Azadê xizan an dewlemendê kole?

Hûn Jack London (1876-1916) ji pirtûkên wî dibe zanibin. Vîna jiyan, hêvî û berxwedanê dide mirov. Çepgir bû, ji xîzaniyê hatibû, navdarî û dewlemendiya herî bilind tam kir. We ew nexwendibe jî, bi zarokên xwe bidin xwendin.


Di heyama rojnamevaniya xwe de wî li dijî Meksîkayê piştgirî dabû dagirkeriya Amerîkayê. Sedemê wî hebû; "Zordestên Meksikayê gundî diperçiqandin, hemû keda wan dixwarin. Bi Amerîkayê, rewşa wan şerpezeyan baştir bibe". Londonê sosyalîst, ne li nasnameya serdestan, lê li rewşa bindestan dinerî.


Lêkolînerên London, wê helwesta wî wek şaşî û xeletî bi nav dikin. Ji ber ku: Ol, demokrasî an sosyalîzm, bi çi navî be jî dagirkirina welatekî niheqî ye.

 

"Baca Mêtinkariyê"

 

Min ji malpera "siliconafrica.com/france-colonial-tax" girt. Serdem, serdeme tekoşîna netewên bindest e. Azadî weke behîtê, dermanê her tiştî tê hesibandin.


"Azadiya di xîzaniyê de, ji dewlemendiya di koletiyê de çêtir e". Ew gotinên serokdewletê Gîneyê Ahmed Sekou Toure ne, ku wî ji 1958ê heya mirina xwe (1984) serdestiya dîktatorî meşandibû. Gava Toure ji Frensayê serxwebûnê dixwaze, Parîs ji qehrê hêrs dibe.


Sê hezar Frensiyên li Gîneyê, dibistan, nexweşxane, avahî, dermanxane, trimpêl, traktor, çi hebe wê dirûxînin, hespan, çêlekan dikujin, çewlîgan, depo û dikanên xwarinê dişewitînin, bi jehrî dikin.


Afrîkî dibêjin "Bavo wê xirabiyê nekin, soz em serxwebûnê naxwazin". Lê evîna azadiyê rihetî nade wan, rika serxwebûnxwestinê dîsa serdest dibe. Serokê Togoyê Sylvanus Olympio bi vê pêşniyarê çû; "Nerûxînin, emê heqê wan bidin we". Ew û De Gaule, li ser "Baca Mêtinkariyê" li hev dihatin; "Bêşê bide, serxwebûnê bistîne"!


"Bac" ne hindik bû, di mînaka Togoyê de salê %40ê butçeyê dixwar. Yek rê dima: Liberrabûn. Herwiha rêya derbeyan vebû, li neh koloniyên Afrîkayê 22 derbe û gellek serokdewletên ji serê xwe bûyî... Balkêş e; tevî berteka YEyê jî, hê di 2014ê de "Baca Mêtinkariyê" dirijiya Parîsê.

 

Mêtinkariya bi "Azadî, Wekhevî, Biratî" hatî

 

Sê dirûşmeyên şoreşa Frensayê (1789). Frensa ew têgeh birin welatên din. Erka pêşkêşiya şaristaniyê dabûn xwe. Lê wan, "şaristanî" bi çek û xwîn dibirin. Û netewan ji "şaristaniya bi darê zorê" hez nekirin.


Frensa rezervên 15 koloniyên Afrîkayê li bankeya xwe ya navendî digre. Uran ji Nîjer û Gabonê, Kakao ji Perava Diranfîlê diçe. Patronê petrol û gazê, Total e. Li koloniyan frensî jî zimanê fermî ye. Bi gotinên François Mitterand (1957), "Bêyî Afrîkayê, di Sedsala 21mîn de Frensa bêdîrok e."


Vêga Çîn gav bi gav binê koloniyên Frensayê dikole. Erdogan jî çavê xwe berdayê wan, lê ku qelafeta wî têrê bike. Wisa xuya dike, tundrewiya îslamî li koloniyan mehneya hebûna 9 hezar leşkerên Frensayê ye.


Hûnê bêjin ma Frensa çi ye, ka li Îngilistanê binêrin. Rast e. Ya Parîsê, li ber ya Londrayê ne tiştek e. Li Londrayê zêdeyiya peykeran haya mirov dikşîne, bêhtirî yên efserên artêşê ne. Nivîsa li ser wan; "Ji bo demokrasiyê li Mezopotamyayê, li Hindistanê, li Hindîçînê jiyana xwe ji dest da"... Balkêş e; yek jî ji bo mêtinkariyê nemiriye!


Navê Kerkûk û petrolê bûye yek. 1928ê petrola jê pejiqî. Paşê şîrketên Amerîkayê tevlî bibin jî, heya îro bi giranî şirketên Brîtanya û Frensayê (BP û Total), wê petrolê daduqurçînin. Ka bidin ber çavê xwe, 1928ê heya îro... Kî çi bêje bila bêje, her dagirkerî bi sedemê aboriyî dibe.

 

Gotin tê me

 

Gotinên otokratê Afrîkayê hê li îro tên, bi taybetî jî li rewşa me kurdan. Min qala mêtinkariya Parîs û Londonê kir. Ên kêm zêde şaristani tam kirî wisa bin, Xwedê mirov ji ya Enqere û Tehrana biparêze.


Bêguman mijar ne tenê azadiya netewî ye. Bêyî demokrasî, aştî û azadiya civakî, ew seqet e. Heke ne wisa bûya, ji welatên xwedî dewlet însan nedirevîn.


Li Bakur di serdema şaredariyan de, li Başûr di serdema nîvdewletiyê de û li Rojavayê di serdema kantonan de, ku hê berdewan e, em di demokrasî û dadmendiya civakî de li bin man. Ji wêkê jî, Kurdan berê xwe dan koçberiyê. Me di yekê de desthilata tirk ji xwe re kir nimûne, li yên bi dirûşmeyên mafên mirovan li dijî demokrasiyê otokrasiyên bi ferhenga çepgir ava kirin.


Van rojan dîsa daxwaza yekîtiya netewî ji devê me nakeve. Lê bêyî aştiya civakî, bêyî hişmendiya azadiyên civakî û bêyî înîsiyatîfa civakî, yekîtî çênabe û meşa azadiyê naçe serî. Piştî hewqas serpêhatiyan, heke me hê ew fêm nekiribe, çi heyf! Wisa xuya dike, ne tenê em, herêm jî ducanê pêvajoyeke bi daxwazên civakî ye.