Kevnarxane(Museums): Cihê Ku Kevir Lê Vediguhire Şaristaniyê

 

Yên ku bê paşeroj bin, pêşeroja wan jî çênabe.

Kevnarxane, ronahiya mêjûyî û eynika dîrokê ye.

Kevnarxane, xwedî pêvajokî ye di dîrokek dûr û dirêj de. Tê zanîn ku yekemîn kevnarxane li zanîngeha Îskenderiyê, li Misrê hatiye avakirin. Piştî çend salan jî fikir û ramanên der barê çanda kevnarxanan de li tevayî Cîhanê belav bûye. Roja îroyîn de, gava mirov mêze dike li seranserê Cîhanê de, çi piçûk çi jî mezin be welatê bê muze nayê dîtin. Muze xwedî pircure ne hinek ji wan: yên hunerî, şûnwarnasî, nîjadnasî, jînenîgarî, dîrokî, çandî, zanistî, teknolojî, xwezayî, riweknasî, ajelnasî, folklorî, leşkeri, erdnasî, muzîkî, pişesazî, deryagerî, kevnarxanên ji bo zarokan û hwd.  

Di sedsala 20 emîn ber bi roja îroyîn ve rêmanîbûna kevnarxana bûye tomerî û Cîhanî. Fonksiyonên kevnarxanan: komkirin, belgekirin, parastin, feraşkirin û hêvotin e. Fonksiyona kevnarxanan ku îro jî kifşe ku lêkolîn, komkirin û parastina tiştên girîng yên çandî, civakî, olî û dîrokî ye. Lê belê digel vê yekê di welatê me de kevnarxane (hişmendiya dîrokî, çandî û civakî) hê jî asta Cîhanî de nîne. Mînakek li ser tirba Ehmedê Xanî, ew ne muze ye, tenê buha û hêjayekî civakî ye, lê belê xwedî lê derneketine û der dorê wî nepaqij e. Gelo şaredarî ji bo tirbe û kevnarxanan çi difikirin? Ji bo vê yekê jî lazime ku hemû kes û rêxistinên welêt wan cîhwaran xwedî derkevin û tevî ku zûye, ji bo pêşketina civakî û geştyarî gere lêkolîn, vedan û xebatên hêja bên kirin. Ji ber ku jêderka hemû zanistan û agahiyan bi kevnarxanan tê berbiçav; wekî şano, wêje, hêvojkarî, huner, bijîşkî û hwd. Ger ku lêxwedîderketina wan nirxên çandî çênebe, wê gav ew hêjayiyan wê bikevin di bin destên desthilatdaran û ewê jî wekî nirxên xwe û welatên xwe bidin nasîn.

Ji serdema berê ta roja îroyîn, mînak jî berbiçav dikin ku kevnarxaneyên Kurdistanê ji Kurdan zêdetir di bin kontrola desthilatdaran de bû ye. Muze, ji bo pêşeroja welatekî wekî dibistanekî ye ku gelemperî xwedî perwerde û nirxên çandî û civakî ye. Tê zanîn ku muze an jî kevnarxane, li ser lêkolîn, kom kirin, parastin, hûrnêrîn û nirxandina çandî û civakî xwedî armancên girîng e. Ji bo vê yekê jî ecibandina gel û turîstan kevnarxaneya girîngtir dike.

Kevnarxane, li ser perwerdê û perwerde jî li ser kevnarxanan xwedî bandorên girîngin. Her wiha dîsa kevnarxane ji bo zarok, civan û neslên nû jî di warê naskirina dîrok û civaka xwe de girîng e. Bi rastî jî naskirin û danasîna welatekî dest û mêjiyê zarok û civanan de ye. Dîroka her neteweyekî di kevnarxaneyên wan de raza ye.

Kevnarxane, dibistanek wusa ye ku pêkanîna pêşketina civakê ya der barê zanistî û çandî dike. Bi taybetî jî muze, tiştê ku pêşeroja civakê bi wate dike; nirxên çandî vedikole, dicivîne, pêşan dide, bi belge dike, dijîne û beralî dike ye. Her wiha roja îroyîn de kevnarxane, daneheva civakî ye ku serdan û mêvanan kêfxweş dike û bedewkariyê dike armanca xwe. Di dinya ku her tim vediguhire û pêşvediçe de, kevnarxaneyên hêja her diçe ku bi rêz û bi rûmet dibin sazî û dezgehên girîngtir.

Di kevnarxanan de, dibe ku paşeroj, îroj û pêşeroj bi hev re bên jiyîn. Ew jî ji civakê re dibe hêvojek bêhempa. Armanca perwerdeya ku di kevnarxaneyan de tê kirin ji bo kesên ku wî wargehê ziyaret dikin nasandin, muqayese, rexnekirin û şîrovekirina tiştên girîng e. Her wiha gihandina sentezeke bi buha û xas e ji bo wan tiştan. Ji bilî wan jî hewceye ku di pergala perwerdeyê de ji bo hemû dibistanan û zankoyan di pêvajoya fêrbûn û fêrkirinê de feydeyên kevnarxanan berbiçavbin.

Di rastiya xwe de jî di serî de kevnarxane ji bo komkirina tiştên dewlemendan bû, lê belê roja îroyîn de zêdetir ji bo armancên perwerdeyî tên bikaranîn. Bi kurtasî, lazime ku di hemû cureyên perwerdeyan de kevnarxane bi nexşe û bernameyên taybet xebat û xizmetan bikin û ji bo neslên nû erkên ku dikeve ser wan bicîbînin.

Nîşe: ji ber ku li Tirkiyê di meha Gulan’ ê de ku hefteya kevnarxanan tê pîrozkirin, ev nivîs jî ji bo Kurdên xwedî welatekî bi kevnarxane.