PDK û PKK



Vê dawiyê kanala TRT a tirkî pirs ji min kir ku ji ber çi pêwendiya di navbera Kurdên Sûriyê û Iraqê de wiha xirab e? Min jî bersiva wan da ku pêwendiya di navbera PKKê û PDKê de xirab e, neku pêwendiyên Kurdên Iraq û Sûriyê. Pirr caran rojnamevan vê cudahiyê li ber çav nagirin.

Weke ku hate ragihandin, PDKê Salih Muslim ceza kir, ji ber ku li Ewropayê xeber dabû, lewma rê nedan ew derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Piştre “şerekî medyayî” di navbera organên girêdayî PDKê û PKKê de derket. 

Wek mînak, ajansa Firat News a li ser PKKê hêzên asayişê yên PDKê tometbar kirin ku navendên PÇDKê girtine, ku PÇDK jî ser bi PKKê ye. Asayişên PYDê jî meha borî baregeha el-Partî li Efrînê girtibûn. Li ser vê yekê jî wê demê serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew karê PYDê rexne kiribû.

PDK, PKKê rexne dike ku bi rejîma Beşar Esed re kar dike. PKK jî PDKê rexne dike ku hevkariya Tirkiyê li dijî PKKê û “şoreşa Rojavayê Kurdistanê” dike. Helbet ev nayê wê wateyê ku PDK li dijî “Rojava” ye û PKK jî li dijî “Başûr” e. 

Sedem jî ew e ku PKK nûnertiya hemû Kurdên Sûriyê yan Tirkiyê nake. PDK jî nûnertiya hemû Kurdên Iraqê nake. Her çiqasî PDK û PKK du bihêztirîn partiyên kurdî ne, lê ev nayê wateya ku ew nûnertiya hemû Kurdan li Iraq, Sûriyê û Tirkiyê dikin. Ji ber ku li wan welatan partiyên siyasî yên din jî hene û li Tirkiyê AKPê gellek dengên Kurdan bidestxist. 

Ew biryara ku PDK derbarê pêwendiyên xwe bi PKKê re dide, ne heman biryar e ku partiyên din ên nêzîkî Îranê weke YNKê didin. Herwiha medyaya Silêmaniyê siyasetên PDKê rexne dike. 

Bi heman awayî hemû Kurdên Tirkiyê piştevaniya siyaseta PKKê li Sûriyê nakin.

Lê belê hinek rojnamevanên Tirkiyê wiha diramin ku PYD nûnertiya hemû Kurdên Sûriyê dike, lê bi rastî gellek partiyên siyasî yên din jî li seranserê navçeyên kurdî yên Sûriyê hene. Ya rast, kesên ku ziyana herî mezin ji van nakokiyên siyasî yên partiyên kurdî dibînin, hevwelatiyên sade yên kurd in.

Eger partiyên kurdî bikarin baştir bi hev re kar bikin, rewşa aborî li deverên kurdî yên Sûriyê pirr baştir dibe û baştir jî dikarin pirsa Kurdên ku dev ji welatê xwe berdidin, çareser bikin. Wê demê arîkariyên mirovî ji aliyê PDKê û PKKê nakevin qalibekî siyasî de. Lê belê di encama siyaset û stratejiyên cuda de, PKK û PDK nikarin bi hev re kar bikin.