Hewlêr û Diyarbekir / Nêçîrvan û Öcalan

11-03-2015
Abdullah Keskin‏
A+ A-

Hewlêr bajarê Nêçîrvan Barzanî ye, Diyarbekir (vêga bûye Amed) bajarê Abdullah Öcalan.

Li Hewlêr di ber kîjan avahî û cihê xweşik re biçî, dibên; a Kak Nêçîrvan e. Li Diyarbekir çi mal û xaniyekî mezin çêbibe, dibên ê Öcalan e.


Em di riyeke ba parleman re derbas dibûn, sayaq go, ev riya Kak Nêçîrvan e. Çawa, tenê ew tê re diçe, ji wî pê ve kes tê re derbas nabe? Na, dema tê parleman di vir re tê.

 

Ku tu ji Seyrantepe derbasî nav bajêr dibî li hember Kolorduyê erdek vala heye, digotin “ev ê Serok e, dema li tapûyê memûr bû, ji xwe re kiriye. Piştî derket wê lê qesrekê çêbike.”

 

Yek jê aşiqê şi‘ra qedîm î kurdî û farisî ye, ê din bi feylesof û sosyologên nû re bi pey şopa zemanên kevn ên winda ketiye.

 

Yekî jiyana xwe ya heta niha bi muzakerê derbas kir, ji bav û kalan wekî mîrat jê re ma, ê din bo ku muzakere bike hemû porên xwe spî kir.

 

Yekî televizyonek çêkir, ji wî pê ve kes nedipeyivî, ê din televizyonek çêkir ji wî pê ve herkes dipeyive.

 

Yekî jê 15 sal berê kitêbeke li ser Şama sedsala 19an dixwend, ê din fikriyata xwe li ser bajarên kevn ên sumeriyan ava dikir.

 

Bajarê “qel‘e û minare” ber bi Dubaî -bajarekî mekanîk- ve diçe, Kirklardaxî serî radike li hember sûran, Pira Dehderî têk dibe.

 

Li Hewlêr gotinên herî zêde tên bikaranîn budçe û mûçe ye. Avahiyên herî zêde hotêl, mall, sîte, bînayên esmanî û restoran in. Li Diyarbekir peyvên derdikevin pêş şer û “surec” e. Tu café-restoran bi jimara cigerciyên wê re nake der.

 

Surgunên kurdî ên bi sedan salan xwe dispêrin Hewlêr. Bo xiristiyan û kesên xwe li Iraqê ranagirin dûrgeheke aram e Hewlêr. Diyarbekir wek her carê li gor adedên xwe yên bêyom çûye, gelek caran miamela ku li Şêx Seîd û hevalên wî kiribû li hezkiriyên xwe kiriye, bajarek e ku bejna xwe li ber hemû alayên dinyayê xwar kiriye, lê cihek ji ala Kurdistanê re peyda nekiriye.

 

Hewlêr di tarîxa dinyayê de yekem bajar e ku serokê wê bi mehan e ji wê sengerê diçe wê çeperê lê xelkê wê jiyana xwe ya normal didomîne.

 

Diyarbekir yekem şar e ku xelkê wê li dij rêveberên biyanî serî hildaye, mafe xwe bi dest xistiye lê seroka wî bi zimanê wî nizane.

 

Di tarîxa herdu bajaran de jî kurdî ne serdest bû û kurdî tu caran bi qasî niha serdest û belav nebûye. Li Hewlêr ingilîzî vêga bi kurdî re di pêşbaziyê de ye. Diyarbekir ji berê bêhtir textê dilê xwe li ber tirkî vedaye, “Vatandaş Türkçe konuş, çok konuş!”*

 

Nêçîrvan Barzanî; serokwezîrê welatekî ye ku xelkê wî hînî kar nebûye, çêkiriye, belav kiriye, lê ji ber ku karkirin tune ye, kultur jî bi hêsanî çênabe.

 

Abdullah Öcalan, ji civakekê re dipeyive ku her dera heywên bi kar tîne, şeveqê ciger dixwe, bo ku civakeke ekolojîk çêbibe gerek e midbex û iklîma Kurdistana Bakur biguhere.

 

Nêçîrvan Barzanî, Nasr’ud-Dewleyê 2. e ku 60 salî li merwaniyan hikûm kir û welat ava kir. Di 10 salan de ji gundekî mezin bajarekî ciwan çêkir.

 

Abdullah Öcalan hê ew derfet bi dest nexistiye. Tesîrek fikrên wî yên li ser demên qedîm wê li bajarvaniyê hebe, vêga ne diyar e.

 

Yekî jê şexsen dinasim ê din tesîr li ser jiyana me tevan kiriye. Herdu bên ba hev bawer im ê ji hezkiriyên xwe gelekî bêhtir li hev bikin.

 

 

* Hawlatî, bi tirkî bipeyive, baş bipeyive, baş bipeyive!” dustûra komara Tirkî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst