Sî û şeş demjimêr li Bexdayê

Bi zimanê din ê Îraqê û bi lojîkeke din “bi zimanê Kurdî û lojîka dewletdarî û serweriya destûrê” ku berevajî “lojîka nedewletî, paşketin û mîlîswariyê” ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careke din li Bexdayê ji hemûyan re got ku Îraq nabe welat heta ku: Li parêzgehekê mûçe mîna vexwarina avê asayî û li parêzgeheke din jî mizgînî û sernûçeya bilez a bultenên nûçeyan be.

Dronên mirinê ji parêzgeheke Îraqê ber bi parêzgeheke din ve werin şandin, siyasetvanên Îraqê ku neviyên serkirdeyên hevçeper ên duh in, li şûna ku rêbaza bav û kalên xwe berdewam bikin, çeperan dijî hev çêbikin û neteweyên Îraqê di nav nakokiyên xwe yên bêhûde de werbikin, rê nedin ku dewleta sazî, destûr û qanûnê were avakirin, heta wiha bin û şikandina destûrê, ferq, cudahî û bêdadmendiyê bimeşînin, dê tenê rikê biçînin û kînê biçinin. Ti welatek jî li ser hîmên rik, kîndarî û cudakariyê ava nabe.

Loma xwediyên “lojîka nedewletê” ne tenê Îraqeke hevgirtî û aram dirust nakin, li şûnê heta ji destê wan were nahêlin Îraqeke bi vî rengî çêbibe û nahêlin hesta hemwelatîbûn û wekheviya bi neteweyên din ên Îraqê re li ba şêniyên Herêma Kurdistanê pêk were.

Axir, ger şêniyên Herêma Kurdistanê di mûçeyê de ku wekhevtirîn maf e, ne wekî hemwelatiyên din bin, dê çawa hest bikin ku di siyaset û birêvebirina welêt de hevpişk û beşdar in!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gelek derfetên din de û dîsa li Bexdayê ev gotin ji hemûyan re gotine lê dibe ku vê carê cudahî ew be ku Îraq vêga zêdebarî pirsgirêkên xwe, ji ber şer û hevrikiyên navçeyê bi kelem û arîşeyên din ên mezin û xofdar daketiye, ger xemeke niştimanî li xwe nexwe û qet nebe: hundirê mala xwe rast neke, pirsgirêkên xwe yên bi Hewlêrê re nedeyne ser rêya çareseriyê, pêşî li şerpezetî û paşketina ewlekariyê negire û rêzê li hikûmet, qanûn û saziyên xwe yên niştimanî negire, nikare xwe li ber karvedana bûyerên navçeyê bigire.

Di kêşeya navbera Hewlêr û Bexdayê de, tevî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih anîbûn û bi rêya şandên xwe zanyarî û hûrgiliyên xwe yên darayî û teknîkî bi dane û hejmaran ji aliyê din re eşkere kiribûn û dihat payîn ku êdî Bexda jî pabendiyên xwe bi cih bîne û pirsgirêk çareser bibe, bêtara mûçegirên bê mûçe û kedkarên bê bazar ên Herêma Kurdistanê êdî dirêjtir nebe û gelê Kurdistanê ji wiha zêdetir berdêla nakokiyên siyasî nede. Lê wer dixuye ku ji bo bicihanîna vê meremê hê jî erkekî girîng û yekalîker mabe.

Ji bo bi temamî vekirina girêka kor û misogerkirina şandina pereyan ji bo mûçeyan û garantîkirina serrastkirina yasaya budceyê û şandina pişkên Herêma Kurdistanê di siberojeke nêz de bi awayekî adetî, pêwîst bû peyam û lojîkeke îqnaker here Bexdayê.

Peyam û xwedî peyameke ku ne tenê karbidest, li şûnê hemû serkirdeyên siyasî yên Bexdayê îqna bike ku çareserkirina vê arîşeya diravî, bi qasî ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, ewqasî jî di berjewendiya Îraq û paşeroja bihevrejiyana neteweyên wê û bihêzkirina yekrêzî û xweragiriya wê ya li hember metirsî û kelemên ku Îraq û navçe dorpêç kirine.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê, serîlêdana wî ya bê cudahî ya hemû kesên ku serdankirina wan di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye, Serok Nêçîrvan hewl da serê hemî kesên ku dikarin li Encûmena Nûneran têrbûn û xweşdebara gelê Kurdistanê erê yan na bikin, nerm bike.

Herwisa hewl da ku giyanê dadperweriyê li cem dadgerên ku dikarin Dadgeha Federal ji bo bicihanîna dadmendiyê û dijî birçîkirina gelê Kurdistanê bixebitînin, han bide. Di heman demê de, piştevaniya xwe ji bo Sûdanî, hikûmet, destûr, qanûn û saziyên niştimanî teqez kir.

Serok Nêçîrvan bi hemûyan re fikirî çawa wisa bikin ku Îraq ji şer û aloziyên navçeyê dûr bimîne. Barzanî cara dawî 36 saetan li Bexdayê ma. Sî û şeş demjimêrên karê gelek, bandora bawerpê, wêrekî û lojîka îqnaker û berhemdar.

Di encama vê kedê û van hewldnan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî arîşeya diravî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de danî ser rêya çareseriyê. Çareseriyeke ku dê ne tenê Herêma Kurdistanê, li şûnê tevahiya Îraqê xwe tê de wekî serketî bibîne.