Serdema nû ya Recep Tayyip Erdogan
Êvara yekşema borî, hîna encam (ên hilbijartina Tirkiyê) bi awayekî fermî nehatibûn ragihandin, zexteke herî mezin li ser telefona Recep Tayyip Erdogan çêbûbû. Nameyên pîrozkirina serkeftina wî û mana wî di posta xwe de bi ser wî de diherikîn û dibariyan.
Erdoganê ku lap berî 20 salan gihaştibû desthilatê, di 69 saliya xwe de şerê xwe yê dawîn kir, ji %52.2yê dengan bi destê xwe ve anîbû, xewna xwe pêk anî û hevrikê xwe Kemal (Kiliçdaroglu) ji qada lîstikê virvirand der.
Di sîstemên demokratîk de, pir kêm in ew serkirdeyên ku piştî 20 salên desthilatdariya bênavber, bikarin careke din di hilbijartinê de bi ser bikevin, lê Erdogan bi ser ket!
Ya ku ez dixwazim di vê gotarê de careke din behs bikim, ne ew sedem in ku hêlan Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve, li şûnê sedemên piştgirî û pêşwaziya mezin a dewletên sîstema herêmayetiyê li Recep Tayyip Erdogan in.
Erdoganê ku di navbera salên 2010 û 2020an de, eynî van dewletan ew wekî dijminê xwe yê serhişk dihesiband û di wê baweriyê de bûn ku piraniya berpirsyariya têkçûna aramiya Rojhilata Navîn ji pişt serê Erdogan e.
Lê niha lap berevajî vê yekê, eynî ev dewlet nemaze Erebistana Siûdî, Îmarat, Misr, Îran û...hwd, di wê baweriyê de ne ku Tirkiyeya Recep Tayyip Erdogan ji bo aştî û aramiya wê rojhilata nû ya ku tê avakirin garantiyeke gelekî baş û girîng e. Ev gotar hewldanek e ji bo têgihiştin û ravekirina vê guherîna radîkal!
Erdoganê nû û tevgerên îslamî
Di êvara yekşema derbasbûyî de, tevgerên îslamî, ji Filistînê heta bi Kurdistanê, berî dewletên Rojhilata Navîn ahengên serkeftina Erdogan li dar xistin û hem bi peyamên fermî û hem jî bi rêya torên civakî kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Di rastiyê de, van tevgeran hîna guhertinên mezin ên ku li Rojhilata Navîn bi giştî û di kesayeta Erdogan de bi taybetî pêk hatine, fêm nekiriye. Ew heta niha jî hilgirên heman wêneyê Erdoganê 10 sal berê ne û pîrozbahî li wêneyekî kirine ku li bal Erdogan bi xwe nemaye û bi dawî hatiye.
Di vê versiyona nû de, Erdogan êdî berjewendiyên bilind ên Tirkiyê nake qurbana xewneke pêknehatî ya avakirina Rojhilata Navîn li ser modela Dad û Geşepêdanê! Ji ber vê yekê, di navbera Îsraîl û Hemasê de, êdî Erdogan Hemasê hilnabijêre. Di navbera Misr û rêxistina Birayên Misilman de, êdî Birayên Misilman hilnabijêre. Di navbera Sûriyeya (Beşar) Esed û Sûriyeya îslamiyan de, êdî Sûriyeya îslamiyan hilnabijêre. Berevajî vê yekê, dê Erdogan bi hemû hêz û şiyana xwe di nava 5 salên bê de hewl bide ku têkiliyên herî xurt bi Îsraîl, Misr û Sûriyê re ava bike.
Êdî çanda sar a dewletê wê yekê dixwaze ku bi çanda germ a şoreşgeran re li hev nake û pê re nabe yek. Ha li vir êdî ev her du çand ji hev cihê dibin!
Erdoganê pênc salên bê kî ye?
Berevajî tevgerên îslamî, dewletên nola Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û Herêma Kurdistanê jî, bi lez û hûrbînî ji Erdoganê serdema nû fêm kir. Tew li benda gera duyem jî neman û her bi kutabûna gera yekem re pîrozbahî li Erdoganî kirin.
Diyar e ku di 10 salên borî de, cengeke sar û dorfireh li navbera Erebistana Siûdî û Îmaratê ji aliyekî ve û Tirkiye û Qeterê ji aliyê din ve li dar bû. Ji Erebistana Siûdî Qiral Selman bi xwe, kurê wî Mihemed, wezîrê derve û balyozê Erebistana Siûdî yê li Tirkiyeyê cuda cuda pîrozbahî li Erdogan kirin. Li Îmaratê jî, serok Mihemed Lawê Zayid û mîrên wîlayetan yeko yeko pîrozbahî li Erdogan kirin.
Em şaş in heger em bawer nekin ku dê ev pîrozbahî bizmarên dawîn di tabûta xewnên xweşkok ên bihara gelên Rojhilata Navîn de bikutin! Em şaş in heger em Erdoganê nû wekî ku heye nebînin. Ango serokê dewletekê ku dê tevî Lawê Zayid, Lawê Selman, Marşal Sîsî û Beşarê Esed, hemû şiyanên xwe bixebitîne ji bo ku Rojhilateke nû ya aram û geşbûna aborî ya dûrî demokrasî, mafên mirov û azadiyan ji nû ve ava bike.
Di 5 salên bê de, êdî siyaseta provakasyon, birîndarkirin û êrîşkirina li ser dewletên Rojhilata Navîn dê bi dawî were û dê bibin 5 salên avakirina piran bi van heman dewletan re. Bê guman dê ev pir jî li ser pişta bizavên îslamî bên lêkirin û dirustkirin.
Dawiya çîroka mezhebperestiyê
Asteke din a pênc salên bê yên Erdogan di serdema nû de ev e: Bidawîanîna sawêra nûnertîkirina cemawerê sunî li Rojhilata Navîn li hember Komara Îslamî ya Îranê ku wekî nûnera cemawerê şîe dihat pênasekirin.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di rêza herî pêşîn a wan serokan de bû ku pîrozbahiyên germ li Erdogan kirin û di wê baweriyê de ye ku ew dikarin bi hev re û wekî du hevparan bi awayekî aktîf beşdarî avakirina Rojhilata Navîn bibin.
Çi kesê ku çavdêriya Îranê ji nêz ve kiribe, dizane ku ji destpêka hilbijartinan ve, îranî qet ne kêfxweş bûn ku Erdogan bi ser nekeve û wer bawer dikirin ku niha ew baştirîn kes e ku dikarin bi hev re bixebitin. Çend rastiyên şênber hîmê vê qinyata îraniyan pêk tînin. Her wisa îraniyan fêm kiriye ku; hem civak û hem jî dewletên Rojhilata Navîn ji nakokiyên Şîe-Sune westiyane û xwestekeke xurt heye ku derbasî eniyeke din bibin û sîstema amadebaşiya Erdogan jî ji bo rûbirûbûna vê eniya nû hazir û amade ye.
Modela siyasî ya Îranê ya ku Reîsî li ser dixebite, ji modela ku Kurê Selman û Kurê Zayid li ser dixebitin qet ne cuda ye û tu pirsgirêka Erdogan jî bi vê modelê re nîne ku ji otorîterîzma bi aramî û geşbûna aborî ve pêk tê. Ji ber vê yekê, êdî qet ne hewce ye ku ew pêçî û tiliyên hevûdin bişkînin!
Dûmahî
Di nava van hemû guhertinên mezin de, fermaneke stratejîk e ku elîta siyasî ya Kurd li Rojhilata Navîn hem ji vê derbasbûnê tê bigihêje û hem jî hemû têkiliyên xwe cardin di bin çavan re derbas bike û bi hûrbînî li ser van pirsên jêrîn bisekine: Vegera li çanda sar a dewletê bandoreke çawa li ser rêçika dîrokî ya Doza Kurd pêk tîne? Hevkariya nû ya dewletên navendî bi hev re teşeyeke têkiliyan a çawa bi Herêma Kurdistanê re radixe ber çavan? Di vê serdema nû de, şensê mana qewareya kurd li Rojava çend e? Çi qasî girîng e Herêma Kurdistanê ji bo xweparastina ji bandorên neyînî yên vê serdema nû, bi rewatiya Bexdayê, ji bo man û xurtbûna xwe şer bike? Gelo di vê serdema nû de, çaxê wê yekê nehatiye ku kurd êdî piçekî mezintir li pirsgirêkên Rojhilata Navîn binêrin û xwe di ser nakokiyên piçûk re hol bikin?
Dr. Adil Baxewan, Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê.