Bulgaristan û çîrokeke serkeftinê
Ferman Salih
Hefteyekê ji bo konferanseke Tora Pevguhertina Nûçeyan a Ewropî – ENEXê, me seredana Sofyaya paytexta Bulgaristanê kir.
Berî ku em herin Bulgaristanê, min digot qey ew yek ji welatên herî paşdemayî yên Ewropayê ye û ez ne zêde kêfxweş bûm. Ji ber ku qasî min li ser welatên Ewropaya Rojhilat bihîstibû, ew welat xerabtirîn mînakên rêvebirinê yên Ewropayê ne û di warê demokrasî û mafên mirovan de jî li pişt welatên din ên Ewropaya rojavayî ne.
Lê di rastiyê de, wêneyê mezin tiştekê cuda bû. Tiştê ku min dît û têbînî kir, di wê dema kurt de ku me seredana her du bajarên Sofya û Plovdivê kir, Bulgaristan ne ew dojeha Ewropayê bû wek ku li ser dihat gotin, li şûnê ji gelek aliyan ve mînakeke serkeftî bû.
Li gor gotina Cîgirê Serokwezîrê Bulgaristanê Atanas Pekanov, ew hemî serkeftin û çîroka balkêş a Bulgaristanê, di heyama 15 salan de hat bidestxistin. Ew di wê heyamê de bi welatên din ên Ewropayê re, di warê çandî de têkilhev bûn û sûd ji ezmûna serkeftina wan wergirtin.
Herçiqasî Bulgaristan endama Yekîtîya Ewropa (YE) û NATOyê ye, lê ne endama Şengenê (Schengen) ye, ji ber vê yekê jî nekariye biçe nav Eurozone-ê (Navçe yan Herêma Euroyê). Lê diravê lev ê bulgarî diravekî xurt e. Hêzdariya diravê wan kiriye ku, her çiqasî dahata takekes kêm be jî, lê li gor welatên Ewropaya Rojava, nirxê guhastin û alavan jî kêmtir e. Niha ew dixwazin bibin endama Şengenê û pereyên wan bibin euro. Heger ev yek pêk were, dê ew welat qonaxeke din jî biçe pêş û bi temamî were vejandin.
Gelo Bulgaristan çawa bû çîrokek serkeftî ya Ewropaya Rojhilat? Bê guman, ev yek bi alîkariya Komîsyona Ewropayê pêk hat, çunke ew hemî rênimayên Komîsyona Ewropayê bi cih tînin ji bo ku bibin endama Şengenê û tevlî herêma euroyê bibin, wek ku Atanas Pekanov di konferansa tora nûçeyan a ENEXê de qal kir, ketina nav herêma euroyê dê Bulgaristanê ber bi qonaxeke din ve bibe û dê li qezenca wan û welatên Ewropayê yên din be jî.
Hikûmeta Bulgaristanê dilgiran e ku hîna nekariye bikeve herêma euroyê. Cîgirê serokwezîrê wî welatî di wê baweriyê de bû ku YE bi awayekê bêberpirsiyarî li hember wan tevgeriyaye, lewma jî dema diçin welatekî din ê Ewropayê, bi çavekê kêmtir li wan dinêrin.
Tevî vê yekê jî YE di warê darayî de pir hevkara Bulgaristanê bû, xasma di dema qeyranan de ku krîza wan a aborî ya herî dirêj çar salan dom kir. Di heyama sê salên borî de jî, ji ber krîza aborî ku cîhan da ber xwe, YE gelekî alîkariya Bulgaristanê kir. Ew jî yek ji wan sedeman bû ku ew welat bihêz ma.
Bulgaristan di krîza koronayê de, li gor welatên din ên Ewropayê, ziyana herî kêm lê ket. Bi rêya networkeke (komxebateke) ku hikûmetê serpereştiya wê dikir, şerê koronayê kirin û ne hikûmet û ne jî opozisyonê rê nedan ku sektora hilberînê bisekine.
Niha hikûmeta Bulgaristanê dixwaze her tiştî bike dijîtal. Di vê yekê de serkeftî bû jî. Her wiha li ser pêşxistin û reforma li dadgehan dixebite. Ya ku hewl didin bikin jî ev e ku rûtînê li dadgehan û pirsgirêkên qanûnî nehêlin ku berê gelek gazin jê dihat kirin. Komîsyona Ewropayê ji bo van pêngavan alîkarî û rênîşanderiyê dide hikûmeta Bulgaristanê.
Yek ji çîrokên serkeftina Bulgaristanê birêkxistina sektora veguhestina giştî ye. Hebûna sîstemeke baş a veguhestina giştî hêlaye ku trafîk û çûnûhatin li hundir û derveyî bajaran û ji bo welatên din jî hêsan be. Her wisa xizmeteke baş jî gihand sektora geştyarî ya wî welatî. Her sal bi sed hezaran geştyar ji welatên din seredana Bulgaristanê dikin ji ber ku girîngiyeke mezin daye sektora geştyarî û her tişt ji geştyaran re misoger kiriye, ji ber vê yekê jî ev sê sal in bajarê Plovdivê li Bulgaristanê bûye paytexta geştyariya Ewropayê, cara dawîn jî li sala 2022yan bû.
Tiştê ku ji bo geştyarekî li wî welatî balkêş be, hebûna cihên çandî û dîrokî û reftara bedew a şêniyên wî welatî bi geştyaran re ye ku meriv hest nake ne ji Bulgaristanê ye.
Berovajî piraniya welatên din ên Ewropayê, şerê Rûsya û Ukraynayê herî kêm bandor li ser Bulgaristanê kir. Çunke wek ew bi xwe dibêjin wan ji zû ve metirsî û gefa Rûsyayê nas kirine û pişta xwe bi gaza rûsî girê nedane. Ji ber vê yekê jî tu qeyraneke sotemeniyê li Bulgaristanê nîne. Vê yekê jî nehêla ku ziyan bigihe aboriya wan û herî kêm bandora wê kirîzê li ser wan pêk were. Wekî din jî, pîşesaziya navxweyî ya Bulgaristanê pêşkeftî ye û di piraniya biwaran de pişta xwe bi xwe girê didin.
Ya herî balkêş jî pêşkeftina azadiya medya û çapemeniyê û vekirina qadeke dorfireh ji medyayê re ye. Ji ber vê yekê jî, yek ji baştirîn kanalên medyayê yên wî welatî kanala bTV-î ye ku kanaleke serbixwe ye û li ser sektora taybet e. Kanala bTV kanala bijare ya piraniya bulgariyan e û bandorê li ser biryarên hikûmeta wî welatî jî pêk tîne.