Bexda derfet e yan gef e?

Bi dirêjahiya dehan salên derbasbûyî di saykolojiya Kurdan û siyasetmedarên Kurdistanê de Bexda her dem weke gef li ser man û hebûna Kurdan hatiye dîtin, helbet aliyê hember jî heman fikr an nêrîna wan li hember Kurdan û doza gelê Kurdistanê hebûye.

 

Ev du araste û têgihiştinên cuda û dijî hev, wisa kiriye ku bi dehan salên derbasbûyî, bi taybetî ji şikestên sedsala derbasbûyî heta îro, Iraq û Kurdistan rûbirûyî gelek karesatên mezin û dilzîz bibin. Zalbûna vê têgihiştinê, ji bilî kûrkirina karesatan û berdewamiya êş û janan, ti encameke din bi xwe re neanî.

 

Piştî sedsaleke ji dîroka nû ya dewleta Iraqê, gelo dema wê yekê nehatiye ku herdu aliyên pirsgirêkê (Kurd – Ereb) bi gotina helbestvanê Faris Suhrab Sipihrî çavên xwe bişon û bi awayekî din dinyayê bibînin? Gelo berdewamiya siyaset û nêrînên berê careke din me nebe ser heman navnîşana xeletiyên berê?

 

Hikûmetên li pey hev ên Iraqê bi dirêjahiya dehan salên derbasbûyî, hemû şêwazên xwe yên siyasî – leşkerî bi kar anîn ji bo jêbirin û jinavbirina gelê Kurd, an jêbirina şûnasên resen ên vê neteweyê, encamên wê jî ji bilî şer û malwêraniyê ji bo hemû gelên Iraqê û belawelaçûna saman û sermayeya vî welatî û jidestçûna pêgeha herêmî û navdewletî ya Iraqê tiştekî din nebû.

 

Ev rastî ji gelê Kurdistanê re jî piştî referanduma 25ê Îlona 2017an derket ku cîhan di rewşa îro de, ne tenê pêşwaziyê li çêbûna dewleta Kurdistanê nake, herwiha vê pêngavê wisa kir ku heta hêz û aliyên nakokî jî li dijayetîkirina gelê Kurdistanê û têkbirina xewn û daxwazên vî gelî de rijd bin.

 

Gelo niha piştî hemû wan berjor û berjêr û ezmûna talanê, divê Kurd çi bikin? Gelo divê siyaseta derbaskirina rojê bigre ber xwe û weke berê Bexdayê weke gefekê bibînîne? Pirsgirêkan her weke daliqandî bihêle û li ser hev kom bike, an Bexda bike derfeteke nû ji bo bihêzkirina Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan?

 

Bêguman bikaranîna siyaseteke pasîv û neçalak di rewşa niha de bi ti awayî di qezenca Kurdan de nîne, ku çendîn pirsgirêkên daliqandî û çaresernekirî yên sereke hene li gel Bexdayê û divê çareser bikin û ber bi pêşve bibin. Di heman demê de rewşa niha ya zal bi ser Bexdayê de weke lawaziya Bexdayê û nakokiyên navbera aliyên Şîe, nakokiyên Îran – Amerîkayê û hebûna serokwezîrekî pozîtîv ku bi başî pirsgirêka Kurdan fêm dike, wisa dikin ku Kurd bikare di vê rewşê de Bexdayê bike derfet û dikek ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

 

Saziyên siyasî û siyasetmedarên Kurdistanê, divê di rewşa niha de hewl bidin ku pirsgirêkên li gel Bexdayê ber bi aramkirina zêdetir bibin û baweriyê bo peywendiyên aloz ên çendîn salên berê vegerînin û rê nedin ku derfet bibin gef. Berevajî vê, divê hewl bidin ku gefan bikin derfet. Ji bo derbaskirina vê qonaxê, Bexda ew der e ku nabe Kurd weke gef werin dîtin. Divê weke derfetek werin dîtin ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêkan û pêşvebirin û rabûna Kurdistanê.

 

Bêguman ji bo sûdwergertina ji vê derfetê divê Kurd zihniyeta piranî û kemîne û serdest û bindest derbas bibe û xwe ji wê rewşê rizgar bike ku di bin bandora hêz û aliyên Erebî de li Bexdayê weke mêvan siyasetê bike, divê hewl bide weke hêzeke bibandor û xwediyê malê were qadê û sûd ji xeletiyên stratejîk ên berê werbigre û rûpeleke nû di siyasetkirinê de li Bexdayê veke.

 

Ji bo vê mebestê jî, divê Kurd destpêkê rûpeleke nû di nav xwe de veke û xwe ji vê jihevketina niha ku têketiye derbas bike û hewl bide hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li nav parlementoya Iraqê di çarçoveya fraksiyonekê de yek bike, herwiha rûpeleke nû di serederiya li gel serokomar de veke û vê pêgehê ji bo bihêzkirina Kurdan li Bexdayê bi kar bîne.

 

Herwiha tîma wezaretan û parlementoyê ya Kurdistanê ya li Bexdayê bi yek araste û siyaset pêngav biavêje û hevpeymaniyê li gel fraksiyonên din ên li nav parlementoya Iraqê çêbike. Kurd bi bikaranîna siyaseta aktîv û bibandor, divê xwe ji goşegirî û bêdengiya li Bexdaya paytext rizgar bike û li şûna gef, Bexdayê bike derfeta pêşveçûn û bihêzkirina Kurdistanê.