Yên ku niha desthilata Sûriyeyê ketiye destê wan, ji Ehmed Şer ku serokatiya Sûriyeyê dike, heta digihîje yek bi yekê wan kesên ku kirine wezîr û di dezgehên ewlehiyê û Wezareta Parastinê de postên bilind ên leşkerî bi wan hatiye dayîn, hemû ji malzaroka Qaîdeyê derketine û di nav rêxistinên cîhadî yên tundrew ên Îslamî de mezin bûne.
Ehmed Şer ku berê bi navê Mihemed Colanî dihat naskirin, di serûbenda beriya rûxandina Sedam de, li Îraqê tevlî refên Qaîdeyê bûye. Ji hatina Amerîkayê ya Îraqê ve jî wekî çekdarekî di nav rêxistina Qaîdeyê de li dijî hêzên Amerîkayê û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê şer kiriye. Sala 2006an wekî terorîstekî ji aliyê Amerîkiyan ve hat girtin û 5 salan di girtîgehên Îraqê de ma.
Hevdem bi destpêkirina Bihara Erebî û yekem çirûska serhildana şoreşa Sûriyeyê li dijî rejîma Esed di sala 2011an de, Colanî ji girtîgehê hat berdan. Tevlî şoreşa Sûriyeyê bû û sala 2012an "Eniya Nusrayê" wekî rêxistineke cîhadî ya ser bi Qaîdeyê damezrand û bû emîrê wê rêxistinê.
Paşê bi çend rêxistinên wekî xwe re bû yek û "Heyeta Tehrîr El Şamê" wekî eniyeke mixalefeta çekdar bi serokatiya Mihemed Colanî damezrandin.
Ji destpêka damezrandina "Eniya Nusrayê" heta kêliya kontrolkirina Şamê, di nav wan 12 salan de, gelek bûyer hene ku Colanî û rêxistina wî di serdema Eniya Nusra û HTŞyê de tê de beşdar in, kuştin û talankirina malûmilk, girtin, şkence û zêrandina xelkê, xeysetên darîçav ên reftara vê hêzê bûn.
Ji ber vê yekê jî ji aliyê Amerîka û civaka navneteweyî ve, Colanî wekî kes û rêxistina wî jî wekî komeke terorîst di rêzbenda terorîstên navneteweyî de hatine tomarkirin lê ji ber ku Esed û rejîma wî di komkujiya gelên Sûriyeyê de berdewam bûn, her wiha ji ber rola ku Sûriyeyê di nakokî û hevkêşeyên navneteweyî de fena beşekê ji cemsera Rûsya û Îranê li herêmê dilîst, di senaryoyeke sêhrbazî de di hefteyekê de text û taraca desthilata 50 salî ya malbata Esed pêçan û rêxistina ku heta wê dewranê mîna hêzeke ku metirsiya wê li ser ewlehî û aramiya cîhanê hebû dihat sêwirandin, anîn ser desthilatê.
Wek ku hêzeke medenî ya demokratîk dawî li desthilata dîktatorekî anîbe û derî ji bo veguhastina bingehên demokrasî û azadiyên rojavayî li ber gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn vekiribe, ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê ve qesra serokatiyê ya Şamê bûye trafîka siyasî û her roj şanda welatekî rojavayî peyama piştgiriyê bi wan digihîne.
Maceraya vê bûyerê ji me re dibêje ku ne di siyasetê de û ne jî di helwesta zilhêzên cîhanê de, ti tişt mehal nîne. Loma li ba min ne cihê guman ye eger bibihîzim senaryoyek heye ji bo guherandina DAIŞê bi "Heyeta Tehrîr El-Îraqê", wek çawa Eniya Nusrayê bû "Heyeta Tehrîr El-Şamê", çimkî heman sedemên ku ji bo rûxandina Esed li Sûriyeyê pêwîst bûn, ji bo dawîlêanîna desthilata Şîeyan li Îraqê jî hene.
Herçend ez bawer nakim ku welatên rojavayî di xema azadiya gelan û mafên mirovan de bin, her wiha ez bi guman im ku ji bo çespandina demokrasiyê li welatên rojhilatê jî bicoş bin. Bi rehayî baweriya min ew e ku ew li dûv berjewendiyên xwe ne, pêwîstiya dabînkirina berjewendiyên wan bi wan dirûşman heye, lewra kirine benîştê ser zimanê xwe.
Lê bila em wisa bibêjin ku ez xelet im û rojava bi rastî kelecana demokrasî, azadî û mafên mirovan e, bila em girîmaneya wê yekê bikin ku yek ji sedemên wan guherînên Sûriyeyê, têkildarî siyaseta dîktatorî ya Esed li dijî welatiyan bû.
Ango rewa ye eger heman çaverêkirina me ji bo paşeroja Îraqê jî hebe, çimkî heman zulm û zordariya ku desthilata Şîe wekî dewlet li Sûriyeyê li hemberî pêkhateyên din ên Sûriyeyê kiriye, her wiha heman reftarên ku mîlîşyayên ser bi Hizbulaha Lubnanê, Artêşa Qudsê, Pasdarên Îranê û Şîeyên Efxanî li Sûriyeyê kirine, li Îraqê jî bi vî rengî ye. Bi sedan hezar kes ji Sunneyên Îraqê ji aliyê dewleta kûr a Şîe û komên ser bi Heşda Şebî ve hatine kuştin.
Bila dawî li desthilata Şîe were, wê demê dê derkeve ku girtîgehên Îraqê jî ji girtîgehên Helebê û girtîgeha Seydnayayê ya Şamê ne kêmtir in. Kurd û Mesîhî jî bi awayekî cuda hatine çewisandin ku qet ji bikomgirtin û kuştina bi kom a Sunneyan ne kêmtir e.
Di hevkêşeya navneteweyî û rolgerandina Îraqê li herêmê de, di dabeşbûna bi ser cemserên nakokiyê de, eger ji Sûriyeyê zêdetir xizmeta Îran û eniya dijî rojava nekiribe, rola wê ne kêmtir e. Ango eger were gotin ku pêla rûxandina kelemên li ber berjewendiyên rojava, dê Îraqê jî li xwe bigire, çima ji bo me ecêb be?
Ya ku li herêmê diqewime, ji zalbûna hegemonyaya Îsraîlê, lêdana li pêgeha Îranê û lawazkirina rola Şîeyan, ji nû ve serhildana Sunneyan, birîna destê Rûsyayê, rêgirtina li hatina Çînê, ji nû ve vegera Ewropa, bikaranîn û bicihkirina komên tundrew ên cîhadî yan her navekî din lê bê danîn.
Dûr nîne ji rastiyekê ku koka pirsgirêkê li ser dîtina bazara aborî û çavkaniyên enerjiyê û rêçên gihîştina enerjiyê bi welatên rojava ye. Eger her yek ji wan sernavên jorîn bibe sedem û bafik ji bo guherînê, lap wekî kirasekî ye ku li gorî bejn û bala Îraqê hatibe dirûtin.
Kelemeke li ber Îsraîlê ye, beşek e ji pêgeh û cemsera Îranê û çavkaniyek e ji bo hegemonyaya Şîegerayî, meydana Îraqê pêwîstiyeke sereke ye ji bo zindîbûna Sunne, bazareke vekirî ye ji bo aboriya Çînê, di bin bandora Rûsyayê de lîstikereke sereke ye ji bo rêgirtina li gihîştina gazê bo Ewropayê.
Wekî Sûriyeyê, opozîsyon û hêzeke medenî ya demokratîk ku bibe alternatîf ji bo şûngirtina desthilata Şîe li Îraqê nîne. DAIŞ jî nola Eniya Nusrayê, hêzeke cîhadî ya tundrew a Sunne mezheb e. Tekane cudahiya wan di wê yekê de ye ku Eniya Nusrayê ku paşê bû "Hêzên Tehrîra Şamê", erdnîgariyek di destê wan de bû.
DAIŞ niha ji bilî şaneyên raketî, hêzeke wê ya çekdar a belawela û nediyar heye û erdnîgariya sereke ya çekdarên wê jî, girtîgehên di bin desthilata hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de ye.
Di van guherînên Sûriyeyê û encamên piştî hatina ser desthilatê ya "Eniya Nusrayê" de, zextên li ser hêzên Kurdî jî diyar in, ku ne dûr e yek ji sedemên sereke yên wan zextan ji bo vekirina derî li ber çekdarên DAIŞê be ku wekî hêzeke amade ya nivistî 10 sal in hatine ragirtin.
Piştî guherînên Sûriyeyê, daxwazî û zexteke zêde li ser Îraqê jî hatiye danîn ji bo hilweşandina wê hêza ku li ba desthilatdar û lêvegerên olî yên Şîe bi hêza pîroz hatiye binavkirin. Rexnegirtina li reftarên vê hêzê wekî derbaskirina xeta sor hatiye sêwirandin, çi bigire ku mijar were ser daxwaza hilweşandina wê.
Lewra ji bo desthilata Şîe ya Îraqê, biryara hilweşandina Heşda Şebî wekî biryara vexwarina piyaleya jehrê ye ku nemana wê hêzê, zemînê ji bo rabûna hevrikên wan berdest dike. Mana wê jî hincet û bafika Sûriyebûna Îraqê ye. Loma di her rewşekê de çaverêkirina ketina Îraqê, çaverêkirineke nêzîk e, çi hêzeke medenî desthilatê bigire dest an jî DAIŞ wek Desteya Tehrîra Îraqê ji bo anîna ser desthilatê were amadekirin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse