Hevdîtinên nayên zanîn yên Mesûd Barzanî û Celal Talebanî li gel Qeddafî

11-01-2021
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Celal Talabani Muammer Qeddafî Kurd Dewleta Kurdî Kurdistan Doza Kurd Lîbya Pirtûka Kesk
A+ A-

Prof. Dr. Kadrî Yildirim

Nêrînên balkêş ên Qeddafî li ser doza Kurd, hevdîtinên wî yên gelek nayên zanîn li gel Serok Barzanî û Mam Celal Talebanî ku berhema wî “Pirtûka Kesk” wergerand Kurdî

Piştevaniya bo doza Kurd li her platformê û piştgiriya bo damezrandina Dewleta Serbixwe ya Kurdî yek ji aliyên balkêş ên Serokê Lîbyayê Kolonel Maummer Qeddafî bû ku piştî 42 sal rêveberiyê roja 20ê Cotmeha 2011an di serhildanên li wî welatî de hat kuştin. Li ser vê mijarê bi zimanên Erebî 2 berhemên girîng jî hatine nivîsandin.

Ji wan berhemên ku herdû jî bi navên “el-Kaddafi ve’l-Kadiyyetu’l-Kurdiyye (Qeddafî û Pirsa Kurd)” hatine belavkirin, yek ji aliyê Sabir Alî Ahmed û ya din jî ji aliyê Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê yê berê Felakeddîn Kakeyî ve hatiye nivîsandin. Taybet jî Sabir Alî Ahmed di berhema xwe de li ser vê mijarê zanyariyên girîng dide. Di vê nivîsê de hem ji vê berhemê û hem ji hinek berhemên din em dê hinek beşan bidin.

Hevdîtinên wî yên li gel Serok Mesûd Barzanî û Mam Celal ku pirtûka wî “el-Kitabu’l-Ahder (Pirtûka Kesk)” ji Erebî wergerand Kurdî û gotinên wî yên di wan hevdîtinan de yek ji aliyên Qeddafî ye ku di çarçova doza Kurdî de zêde nayên zanîn.

Fikra avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdî ya Qeddafî bo çareseriyê

Roja 1980an ajansên nûçeyan ên navdewletî bi rêya Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê ev nûçe pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kirin:

“Li gor zanyariyên Ajansa Nûçeyan a Lîbyayê, Kolonel Muammer Qeddafî ragihand ku rêya çareserkirina Pirsa Kurd ji avakirina Dewleteke Serbixwe ya Kurdî derbas dibe û ev dewleta ku dê bê avakirin li Rojhilata Navîn pêwîst e li gel dewletên Erebî, Îran û Tirkiyê di nav lihevkirinê de be û got: Piştevaniya min a bo Têkoşîna Kurdî ne bi niyaza rikberî an dijminkariya welatên Erebî, Îran û Tirkiyê ye. Berevajî wê, piştevaniya min ji ber baweriya min a bi hebûna axa Kurdan û lewma pêwîstiya ku li gel welatên Erebî, Îran û Tirkiyê di nav tifaqê de bin. Divê em Kurdan ji bo avakirina dewletekê li ser axa xwe azad bihêlin û derfeta wê yekê bidin ku di bin sîwanekê de li hev kom bibin. Kurd xwe neçar dibînin ji bo têkoşîna li dijî dewletên ku ew dorpêç kirine û mafên wan ên rewa înkar dikin.” (1)

Li ser pirsa; `avakirina Dewleta Kurdî li naverastra devera Ereban li Rojhilata Navîn dê pevçûnan zêdetir bike!?` Qeddafî ev tişt gotin:

“Têkoşîna Kurdan ji xwe dê berdewam bike heta ku di bin sîwanekê de li hev kom dibin û dewleta xwe ya serbixwe ava dikin. Lewma tişta ez dikim, nîşandana rêyeke çareseriyê ye ji bo pirsgirêkeke ku heye.” (2)

Qeddafî roja 21/03/1985an jî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya “es-Sefîr” a Lubnanî, derbarê Pirsa Kurd û mafên rewa yên Kurdan de ev tişt gotine:

Kurd çima şer dikin? Ji ber ku ji berê ve qewmên din li wan bûne bela. Kurd netewekî serbixwe ne lê ne li Iraq û ne jî li Îran û Tirkiyê otonomiyeke wan nîne. Kurd ku divê di vê herêmê de dewleteke wan hebe, pêwîst e li gel gelên Ereb, Tirk û Farsan birayên wekhev bin.” (3)

Peyama Mesûd Barzanî ku bo Qeddafî şandibû bi boneya gotinên wî yên li ser Kurdan û mafên wan ên rewa di kongreyekê de sala 1986an

Roja 15/03/1986an li Hola Gel a Trablusê di bin dirûşma “Têkoşîna Civakî û Hevgirtina Şoreşger a li dijî Terora Faşîst, Paşverû, Nijadperest, Siyonîst, Emperyalîst” kongreyeke navdewletî bi beşdariyeke berfireh birêve çû. Ji Sûriye, Îran, Kuba, Vîetnam, Etîyopya, Koreya Bakur û ji welatên din ên li dijî emperyalîzmê 300 şand di kongreyê de amade bûn. Qeddafî gotara destpêkê ya kongreyê pêşkêş kir û di beşa derbarê Kurdan û mafên wan ên rewa de ev tişt gotin:

“Gelê Filistînê li pey firokeyên Amerîkayê ye, gelê Lubnanê li keştî û firokeyên Amerîkayê dide, gundên Kurdan ji nexşeyê tên rakirin. Di vê kongreyê de li ser navê gelê Kurd ku mafên wan ji aliyê dewletên cîranên wan ve tên înkarkirin, partî û şandên ciyawaz jî di nav me de hene. Em nikarin vî gelê mezlûm nebînin. Em li kîjan devera cîhanê bin jî divê em mafê Kurdan ê yekgirtin û serxwebûnê biparêzin.”

Di kongreyê de peyama Mesûd Barzanî li ser navê hejmareke pêkhateyên Kurdistanî hat xwendin. Peyama wî wiha ye:

“Ji bo Rêberê Şoreşa Fethê, birayê min birêz Kolonel Muammer Qeddafî,

Ji ber helwesta we ya li beramber Pirsa Kurd di çarçova partî û rêxistinên Kurdistanî di kongreya sala duyem de, ez we silav dikim û ji ber nêrîna we ya bilind a derbarê zext û zilma li ser gelê Kurd, bilind dinirxînim. Piştgiriya we ya bo têkoşîna me, piştgiriyeke bi prensîb û mirovî ye ku beşên din ên gelê Kurd jî bi rêzdariyeke mezin dibînin. Pirsgirêka me heman e. Azadî yekgirtî ye ku nayê perçekirin. Em soz didin ku di têkoşîna we ya li dijî emperyalîzm, nijadperestî, paşverûyî û faşîzmê de em dê li gel we di heman bereyê de bin:

1)Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-Iraq

2)Partiya Demokratîk a Gel a Kurdistanê

3)Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

4)Alaya Şoreşê

5)Yekîtiya Xwendekarên Kurd a Ewropayê

6)PDK-Iraq  ”(4)

Vexwendina Mesûd Barzanî bo Lîbyayê ji aliyê Qeddafî ve di salên 2000 û 2008an de

Roja 18ê Mijdara 2000an di nav zanyariyên ku di malpera “albawaba” ya Erebî de bi manşeta “Qeddafî pêşwazî li Mesûd Barzanî dike” de hatine belavkirin ev hatine nivîsîn:

“Li gor Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Lîbyayê, Rêberê Lîbyayê Kolonel Muammer Qeddafî li Trablusê pêşwazî li Serokê PDKê Mesûd Barzanî kir. Di hevdîtinan de Barzanî dawîn pêşhatên li Kurdistana Iraqê pêşkêş kirin û ji ber piştgiriya wî ya bo gel Kurd spasiya wî kir.”

Di nûçeyekê de ku li hejmara 10807a rojnameya  “eş-Şarku’l-Evsat (Rojhilata Navîn)” ji aliyê peyamnêrê Londonê yê rojnamê ve sala 2008an bi Erebî hatiye belavkirin, ev hatine nivîsîn:

“Li gor zanyariyên ku PDKê li malpera xwe ya fermî belav kirine, li ser vexwendina fermî ya Rêberê Lîbyayê Muammer Qeddafî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda li gel gihiştin bajarê Sîrte yê Lîbyayê. Serokwezîr û Sekreterê Giştî yê Encûmena Gel a Lîbyayê Dr. Baxdadî Mehmûdî jî di nav wan kesan de bû ku li firokexaneyê pêşwazî li şanda Kurdistanê kirin. Paşê rasterast Qeddafî pêşwazî li Barzanî kir. Di hevdîtinê de Barzanî ji ber piştgiriya wî ya bênavber a bo gelê Kurd spasiyên xwe pêşkêşî Qeddafî kirin. Herwiha di civînê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê bi giştî hat gotûbêjkirin û Qeddafî xweşhaliya xwe li hember serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Lîbyayê derbirî.” (6)

Wergerandina pirtûka “el-Kitabu’l-Ahder (Pirtûka Kesk)” a Qeddafî ji Erebî bo Kurdî ji aliyê Mam Celal ve û proseya hevdîtinên di navbera herduyan de

Celal Talebanî sala 1980an berhema Qeddafî ya navdar “Pirtûka Kesk” ji Erebî wergerand Kurdî û bergekî wê wek diyarî pêşkêşî Qeddafî kir. Mam Celal ku di dema serdaneke xwe ya bo Lîbyayê de bergekî wê pirtûkê diyarî wî kir, bi vê boneyê wiha gotiye:

“Birêz Serok, nikarim derbas bibim bêyî amajekirina bi eleqeya xwe û gelê Kurd a ji bo piştgiriya we ya bo pêkhateyên olî û etnîkî yên cîhana Erebî û di vî çarçovê de berhema we “Pirtûka Kesk” ku teoriyên pêwîstiya avakirina dewletên xwe yên netewî ji aliyê pêkhateyên tên çewsandin ve li xwe digire. Bi vê mebestê min pirtûka we ji Erebî wergerand Kurdî. Min silav, rêz û pêzanînên gelê Kurd bo we anîn ku ji lûtkeya çiyayê pêiyê heta çiyayê dawîn li Bakurê Iraqê belav bûne. Ev gel çaverê dike ku hûn bavtiyê bikin û di piştgiriya xwe ya bo tevgera Kurdî nedin de texsîriyê nekin.”

Li ser van gotinên Mam Celal Qeddafî 5 milyon dolar dan wî. (7)

Beşek ji paragrafên gotara rexnegirî ya Dr. Heymen el-Haşimî li jêr in ku di malpera “Şebeketu’d-Difa’ ‘Anis-Sunne” de bi sernava “Peywendiya Celal Talebanî ya li gel Muammer Qeddafî... Dîrokeke Bê Rûmet” ku roja 13/11/2011an belav bûye:

“Li gor weşana Naliya ku televîzyoneke serbixwe ya Kurdî ye, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ji bo Muammer Qeddafî ku 20ê Cotmeha 2011an ji aliyê serhildêran ve hat kuştin û hevjîna wî Safiye û keça wî Ayşe, li cihekî ewle digeriya ku xwe lê veşêrin. Talebanî ev yek li beramber piştiriya mal û çek a Qeddafî bo doza Kurd û gotinên wî ku diyarkirina çarenivîsa xwe weke mafekî rewa yê Kurdan didît, wek wefadariyek dikir.”

Nivîskar gotara xwe ya rexnegirî wiha berdewam dike:

Dîroka peywendiyên Celal Talebanî û Qeddafî, dîrokek e ku nakok û dijrabertî û heta durûyiyê li xwe digire. Talebanî  ku sala 1980an Pirtûka Kesk a Qeddafî wergerandibû Kurdî, di serdaneke xwe ya bo Lîbyayê de bergekî vê pirtûka wergerandibû Kurdî diyarî Qeddafî kir û bi vî awayî peywendiyên di navbera Talebanî û Qeddafî de destpê kirin û her ku çû bihêz bûn. Qeddafî li hember vê xizmetê 5 milyon dolar dan wî. Dema Talebanî pirtûk pêşkêşî Qeddafî kir wiha got...” (Ev gotin ew in ku 3 paragraf berî niha me tomar kirine)

“Wezîrê Derve yê Kurd Hoşyar Zêbarî jî beşdarî Lûtkeya Erebî bû ku Adara 2010an li bajarê Sîrte yê Lîbyayê birêve çûbû. Qeddafî di gotara xwe ya bi boneya lûtkeyê de destpêkê bi şûrê xwe yê Erebî axivî û paşê berê xwe da Hoşyar û got, “Lîbya teqez piştgiriya avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe dike.”

Hoşyar li ser vê yekê bi coş ji bo Qeddafî li çepikan da û rewş nexweş bû. Paşê Talebanî ku ji bo beşdariya lûtkeyê hatibû, çû konê Qeddafî û ji ber piştgiriya wî ya bo avakirina Dewleta Serbixwe ya Kurdî spasiya wî kir û got, “Tu tekane serok î ku vê rastiyê diparêze, lewma em we bi rêzdarî silav dikin.”

 

Çavkanî

1 صابر علي أحمد، القذّافي والقضية الكردية، دار الملتقى للنشر، الطبعة الأولى، ص: 65

2 المصدر السابق، ص:65-66

3 صابر علي أحمد، القذّافي والقضية الكردية، ص: 68

4 صابر علي أحمد، القذّافي والقضية الكردية، ص:78-84

5 "القذافي يستقبل مسعود بارزاني"، البوابة، تاريخ النشر،18 تِشْرِين الثَّانِي / نوفمبر 2000

6 يومٌ في ضاحيةِ روزنكورد/ مالمو.. مِنْ دَفترِ يومياتي: "الكتاب الأخضر في اللغة الكؤدية"، الحوار المتمدن، العدد: 5399، التاريخ: 11.1.2017

7 أيمن الهاشمي، "علاقة جلال الطالباني مع معمر القذافي.. تاريخ غير مشرف"، شبكة الدفاع عن السنة، التاريخ: 11.13.2011

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst