Gelo makyaj ji Olaf Scholz re jî pêwîst e?

11-07-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Ala Şalî Almanya Annalena Baerbock Olaf Scholz
A+ A-

Di demekê de ku şêniyên welatên mezin ên Ewropayê wekî Brîtanya û Fransayê mijûlî hilbijartinan û yekalîkirina wê yekê ne ka rastgir an jî çepgir welêt bi rê ve bibin, şêniyên Almanyayê bi tiştekî lap cuda daketine: Makyaja serkirdeyên xwe!

Ev yek ji dûr ve wekî meseleyeke pûç û kelevajî xuya dike, lê heger hûn kitekitên wê binasin, hûn dê tê bigihên ka çima ev mijareke zaf girîng e.

Eşkere bûye ku gelek ji van siyasetvanan pereyên qaseya dewletê ji bo xweciwankirinê bi kar tînin. Her çend beriya hemûyan Wezîra Karên Derve ya Almanyayê û Seroka Partiya Keskan Annalena Baerbock cih digire lê şaş nemînin heger em bibêjin ku kesekî serzelût ê nola Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî gelek pere li ser ciwankariyê xerc kirine û wî ev yek jî bi pereyên gel kiriye.

Alman hêrs bûne. Wek mînak, hêrs bûne çima Baerbockê 136 hezar euro li ser bedewkirina xwe xerc kiriye. Bi ser de jî çend rêwîtiyên kurt di navbera bajarên Ewropayê de bi balafirê kiriye.

Baerbock seroka partiyekê ye ku dengder, bêtir jî ciwan loma piştevaniya wê dikin ji ber ku dibêjin em dê bi serkirdatiyeke xwerû û zikmakî jîngeh û jiyana Almanyayê biguherin.

Her çend Almanya welatê otomobîlên lezgîn û giranbiha ye jî, lê hem dengder û hem jî serkirdeyên Partiya Keskan hewl didin ku çûnûhatina xwe bêtir bi trên û bisiklêtan bikin.

Vêga dema dibihîzin ku seroka wan ji bo rêwîtiyên kurt balafirê bi kar tîne û pereyên xeyalî jî ji bo xweciwankirinê (Ne ku zikmakîbûnê) xerc dike, şaş û metel dimînin.

Bafika Baerbockê ya xerciyên wê yên zêde ew e ku qaşo ew neçar e di rêwîtiyên xwe yên gelek de şehrezayeke ciwankirinê (Kosmetolog) bi xwe re bibe, ji bo ku di derketin û hevdîtinên xwe de "mîna miriyan nexuye."

Her çend, wekî dijberî Demokratên Xiristiyan ev derfet bi kar anî ji bo ku qanûnên nû werin derxistin û sînorek ji xerciyên wisa zêde re ku siyasetvanên Almanyayê bi pereyên milet li ser xweşikkirina xwe mesref dikin were danîn lê rastiyeke din jî heye.

Ev rastî jî ew e ku di serdema kamerayên 4K û derketina zaf û pir li ser torên civakî, wekî mînak, êdî siyasetkar nikarin wekî siyasetkarên salên 80 û 90î bin û zêde guh nedin teşeya rû û porê xwe.

Wê demê şikbûn û fîtozî girîng bûn, vêga xwerûtî û di heman demê de spehîbûn jî girîng in ji bo ku dengder dengên xwe bidin mêr an jineke siyasetkar.

Wek nimûne, li Holendaya cînara Almanyayê gelek kesan li ser televizyonê venedişart ku loma dengên xwe didin partiya rastgir û tundrew a Geert Wilders çimkî serkirdeyê wan xwedî sîtleke spehî ya porê ye!

Di van rojan de jî, li Fransayê min dengê dengderekî bihîst ku digot loma dengê xwe dide Marine Le Penê "Ji ber ku ew hertim xweşik e û kirêt xuya nake."

Tevî van hemûyan jî, ger nûçeyên xweciwankirina siyasetkarên Almanyayê berî pênc hefteyan û berî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê bihatina weşandin, dê bandoreke mezin li ser hê zêdetirbûna dengên rastgirên tundrew ên Almanyayê bikirina ji ber ku xelk dixwazin ku siyasetkar xweşik bin lê ne bi awayekî ku samanekî giştî yê mezin li ser bê xerckirin. Kurdan ji mêj ve gotiye: Her tişt bi xwê lê xwê jî bi mane!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst