objektîf rewşê bîne ziman mirov dibîne ku Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê li Hewlêrê bihêz in çimkî li Hewlêrê, PDK bihêztir e û Pêşmerge, Asayiş û Darayî jî herî zêde di destê PDKê de ne, lê eger Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê endamên PDKê nebin lê li Hewlêrê bin, zêde serkeftî nabin. Ev, li ber çavan e û virda-wêda nîne. Ez mînakek din jî bidim. Kursiya Parêzgariya Silêmaniyê; eger salek din kursiya han bibe pişka Tevgera Gorranê lê polîs, asayiş, bank û saziyên din di destê YNKê de bimînin, ew parêzgar zêde serkeftî nabe.


Pêşmerge, Asayiş û Darayî bi rastî nebûne yek


Ev çend sal in qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê heye, wê çaxê mesele ne tinebûna qanûnê ye. Eger guhertina qanûnê îro bûye arîşe dê di rewşek aram de pir normal be. Eger hêzên siyasî jî nekarîn tiştekî bikin wê çaxê gel dikare pir bi hêsanî bike. Ji ber wê jî li gorî min, tişta herî girîng ku divê niha were kirin ew e ku tevahiya sazî û hêzên Herêma Kurdistanê, bi rastî bibin yek. Çimkî eger rewşa ku niha heye, bidome îhtimal heye vê yekbûna nivîşkan jî nehêle.