Şerê terorê û gefên Tirkiyê

Her çiqasî Amerîka û Rûsyayê ku hêz û baregehên wan ên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê (bakurê Sûriyê) hene, her wiha Yekîtîya Ewropa û tew Çîn jî li ser astên cuda cuda hişyarî dane Tirkiyê ku nabe êrîşî navçeyên Rojavayê Kurdistanê li bakurê Sûriyê ku li jêr kontrola PYDê ne bike; lê heta niha Tirkiyê her rijdiya xwe li ser plana ku ji bo êrîşa bejayî daniye dubare dike û jê venagere paş.

Di daxuyaniya xwe ya herî nû de jî di roja 3yê kanûna yekem a 2022yan de, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê dîsa tekez kir û got em ê bi kûrahiya 30 kîlometreyan herin derveyî sînorên xwe.

Di aliyê pratîk de jî, Tirkiyê ji 20ê mijdarê ve dest bi êrîşên esmanî bi rêya firoke, dron û moşekan li ser hinek ji wan deveran kir û ziyaneke mezin gihand jêrxana aborî û çavkaniyên enerjî, av û elektrîka navçeyê. Tevî ku li ser asta navdewletî gelek neyar jê re peyda bûn, lê Tirkiyê bê ku guh bide encaman, beşeke zêde ji artêşa xwe li navçeyên sînorî bi cih kir û ji bo destpêkirina êrîşê amade ye.

Bi baweriya hindek çavdêran, ji ber ku di şeş mehên bê de Tirkiyê dê bikeve nav proseyeke hilbijartinan ku ji bo Erdogan û partiya wî hilbijartineke çarenivîsî ye, bi windakirina hilbijartinê dê dawî li desthilat û temenê siyasî yê Erdogan were û serkeftina wî jî dê şens bide wî ku heta dawiya temenê xwe li ser desthilatê bimîne, lewra ew çavdêr vê daxwaza êrîşa li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hilbijartinan ve girê didin û di wê baweriyê de ne ku Erdogan û partiya wî dixwazin bi vî awayî hest û sozdariya piraniya tirkên nijadperest bikişînin hêla xwe.

Dibe ku rastiyek di vê nêrînê de hebe. Dema borî piştrast kir ku Erdogan ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li tiştên ne mimkun jî dide, lê ev ne hemû rastî ye. Çunke ev mijar ji bo Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dualî ye. Bi şerê dijî kurdan çiqasî dengê xelkê ji xwe re zêde dike, li hêla din ji wê rêjeyê zêdetir jî dengan di nav kurdan de ji dest dide.

Tiştê ku wiha kir ji destpêka hatina ser desthilatê ya AK Partiyê statûyeke wê ya xurt di nav dengderên Bakurê Kurdistanê de hebe, ne tenê aliyê olî û bîr û baweriyê bû, lê têkildarî pêvajoya aştîyê û vekirina derî li ber kurdan bû.

Şer, bêîstîqrarî û dijminatiya Kurdan, ji bo Erdogan û partiya wî ziyana wê ji wê yekê zêdetir e ku bixwaze bi rêya şer statûya xwe di nav tirkên neteweperest de xurt bike. Lewma ne pêkan e ku ev pêvajo tenê bi hilbijartinan ve were girêdan. Armanc û stratejiya Tirkiyeyê ji çavberdana wê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dehan sal e di xeyala wê dewletê û karakterên wê yên siyasî de çerx dibe.

Wan bi xwe jî ev yek veneşartiye û li ser astên cuda cuda û di qonaxên cuda de nîşan dane. Di koka xwe de ev sedema nîşandana Pirsa Kurd û tevgerên wê yên siyasî wek teror e. Têgih û konsepta şerê terorê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li ser Kurdan hatiye ferzkirin, di bin pirsê de ye.

Tişta ku der barê şerê terorê li Rojavayê Kurdistanê disêwirîne, ne tenê Kurd, lê hemû cîhan dizane ku Kurd ne terorîst in, hemû cîhan şahidê wê yekê ye ku ji sînorên Rojavayê Kurdistanê metirsî li ser aramî û îstîqrara Tirkiyê dirust nebûye. Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê jî baş dizanin kê alîkariya wan komikên li hundirê Sûriyê dike ku reftar û karên wan mîna yên DAIŞê ne û herêmên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û heya Cerablusê di bin destê wan de ne.

Welatên cîhanê hîna çêbûn û derketina DAIŞê û şerê DAIŞê ji bîr nekirine. Wê danberhevê dibînin dema ku DAIŞê dixwest Kobanîyê dagir bike, balafirên Tirkiyê sînorê esmanî yê Sûriyê derbas nedikirin da li DAIŞê bidin. Lê niha guh nade nerazîbûnên cîhanê û êrîşên hewayî dibe ser jin û zarokên Kurd li Kobanîyê.

Di dîrokê de heta niha hevdengiya cîhanî li ser ti grûp û rêxistinekê qasî DAIŞê dirust nebûye di warê nasandina wê komikê nola rêxistineke terorîst û metirsîdar. Her wiha dijî tu grûpekê qasî DAIŞê bereyeke navdewletî ya dorfireh dirust nebûye. Lê Tirkiyê tekane dewleta di nav NATOyê de ye û li herêmê ye ku şerê DAIŞê nekir. Her çiqasî ew bi xwe dibêje ku wê şerê DAIŞê kiriye û 450 çekdarên DAIŞê kuştine.

Heger biryar be ku Tirkiyê xwe di çepera şerê terorê de bibîne, bersiva wê çi ye li ser wan raporên rojavayî ku digotin Tirkiyê bûye highway (rêya xurt) a daişiyan ku xwe ji welatên Rojava bi rêya firokexaneyên Tirkiyê digihandin refên DAIŞê û şerê mirovatiyê dikirin.

Teknolojiya leşkerî ya Tirkiyeyê bi taybetî di berhemanîna (dronan) de di asteke gelekî pêşketî de ye. Şerê Azerbaycan û Ermenistanê bi xêra dronên Tirkiyê di berjewendiya Azerbaycanê de bi dawî bû. Di şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, ew hemû keştiyên şer, pir û baregehên leşkerî yên Rûsyayê ku ji aliyê Ukraynayê ve hatine armanckirin, bi saya dronên Tirkiyê bû.

Lê Tirkiyê di heyama çar salên şerê berdewam ê DAIŞê de, careke tenê jî ev dronên xwe neşand şerê DAIŞê. Ne wiha tenê, tew ne amade bû çekan jî bide hêzên ku şerê DAIŞê dikirin. Civaka navneteweyî van hemûyan dibîne. Lewma behskirina şerê terorê ji aliyê Tirkiyê ve ku kiriye ala dijminatîkirina kurdan; hemû dewletên dost û neyarên Tirkiyeyê van rastiyan dizanin. Hevpeymaniya Navdewletî Dijî DAIŞê, saziyên nola NY, Civata Ewlehiya Navdewletî ji me kurdan baştir haydarî Tirkiyê ne.

Jixwe jêdera dilgiranî û nerazîbûna hemûyan jî li hember Tirkiyê ev e. Lê divê ew rastî jî li ber çav were girtin ku berjewendî û dostaniya navbera welatan ji wê yekê bêhtir bendewarî jê nayê kirin ku dijî Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin. Divê em Kurd bi xwe van rastiyan baş fêm bikin û em ji bo berevanîkirina li mana xwe, pişta xwe tenê bi xwe girê bidin.