Çima kuştina wan rewa ye, lê serjêkirin ne karê civakeke medenî ye? Ma ew medenî tevdigerin ku civakeke medenî bi awayekî “medenî“ ligel wan tevbigere? Ev gotin her dubare dibin: Em ne weke wan in, eger em jî weke wan bikin, ma wê demê çi ferqa me û wan dimîne...herwiha eger em jî weke DAIŞiyan hov bin, wê demê emê piştgiriya navnetewî ji dest bibin....Erê, ev analîzên qurre tên zanîn. Herwiha ev şîretên giranbiha îtirafa ehmeqhesabkirina rojavayiyan e. Lê bila em rihet bin, em jî hez dikin DAIŞî werin serjêkirin, rojavayî jî dixwazin, ji me bêtir jî dixwazin. Lê ya ku em û ew naxwazin, em hez nakin hesabê civakî-siyasî yê van hestên xwe bidin.
Ji wan kesên ku zarokên wan bi destên wan hovan hatine serjêkirin, hatiye pirsîn ka gelo ew çi di vê meseleyê de difikirin? Gelo ew jî li dijî serjêkirina hovên DAIŞê ne? Ewên ku keç, jin û zarokên wan hatin revandin, dest avêtin her tiştê wan, gellek caran li ber çavên wan, gelo ji wan hatiye pirsîn ka ew tevgereke “medenî“ li beramberî DEHŞiyan bersiveke rast ji bo kewandina birînên xwe dibînin? An ji ber “xwîna mexdûran ya vê gavê germ“ ew ne xwedî wê “mezinahiyê“ tên dîtin ku layîqî nevîtiya dilbirehmekî weke Selahedînê Eyûbî bin?
Kî dikare daxwaza kesekî ku DAIŞê mala wî xirab kiribe, kesekî wî serjêkiribe, dest avêtibe her tiştê wî, kî dikare daxwaza kesekî wiha ya tolstandinê ne rewa û dûrî “medeniyetê“ bibîne?
Kurd hertim xwe maka exlaq û xwedanê çanda lêborînê dibînin. Em pesnê xwe bi wê yekê didin bi pirsa ku çi cudahî di navbera me û wan hovan de dimîne dema em jî weke wan bikin. Ferqeke gellekî mezin di navbera me de heye: Me êrişî kesekî nekiriye û serê wan jênekiriye, warê kesî wêran û dagîr nekiriye, me dest neavêtiya zarok û namûsa milletekî, ya civakekê, ya feqîrekî Xwedê ku haya wî ji siyaset û bayê felekê nebe û tenê ketibe derdê debara jiyana rojane.
Erê em Kurd ji yên din baştir in, ma ne? Em ji Farsan baştir in, pêwîstiya me bi wê yekê nîne ku em serokê wan dawetî xwarinê bikin û wan di nav xwînê de bihêlin. Em ji Tirkan baştir in, pêwîstiya me bi wê yekê nîne ku em gundiyên wan li qadan tazî bikin û gû bi wan bidin xwarinê. Em ji Ereban çêtir in, pêwîstiya me bi wê yekê nîne ku em keç û zarokên wan di qesr û koşkên xwe de weke pêlîstokên seksê bikar bînin. Helbet, em xwedî imperatorî û dewletan in, ew jî hov in. Na, em in mezintirîn gelê dinyayê yê bêdewlet. Ew di sedsalên tarî de dijîn, siberoj jî ya me ye. Bi kêmasî ev baweriya me ye!
Bêguman serjêkirina mirovan karekî hovane ye ku gotin jê re nîne. Heta serjêkirina ajelan jî divê di çarçoveyeke qebûlbar de pêk were. Li Ewropayê çendîn qanûn û rênîşan hene ku divê kuştin û serjêkirina heywanan çawa be, da ku êşa zêde nekişînin. Lê mafê kîjan kesê ku êşa serjêkirina mirovekî nêzîkî xwe nejiyabe heye ku bêje divê em weke DAIŞiyan ne hov bin?
Ya rast, DAIŞî ne ku hov in, tenê karê wan hovane ye. Dibe ku civakên medenî kesên ku vî karî dikin hov bibînin, lê ew ji hovîtiyê wêdetir in; ew çêliyên kînê yên serdema modern in, ne çekdarên sedsalên borî ne, ew di nav medeniyetên modern de mezin bûne, mejiyê wan heye, armancên wan û stratejiyên xwegihandina wan armancan hene, hesab û berjewendiyên wan hene. Ew li gor rewşê taktîkên xwe diguherînin, sererast dikin, dikarin xwe veşêrin, dikarin ji bo demekê bêdeng bibin, xwe bikin cîranên baş. Kesên tenê hov – bi wateya peyvê ya xwezayî, ango mîna ajelan - vê yekê nikarin bikin. Kîn û xezeba DAIŞiyan sînoran nas nake, armancên wan ji yên hovan wêdetir in.
Ya rast, her tiştê ku kesekî bi yekî din kir, mafê yê mexdûr e ku heman tiştî bi kesên tewankar bike. Lêborîna li mafê xwe yê tolstandinê tenê mafê yê sitemdîtî ye. Lê ne mafê kesekî sitemnedîtî ye ku xwe li ser pişta sitemdîtiyan “medenî“ nîşan bide.
Ma di pirtûkên hersê olên îbrahîmî (semawî) de nayê gotin ku çav li hemberî çav e, diran li hemberî diran e, ango bersiva rast û pêwîst li hemberî her niheqiyekê, tolstandina bi heman şêwazî ye? Ma DAIŞî ne li gor rêzikên wan pirtûkan dimeşin? Madem ew li gor wan dimeşin, çima bersiv jî ne bi heman awayî li gor wan rêzikan be?
Ji wan kesên ku îro “şîretan“ li Kurdan dikin û li wan heram dikin ku bi awayekî “ne medenî“ ligel ti kesî tevnegerin, hovên DAIŞê û ew Erebên dijminên koka Kurdan ku li benda rojeke weke îro bûn jî di nav de, ji wan şîretkaran kî bûye qurbaniyê xezeba hovên DAIŞê? Kî ji wan hatiye serjêkirin, destdirêjiya zaroka kê ji wan hatiye kirin? Destdirêjî li çiyê wan hatiye kirin? Eger hatibe kirin, wê demê mafê wan e jî ku bibin şîretkar û rehmê li derdora xwe bibarînin. Lê kesekî ku zirar nedîtibe, nabe ku li ser pişta xelkê rehmê li tewankaran birijîne.
Di aliyê siyasî de helbet nabe ku di roja îro de, li ber çavên dinya û alemê, hovîtiya rêxistineke terorê ya komeke gemaran ji me re bibe mînak ku em jî bi heman awayî tevbigerin. Xeyal û navdariya rehma Kurdan li hemberî dîl û dijminan bila her zindî bimîne û bila bibe rastî jî. Lê di aliyê heqîqet û exleqî de ne ji mafê ti kesî ye ku rehm û lêborandinê li ser ti mexdûrê hovîtiyê ferz bike û bêhnfirehiyê ji wan bixwaze.
Mecbûrkirina daqurtandina niheqiyê dubarekirin û mezinkirina wê niheqiyê ye. Yên ku xwedî mafê lêborandinê ne, ew kesên mexdûrên hovîtiya DAIŞê bi xwe ne. Yên ku xwedî mafê rehmê ne li beramberî hovan, her dîsa kes û xizmên mexdûran in. Tenê ew û ne kesekî din. Siyaset bila şanoya xwe li pêş perdeya spî berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse