Di navbera zextên ewlehiyê û daxwazên neteweyî de: Çima Ocalan înîsiyatîva Bahçelî red kir?
Bozan Karao
Birêvebiriya Girtîngiha Îmraliyê piştî ku destûr hat dayîn bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, tecrîda nû ya dîsîplînê ya li ser Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan tecrîda 3 mehan birî.
Ev ceza piştî înîsiyatîva serokê Partiya Tevgera Netewperest Devlet Bahçelî hat ku meha borî got bila Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê bêje ku wî Partiya Karkerên Kurdistanê tesfiye kiriye û çekên şervanan radest bike.
Vê destpêşxeriya ku ti gav ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd negirt, meyla hikûmeta Tirkî û hevalbendê wê yê neteweperest nîşan da ku zextê li Ocalan bikin da ku partiya xwe razî bike ku teslîm bibe. Xuya dike ku bi redkirina wî re hat bersivandin, ew bû sedema ferzkirinê cezayê îzolasyonê weke gaveke pêvek ji bo tundkirina kontrola li ser wî.
Rewşa giştî û destpêşxeriya neteweyî:
Cezayê herî dawî di çarçoveya hewleke têkçûyî ya hikûmeta Tirkiyeyê ya bi serokatiya Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) û hevalbendê wê yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) de bû û ji bo ku Ocalan neçar bike ku tawîzeke bingehîn bide, ango nehiştina partiya xwe û dayîna çekan bêyî ku çareseriyên siyasî yên têkildarî pirsgirêka Kurd çareser bikin.
Bahçelî piştre bi eşkereyî ragihand ku ew hebûna pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê nas nakin, ji ber ku "pirsgirêka terorîzm"ê ye ku divê ji holê bê rakirin. Ev helwesta tund, israra hêzên netewperest ên di hikûmeta Tirkiyeyê de ji bo kêmkirina pirsgirêka Kurd tenê ji bo ewlehî û nepejirandina aliyên wê yên civakî û siyasî nîşan dide.
Encamên cezayê dîsîplînê yên nû:
Sepandina tecrîda li ser Ocalan piştî hevdîtina bi biraziyê xwe re, bi awayekî zelal nîşan dide ku hikûmetê ji hewldanên xwe yên dawî re bersivek ji wî nedîtiye.
Eger înîsiyatîvê xwestiye ku Ocalan neçar bike ku dest ji çalakiya çekdarî berde, bêyî ku li ser çareseriyeke siyasî tevbigerin, bersiva ku bi tecrîdkirina wî hat, nîşana têkçûna wî ya ji van şertan e.
Ger nîşaneyên erênî yên qebûlkirina însiyatîvê ji aliyê Ocalan ve bûna, dihat payîn ku dewleta Tirk rê li ber pêwendiya pê re veke, ne ku wî tecrîd bike.
Ji ber vê yekê, ev ceza dikare wekî piştrastkirina redkirina wî ya ji zextan re were hesibandin û nîşana bêtehemûliya hukûmetê ye ku Ocalan wekî sembola serhildanê dibîne ku divê were rakirin.
Di navbera çareseriya ewlehiyê û redkirina çareseriyên siyasî de:
Siyaseta tecrîdê ya dubare beşek ji stratejiya hikûmetê ye ku bi rêya bikaranîna amûrên zexta ewlehiyê bi Ocalan û PKKyê re mijûl bibe, di heman demê de paşguhkirina her rêyeke siyasî ya rastîn a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ali Tirkiyeyê.
Ji dema rawestandina danûstandinên aştiyê yên sala 2015an, xuya ye ku hikûmetê bi piştgiriya Partiya Tevgera Netewperest ku vîzyonek li ser bingeha "derxistina" her hewldanên çareseriyê pejirand, heya ku ew teslîmbûna partiyê û bêçekkirina tam garantî nekin.
Ev meyla daxwaza hikûmetê ya bêdengkirina Ocalan û astengkirina her bandora wî ya di nav derdorên Kurd de nîşan dide, bi taybetî jî bi zêdebûna bandora neteweperestan a li nava Tirkiyeyê re, ku her cure naskirina pirsgirêka Kurd red dike.
Di dawiyê de, biryara tecrîda nû ya li dijî Abdullah Ocalan, têkçûna hewldana zextê ya li ser wî nîşan dide ji bo dayîna tawîzên ku dê Partiya Karkerên Kurdistanê bêyî berdêla siyasî biqede.
Îsrara dewleta Tirk a li ser paşguhkirina mafên siyasî û neteweyî yên Kurdan û daxistina vê pirsê tenê ji bo babata ewlehiyê, stratejiya tund a ewlehiyê ya ku ji aliyê hikûmetê ve di mijara pirsgirêka Kurd de hatiye pejrandin dubare dike.
Ocalan tevî tecrîda li ser wî jî weke semboleke siyasî ye ku bandora wê nayê paşguhkirin ku bi zext û mueyîdeyan re danûstandinê dike rêyeke ku di demeke dirêj de encamên wê ne diyar in.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)