Pete Buttigieg sala 1982an ji dayik bû. Serokê şaredariya bajarê South Bend e li wîlayeta Indiana ya Amerîkayê. Vêga berbijêrekî bihêz ê Demokratên Amerîkayê ji bo hilbijartina serokatiyê ye.
Buttigieg zanîngeha Harvard a navdar xelas kiriye. Dîroka karê konevanî yê Pete vedigere sala 2007an, gava di kampîna hilbijartina Serokê Berê yê Amerîka Barak Obama de wek xwebexş dixebitî.
Sala 2014an efserê Marinez ê welatê xwe bû û dema çend mehan li Afganistanê xizmeta leşkerî kiriye. Di temenê 29 saliyê de dibe serokê şaredariya bajarê South Bend û sala 2015an jî careke din tê hilbijartin.
Pete Buttigieg di rêbendana 2019an de ragihand ku ew ê xwe ji bo hilbijartina serokatiyê ya sala 2020an berbijêr bike.
Heta wê çaxê, Buttigieg tenê kesekî ciwan ê nav Demokratan bû, li ser asta Amerîkayê heta radeyeke zêde nenaskirî bû. Lê bi awayekî zû wek kesayetiyeke karîzmatîk û zîrek di medyayên Amerîkayê de derket.
Kesayetiyeke wî ya balkêş heye. Ji bilî ku axêverekî bişiyan e, dikare bi zimanên spanî, îtalî, maltî, erebî, farsî, fransî û ingilîzî jî bipeyive. Tê gotin ji bo ku bikare pirtûkekê bixwîne ku bi zimanê norwecî bû, xwe fêrî wî zimanî jî kiriye.
Lê giringtirîn xisleta kesayetiya Buttigieg ne şiyana wî ya axaftina bi 8 zimanan e, ne jî bûna wî bi serokê şaredariya South Bend di temenê 29 saliyê de ye, lê belê ew e ku Buttigieg bi awayekî eşkere kesekî hevzayend an jî homoseksuel e. Ji sala 2017an ve hevjînê lawekî bi navê Chasten e. Chastenê mêrê Pete, mamosteyê amadeyî ye û temenî wî 30 sal e.
Buttigieg yekemîn kesê hevzayend ê nav Demokratan e jî ku dixwaze serokatiya mezintirîn zilhêza cîhanê bike. Ew dixwaze rikeberiya kesên wek Joe Biden, Bernie Sanders û Elizabeth Warrenê bike. Buttigieg di dîbeyteke berbijêrên Demokratan de dibêje “40 salên din îcar ez ê bigihim temenê niha yê Biden.”
Pirsa micid di vir de ew e ka gelo Amerîka amade ye serokekî hevzayend hilbijêre? Li gor rapirsiyên dawî, vêga Pete Buttigieg di pileya çarem de ye li nav berbijêrên Demokratan û bi berdewamî jî navdariya di hilkişînê de ye.
Buttigieg dixwaze amerîkî deng bidin şiyanên wî. Bidin ezmûna karê wî wek serokê şaredariya bajarekî ku hejmara şêniyên wî bêtirî 100 hezar kesî ye. Dixwaze hevwelatiyên welatê wî keleman bişikînin û deng nedin kesekî tenê ji ber ku hevzayend e.
Her çiqasî di rapirsiya dawî ya kovara Politico de, ji % 45ê dengderên amerîkî bawer in welatê wan ne amade ye serokekî hevzayend hilbijêre û ji % 40 jî bawer in Amerîka bo wê guherîna mezin amade ye. Beşa zêde ya amerîkiyên çermspî, ewên ku temenê wan di ser 60 salî re ye, dibêjin ew qet deng nadin berbijêrekî hevzayend.
Her çiqasî di rapirsiyeke din a dezgeha Galopê de ew rêje bi temamî cuda ye. Di wê rapirsiyê de ji sedî 78ê dengderan dibêjin ew ê deng bidin berbijêrekî hevzayend. Ew rêje di nava Partiya Demokratan de zêdetir e û gihiştiye ji % 83an.
Meseleya hevzayendîtiyê yek ji pirsên herî mezin li Amerîkayê ye û bandoreke wê ya mezin li ser hilbijartinan jî heye. Demokrat bi awayekî giştî bi temamî piştevaniya hevzayendîtiyê dikin.
Sala 2004an tenê li wîlayetekê zewaca homoseksuelan qanûnî bû. Lê di sala 2015an de, di dawiya serokatiya Barak Obama de û bi piştgiriya wî, zewaca homoseksuelan li temamiya 50 wîlayetên Amerîkayê bû qanûnî. Dîrokzanekî rêbaza hevzayendîtiyê li Amerîkayê dibêje: “Derketina Pete Buttigieg û berbijêriya wî ji bo serokatiya Amerîkayê berî serokatiya Barak Obama tiştekî ne pêkan bû.”
Hejmara konevanên amerîkî ku bi awayekî eşkere hevzayend in di zêdebûnê de ye. Niha sê şaredar û du hakimên wîlayetan û du senator hevzayend in. Pete Buttigieg ji niha ve gelek kelem şikandine.
Heke ew sala bê nikaribe bibe serokê Amerîkayê jî, lê wê meseleyê asayî dike û di xuleke din a hilbijartinan de derfeta hevzayendan baştir dibe.
Di egera bûna wî wek serokê 46emîn ê Amerîkayê de, hingê mêrê wî Chasten Buttigieg wê bibe yekemîn mêrê yekem an “First Gentleman” di dîroka Amerîkayê de. Pete dibêje ew ê her karekî bike ji bo ku dawî li “filmê tirsnak ê Trump” bîne.



