Goreya bixwîn a Apê Mûsa Anter

12-07-2022
Kawe Emîn
A+ A-

Dema tu ji Mêrdînê derbas dibî û nêzîkî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê dibî, bi dirêjahîya sedan kîlometreyan, têlên dirikî û li hinek deran jî dîwarên asê hatine çêkirin.

Mazûvanê min Dicle Anter digot qasî tê bîra min, qereqolên tirkan hergav li vî rexê sînor têne dîtin, lê min qet qereqolên sûriyeyî li ser vî sînorî nedîtine.

Zêdeyî sed salî ye Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji rexê Bakurê Kurdistanê re dibêjin Serxet û Kurdên Bakurê Kurdistanê jî ji aliyê Rojavayê Kurdistanê re dibêjin Binxet. Axir, di dema xwe de Almanan xeta trênê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de danî û bajar kirin du beş.

Berê şêniyên her du aliyan, di nav têlên dirikî de hev didîtin û di cejnan de dihatin ser sînor û cejn li hev pîroz dikirin û şîranî davêtin ji hev re, lê niha ji ber dîwarên bilind û dirêj ku Tirkiyê li şûna têlên dirikî ava kirine, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi temamî ji hev veqetiyane, êdî ew nikarin hev bibînin û di cejnan de cejnê li hev pîroz bikin.

Tirkiyê di demekê de vê yekê dike ku dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê û dilxwaza rakirina sînoran di rûyê Ewropayê de ye.

Wek tê qalkirin, dîwarê ku Tirkiyê çêdike, dibe sêyemîn dîwar piştî dîwarê Çînê û dîwarê ku Amerîka li ser sînorê Meksîkayê çêdike ji bo girtina rê li ber koçberên ku dixwazin xwe bi rêya sînorê Meksîkayê bigihînin nava Amerîkayê.

Dîwar bi rastî xofdar in. Par gava ez li Qamişlo bûm û min dîwarê bilind ê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de ji nêzîk ve dît, min baştir fêm kir ku em Kurd di çi halî de ne û em bi xwe nizanin.

Em nagihêjin bajarê Nisêbînê û ber bi hêla bakur dizîvirin. Cade asfalt e û qasî xwe ne xerab e. Em di ber çend gundan re diborin ku şopa şer bi temamî li wan xuya ye. Axir, ew gund di salên 90î de ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibûn wêrankirin, lê di demên dawî de careke din hatine avakirin û şênî vegeriyane. Hindek xanî bi çend sed metreyan dûrî xaniyên hilweşiyayî hatine avakirin.

Em dixwazin serdana gundê Stlîlê bikin, gundê ku tirba Apê Mûsa Anter û muzexaneya wî lê ne.

Apê Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê yê ku 20 kîlometreyan dûrî bajarê Nisêbînê ye, ser bi Parêzgeha Merdînê hatiye dinê, lê di sala 1974an de mala xwe bar dike gundekî din ê nêzîkî gundê xwe bi navê Stlîlê.

Apê Mûsa Anter piştî sala 1985an gelek caran li gundê xwe dima. Axir, piştî ku gelek caran hate girtin û îşkencekirin, westiyabû. Tew biryar dabû heta demekê nenivîse, berê xwe bide çiya û gundan û nola pêxemberan bi şivantiyê dest pê bike. Lewma pêlekê bi xwedîkirina pez û sewêl dadikeve û xema bexçeyê xwe dixwe.

Têkiliyeke xweş bi şêniyên gund re danîbû, niha hejmara şêniyên wî gundî gihaye 6 hezar merivan. Dema ku ez bi gundiyan re li ser Apê Mûsa dipeyivîm, bi jin û mêran ve li ser wî xemgîn û bi xebînet bûn. Yek ji wan jinên ku temenê wê ji pêncî salî zêdetir bû, bi hesret behsa Apê Mûsa dikir û digot ji her tiştî xweştir merivekê henekçî (peyvxweş) bû, nav di me dida ku em bi Kurdî biaxivin.

Piştî sala 1990î, dema Partiya HPê ava dibe û Apê Mûsa wek endamê rûmetê yê wê partiyê tê destnîşankirin, xwîneke nû ya kurdîtiyê di damarên wî de tê û diçe, barê kurdîtiyê radike ser milên xwe, berê xwe dide Stenbola ku ji kurdan re bûye navendeke çandî ya mezin.

Di hemû sazî û dezgehên kurdî de ku mîna kumikan li wir dipengizin beşdar dibû. Enstîtûya Kurdî, Navenda Çandî ya Mezopotamya NÇM, rojnameya Ulke, Yenî Ulke, Welat, Azadiya Welat û gelek saziyên din. Careke din bi rêya stûna wî di rojnameya (Azadiya Welat) de ku bi kurdî dihate weşandin, xwînerên wî bi hevdîtina wî şa dibin.

Vegera li bajêr nabe kelem ku ew car caran serdana gundê xwe bike, belê ew serdana gund dike û diçe serdana kanî û bexçeyê xwe û di bin siya dara pîr a çinarê de ku bi hev re mezin bibûn, hilmeke azadiyê hildimije.

Di wê demê de ku şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê li her qul û quncikeke welêt belav bûbû, gundê Apê Mûsa jî yek ji wan gundan bû ku di bin destê gerîlayan de bû û dewletê bi rehetî nedikarî derbasî wan navçeyan bibe.

Dicle Anter serpêhatiyek vegot ku di dawiya salên 1980yî de qewimiye. Gerîlayan davêt ser kesên navdar û dewlemend û bacên şoreşgerî ji wan dixwest. Yek ji wan kesayetan jî Apê Mûsa Anter e, lê ji bilî ku ji wî karê gerîlayan gelekî hêrs dibe, red dike qirûşekî tenê jî bide wan, mesele digihe asta ku gefa kuştinê lê dixwin.

Ne diyar e ka serkirdatiya PKK bi wî karî dihese yan xwe jê nebihîstî dike, lê kesayetî û navdariya Apê Mûsa wiha dike ku doza lêborînê ji Apê Mûsa bixwazin û mesele digihe asta ku PKKê biryar dide wan kesan ceza bike ku daxwaza pereyan ji Mûsa Anter kiribûn, lê Apê Mûsa di bersivê de dibêje: Ez bi ti hawî ne razî me li ser min ziyan bigihe kurdekê û ez wan efû dikim.

Demek bû qelema Mûsa Anter dewleta Tirkiyê bêzar kiribû û tengijandibû. Hemû awayên ziyangihandinê li ser wî ceribandibûn, nola girtin, biçûkxistin û îşkencekirin. Lê ew teslîm nedibû, lewra divabû bi çi awayî dibe bila bibe xwe ji wî xelas bikin.

Destpêka salên 1990î, yek ji berpirsên diyar û çalak ên PKKê bi navê Hogir, li devera Nisêbînê ku gundê Apê Mûsa jî girêdayî wir e, dibe berpirs. Lazim e Apê Mûsa jî nas kiribe. Wisa dixuye Apê Mûsa hevkariya wî jî kiribe. Lê ji nişka ve Hogir xwe teslîmî dewleta Tirkiyê dike.

Wek li bakur berbelav e, ji kesên ku xwe teslîmî dewletê dikin û dikevin xizmeta dewletê de, ji wan re dibêjin (îtirafkar). Hogir jî dibe îtirafkar û ziyaneke pirî mezin digihîne rêhevalên xwe yên berê.

Wek nas û xizmên wî guman dikin, di serdema Ergenekonê de, dewlet plana kuştina çend kesan datîne, Mûsa Anter jî di nav wan de ye, ji bo her yekî ji wan senaryoyekê datînin, navenda biryar û plansaziyê Enqere ye û îtirafkar jî dibin cîbicîkarên wê planê. Kuştina kurdan bi destê kurdan, xwedî dîrokeke kevnar e û hatiye ceribandin û tê da serkeftî bûn.

Tê gotin ku piştî demekê Hogir têkiliyê bi Apê Mûsa re datîne, wî wiha dide fêmkirin û wî dide bawerkirin ku ew dixwaze dev ji xiyanetê berde û vegere nêv gerîlayan, belkî ew tiştekî jê re bike! Ev jî ji bo wê yekê ye ku belgeyek di destê wan de hebe ji bo pêkanîna tawana xwe.

Apê Mûsa bi gotina Hogirî tê xapandin û dikeve xefkekê de ku felata wî jê tune ye. Dema ji bo beşdariya di konferansekê de, Mûsa Anter li Diyarbekirê ye, Hogir û ekîba xwe têkiliyê pê re datînin û wî bi xwe re li otomobîlekê siwar dikin û diçin wî di nav kolaneke Diyarbekirê de dikujin.

Şehîdkirina Mûsa Anter zûtirkê di rojnameyên cihanê de weşiya. Tê bîra min ku ez wê çaxê li Swêdê bûm, rojnameyan nûçe û wêneyên Mûsa Anter weşand.

Her çiqasî çend kes li ser kuştina Mûsa Anter hatin girtin, lê mesele di nav xwe de winda kirin. Niha 30 sal di ser wê tawanê re diborin û hêj doz vekirî maye. Zêdebarî belgeyan, dewlet bi hênceta kuştina nediyar dixwaze dozê bi temamî bigire û xwîna Apê Mûsa û bi dehan kesên din vala here.

Kujerên Mûsa Anter termê Apê Mûsa nadin nas û xizmên wî, lêbelê bi dizî li gundî wî yê kevin (Ziving) dispêrin axê. Lê Mûsa Anter bi xwe wesiyet kiribû ku wî di bexçeyê mala wî de veşêrin. Piştî salekê bi şertê ku tenê nas û xizmên wî beşdarî dubare veşartina termê wî bibin, dewlet destûrê dide wan ku bi bêdengî gora wî bibin gundê Stlîlê.

Dicle Anter dibêje piştî şehîdkirina bavê min bi du rojan, me xwe ji Swêdê gihand Diyarbekirê. Me zaf hewl da cilên ku di dema kuştina wî de lê bûn bistînin, lê dewletê ew jî ji me re rewa nedît. Bi tenê me ferek goreya wî ya bixwîn wergirt û va me wêneyekî wê di muzexaneyê de bi cih kiriye.

Çiqas li dor Mûsa Anter were nivîsîn hêj kêm e. Axir Mûsa Anter ango nêzîkî sedsalekê ji dîroka gelê kurd. Kêm dadgerên tirk hene ku Mûsa Anter dadgeh kirine û ji tîr, tuwanc û henek û pêkenokên Apê Mûsa filitîne.

Ez ê bi henekekê ji henekên Apê Mûsa dawî li vê mijara xwe bînim, ku hêj bo welatekî wek Tirkiyê rastiyeke beloq e û divê jinûve Tirkiyeke nû were avakirin ku bikare ruhê Apê Mûsa Anteran rehet bike û enerjî û şiyana Mûsa Anteran ne ku di quncikên zindanan de bên asêkirin, lê bikevin xizmeta mirovatiyê.

Carekê dema dîsa Apê Mûsa Anter dadgeh dikin, dadger pir fişaran li Mûsa Anter dike û dixwaze bi wî bide piştrastkirin ku ew ketiye şaştiyê û çêtir e ji bîr û baweriyên xwe yên li ser kurdan û Tirkiyê poşman bibe, dibêje Mûsa Beg tu li gayê har siwar bûyî!

Apê Mûsa berê xwe dide dadger û jê re dibêje: Qurban Tirkiyeya ku tu behs dikî wek zarokê nexweş e. Rojekê jinek zarokê xwe dibe cem doktor û dibêje, cenabê doktor zarokê min felc bûye, çavê wî nabîne, kerr û lal bûye, çi nexweşî hene bi wan ketiye, ez di bextê de were çareseriyekê ji min re bibîne. Doktor gava wan gotinan dibihîze û zarok bi çavê xwe dibîne ji jinikê re dibêje: De rabe here wê odeya han, xwe tazî bike û va ez ê niha werim! Jinik ji doktorî re dibêje: Qurban ez ne nexweş im, zarokê min nexweş e! Doktor dibêje: Ez dizanim, lê êdî dermanê vî zarokî tune ye, çêtir e ez û te zarokekê nû bînin dinê!

Apê Mûsa ji dadwerî re dibêje: Qurban, Tirkiyeya ku tu qal dikî dişibe wî zarokî, derman jê re nîne, werin em Tirkiyeyeke nû ava bikin ku em hemû tê de mirov bin, lê her kes ji me wek xwe tê de mirov be, ez wek kurd û tu jî wek tirk!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst