Bobelata Madeya 13an a budceya Iraqê

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ku ji serê vê mehê ve Herêma Kurdistanê û sektora wê ya petrolê pê re rû bi rû ma, pejirandina Madeya 13an a budceya sala 2023yan a Iraqê ye. Ji bo ku em bizanin çima wiha ye, werin em çavekî li nav hinek xal û bendên vê madeyê bigerînin.

Di xala duyem a benda (A)yê de, Herêma Kurdistanê bi vê yekê hatiye pabendkirin: “Barkirina nefta xam a berhemkirî ji zeviyên Herêma Kurdistanê bo embarên SOMOyê li bendera Ceyhan a Tirkiyê û divê bi kêmanî ji 400 hezar bermîlan ne kêmtir be. Kompanyaya SOMOyê dê wê tibabê bi hemahengî bi Wezareta Samanên Xwezayî re û bi heman mekanîzmayên şirketê hinarde bike.”

Di benda (B)ê de jî wiha tê gotin: “Heke petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan an her bendereke din a fermî ku Wezareta Petrolê diyar dike nehat hinartin, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê wê tibaba petrolê ji bo bikaranîna navxweyî û li gor pêdiviya ku Wezareta Petrolê destnîşan dike, bide Wezareta Petrolê ya Iraqê.”

Di benda (C)ê de jî wiha tê gotin: “Wezareta Darayî ya Iraqê dê mesrefa berhemanîn û veguhestina nefta ku li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn qerebû bike, bê guman nefta ku ji aliyê Wezareta Petrolê ve tê wergirtin. Li wê gorê ku mesrefa berhemanîn û veguhestinê bi tevaya mesrefa berhemanîn û veguhestina neftê li Wezareta Petrolê ya Iraqê re mîna hev be.”

Herî kêm danîna 400 hezar bermîlan dê pirsgirêkeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê çêbike. Heta berî rawestandina hinartina nefta Herêma Kurdistanê di roja 25ê adara îsal (2023) de, asta berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê nêzî 430 hezar bermîlan bû. Ji vê tibabê kêmtirî 400 hezar bermîlan û nêzî 375 hezar bermîlan bi rêya boriyan hatine hinardekirin.

Piştî rawestandina hinardekirin û berhemanîna petrolê ji bo zêdetirî du mehan, bi egereke mezin dê çend mehan bidome heta kompanyayên petrolê bigihin asta berhemanîna xwe ya berî rawestandina hinardekirinê. Ev jî bafikekê dide Bexdayê ku pirsgirêkan ji bo Herêma Kurdistanê çêbike.

Ji ber ku di çend salên borî de hilberîneke mezin di zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê de nehatiye kirin, bi şêwaza xwezayî egera daketina asta berhemanîna wan heye. Ev wer dike ku Herêma Kurdistanê nikaribe di çend meh û salên bê de her roj 400 hezar bermîlan berhem bîne.

Wekî diuxye ku pirsgirêka benda (B) kêmtir e. Ji ber ku heger neft jî nehat hinartin, divê li hundir were bikaranîn. Ev ji ber wê yekê baş e ku nabe berhemanîn di tu şert û mercekê de raweste û çêtir e jî ku ji bo pêdivîyên navxweyî were bikaranîn û li ser hikûmeta federal dimîne çawa li navxwe bar bike, bibe ku derê û ji ku derê hinarde bike.

Lê pirsgirêka sereke ya vê bendê ew e ku ji hêla teknîkî ve hikûmeta Iraqê nikare 400 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê werbigire. Ew jêrxana wê nîne ku bikare hemûyî veguhêze başûr û deverên din ên Iraqê. Guhastina wê tibaba petrolê bi sîtêr û tankeran pêwîstiya wê bi bêhtirî 2500 tankeran heye ku her roj û bê rawestan li ser rêyan bin. Loma ev bend jî dawiya dawîn dibe sedem ku şirketên neftê li Herêma Kurdistanê asta xwe ya berhemanînê kêm bikin.

Ji bilî vê, benda C, benda herî bipirsgirêk e û bobelateke rastîn ji şirketên petrolê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re çêdike. Xerciyên berhemanîna petrolê ji hêla şirketên petrolê ve li başûrê Iraqê ji xerciyên berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê û deverên çiyayî bi gelemperî pir cuda ye.

Ji aliyekî din ve, peymanên şirketên berhemhêner li Herêma Kurdistanê ku ji celebê hevbeşkirina berhemê ne ji peymanên xizmetguzariya şirketan li başûr cuda ne. Li vê gorê jî, şayisteyên diravî yên şirketên neftê li Herêma Kurdistanê bi awayekî darîçav ji şayisteyên diravî yên şirketan li başûrê Iraqê cuda ne.

Li gor peymanên hevparkirina berhemê, şirketên biyanî li Herêma Kurdistanê bi sedan milyon dolar, çi bigire çend milyar dolar hilberîn di blok û zeviyên neftê de kiriye û li beramber vê divê ji dahata neftê sermayeya hilberînê bi dest bixe û paşê bi rêjeyeke li qazanca berhemanîn û hinartina neftê beşdar bibe.

Ger li başûrê Iraqê xerciya berhemanîna bermîleke neftê 10 dolar be, li Herêma Kurdistanê qet nebe 20 – 25 dolar e. Li Herêma Kurdistanê şirket bi sermayeya xwe neftê berhem tînin, lê li başûrê Iraqê bi sermayeya hikûmetê neftê berhem tînin.

Ger qerar be ku şayisteyên diravî yên şirketeke serkar li Herêma Kurdistanê wekî şirketeke neftê li Besrayê werin dayîn, şirketên neftî yên karkir li Herêma Kurdistanê nikarin berhemanînê berdewam bikin. Ew ne bi tenê nikarin sermayeya xwe ya seretayî bi dest bixin, tew nikarin xerciyên berhemanîna neftê jî qerebû bikin.

Li Herêma Kurdistanê ji dahata neftê heta ji %35ê wê tê dayîn ji bo qerebûkirina hilberîna seretayî ya bi milyonan dolarên şirketan û paşê rêjeyeke ku ji %15 derbas nake, ji bo qazanca şirketan tê terxankirin, piştî derxistina xerciyan.

Cihêwaziyeke din ew e ku li başûrê Iraqê ji ber ku zeviyên neftê mezin in û berhemanîna wan a bi sed hezaran bermîl heye, tew heke şirket rêjeyeke kêm ji dahata neftê wekî şayisteyên darayî werbigirin jî, dîsa qezenceke mezin dikin.

Lê li Herêma Kurdistanê zêdetirîn qebareya berhemanîna zeviyan bi kotekî digihîje 100 hezar bermîlan di rojekê de û piraniya wan li jêr 50 hezar bermîlan neftê berhem tînin, heke biryar be bi heman rêjeyê ji dahata neftê wekî şayisteyên darayî werbigirin, tew xerciyên xwe jî dernaxin.

Ji ber vê yekê ye ku heke şirketeke neftê ji %5ê dahata neftê wekî şayisteya darayî bê pê dayin ji bo wê qezenceke berbiçav e. Lê ew %5 ji dahata neftê ji bo şirketeke neftê ku li Herêma Kurdistanê dixebite zirar û ziyan e.

Madeya 13an a budceya Iraqê bi şêwaza demildest dikare şirketên neftê li Herêma Kurdistanê pûç bike û bihêle li îflasê bidin, heke ew jî nikaribin di berhemanîn û hilberîna zeviyan de berdewam bin, bi tu hawî asta berhemanîna nefta Herêma Kurdistanê li nêzî 400 hezar bermîlî cih nagire û dadikeve.

Daketina asta berhemanîna neftê jî li jêr 400 hezar bermîlan ew armanc e ku Bexda lê digere û ew bafik e ku dixwaze ji bo ku xwe ji şandina pişka Herêma Kurdistanê vedize. Zaf cihê sersamiyê ye ku endamên Kurd li Parlamentoya Iraqê rê dan ku ew made tevî bendên xwe bê pejirandin û li şûna wê mijûlî rastkirina hindek bend û madeyên din bûn ku girîngiyeke wan a wisa berbiçav nebû.

 

*Omer Ehmed, Rêveberê Maseya Aborî ya Rûdawê.