Goran him ji dêrê bû û him jî ji mizgeftê!

(1)

 

Bijardeyên li ber Tevgera Goran ji bo berdewamiya karên xwe yen siyasî, sînordar in. Ji aliyekî ve rastî qeyrana nasnavê bûye û li ber derzeke din e ku bilez yan dereng, dê her biqewime. Ji aliyekî din ve jî weke modeleke şikestxwarî ya opozîsyonê li Kurdistanê (weke hemû modelên din ên li Rojhilata Navîn), li pey derketina ji vê rewşê digere.

 

Goran li ber durêyaneke çarenûssaz e ku herdu rê jî dijwar in. Yek ji wan ew e ku berdewamiya hebûna xwe ya bi şêweya niha beşdarî hikûmetê bibe û bikare wan xelkên li derdora wê mane bide sekinandin. Bingeha cemawera Goranê, beşeke wan a mezin li dijî wê pêngavê ne, ji ber ku wisa bawer dikin ku Goran di serdema xwe ya zêrîn de ku Serokê Parlementoyê û du wezaretên siyadî jî di destê wê de bû, jê re ti tiştek nehat kirin, niha dê jê rê çi were kirin?

 

Helbet PDK di rewangeya dabeşkirina hemû postan de li gel YNK û hilnegirtina naza wan a zêdetir, dixwaze Goran beşdarî hikûmetê bibe û ji vê zêdetir merameke wê ya din tine. Lê belê YNK wisa bawer dike ku PDK hewl dide Goranê zindî bike, lewma li ser wê yekê dixebitin ku Goran ji hikûmetê dûr bikeve, heta bikarin qûtê wan jî bidin.

 

Rêya duyem a li ber Goranê mana li derveyî desthilat û berdewamkirina di opozîsyonbûnê de ye ku ew jî bi wê serkirdetiya niha ya Goranê nayê kirin. Çimku di hebûna Newşîrwan Mistefa de, paşveçûn û sarbûneke mezin di rêzên Goranê de hebû, çend sal in jî ew lawazbûna siyasî berdewam e.

 

Kesên ku niha hukma tevgerê dikin, ji bilî ku bikarin hebûna xwe ya siyasî biparêzin armanceke wan a siyasî ya diyarkirî tine ye. Herwiha eger weke opozîsyonê jî bikare berdewam bibe, êdî ew rola wê ya birayê mezin nemaye ku berê di navbera du partiyên din de xuya dikir. Lewma ev bijarde jî dijwar e. Bi taybetî jî ku ji aliyê darayî ve jî di rewşeke xirab de ne û şiyana wan a zîvirandina medya û saziyên xwe tine ye.

 

Dawiya dawî meyla Goranê ji bo tevlîbûna hikûmetê bihêztir e, lê di wê de jî hewl didin, wan kesan ji bo hikûmetê bikin namzed ku pêgeheke wan a bilind di nav tevgerê de tinebe û di siberojê de ev beşdarî li ser wan erzantir bibe û bikarin xwe jê dûr bixin.

 

(2)

 

Hikûmeta biçûkkirî

 

Yek ji zirarên herî sereke ya hikûmeta binkefireh, ji bilî ku her dem li ber vekişîna aliyekî yan çend aliyan e û lawaz e, zêdekirina wezaretan bû ji bo razîkirina wan partiyan ku beşdar bûne. Wisa bû ku di kabîneya pêncem de hejmara wezaretan gihişte 42an ji bo birêveberina welatekî 5 milyon kesî! Lewma ji wê serdemê ve bi hezaran kes hatin tayînkirin, zevî û taybetmendî ji wan re hatin dayîn, bi hezaran kes jî tevî ku merc û heqê xanenişîniya wan tinebû, bi gelek pereyan hatin xanenişînkirin.

 

Biçûkkirina hikûmetê û daxistina hejmara wezaretan, her çiqas di demeke kurt de bandor li ser hikûmetê li fermanber û mûçexuran nake, lê rêgirî dike li wê yekê ku hejmareke mezin ji wezîr, cîgir û şêwirmendên payebilind bi mûçe û xanenişîniya payebilind berhem bibin û piştre li ser qûta xelkê bibin bar. Herwiha xerciyeke gelek mezin a rojane jî li ser milê hikûmetê dike. Çar salên derbasbûyî yên kabîneya heştem (piştî şandina wezîrên Goranê û piştre vekişîna partiyên din) îsbat kir ku nîvê wezaretên hikûmetê bi çar wezîran birêve diçin! PDK bi wê hukmê ku serkeftiyê hilbijartinan e, biryara dawî li ser çawanî û çendbûna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide (bi taybetî jî pêkvekirina hinek wezaretan û hilweşandina hinekên din) û bi xwe jî para wê ya mezin têde bibe.

 

Tiştê ku di wê biçûkkirinê de giring e, wezaret ev qas pir û zehf nabin ku partiyên siyasî ji bo razîkirina dilê karbidestên navxwe, postên wezaretan weke îmtiyaz bidin, yan hinek kesan bi ser serokwezîr de ferz bikin, wê demê her partiyek divê kesên xwe yên herî bihêz û şareza bişîne hikûmetê û serokwezîr jî, ku partiya wî piraniya parlementoyê ye, pê razî be. Lewma kabîneya nehem dibe ku bihêztirîn kabîneya hikûmetê be.

 

(3)

 

"Kesê ku tu lê digerî bersiv nade!"

 

Piştî 2ê Cotmehê ve, dibe ku bersiva telefonên piraniya karbidestên YNKê bo PDKê ev bûbe, ku lêgerîna wan bê bersiv maye! Sarbûneke tam bi ser peywendiyên PDK û YNKê de hatiye û qeyraneke kûr a bêbawerî di navbera wan de heye. Malbata Talebanî ku her dem û heta piştî xiyaneta 16ê Cotmehê jî dengê wan digihîşte mala Barzanî, niha ketine derveyî xelekê.

 

Li aliyê PDKê êdî YNK weke partiya pêbawer a serdema Talebanî û rêkeftina stratejî nemaye û heta wisa bawer in ku YNK li hemû wan cihên ku pêwîstiya PDKê bi wan heye, ji paş ve xencerek lê daye û piştre jî hatine cem PDKê û gotine: "Rast e min kir, lê bipirse min çima kir?" li wir jî bi awayekî "hostayî" bi dehan hincetên "taktîkî" bi wan re bûye.

 

Helbet PDK û YNK dê her rûnên, lê PDK êdî ti karekî wî yê stratejîk ê mezin bi YNK û mala Talebanî nemaye, ku weke berê mafûra sor ji bo wan raxe. Tiştê ku nedibû bibe bûye û ji niha û şûnde berevajî gotinên Pavel Talebanî, ev YNK ye ku her divê li pey PDKê bireve!