Bipeyive da ku ez te bibînim

Dr. Aras Ebdilkerîm

Navnîşana li jor gotina navdar a Sokrates e ku ji şagirtên xwe re got, dema ku di gotûbêja bi wan re himehim û gotinên nezelal bihîstin.

Her kes li pişt ziman û komek îfadeyan radiweste û bi saya wan xwe, baweriyên xwe, cîhanbîniya xwe û tewra kesayetiya xwe jî nîşan dide. Ji mêj ve hatiye gotin ku "Mirov sindoqeke girtî ye, kilîda wî zimanê wî ye."

Li hêleke din û piştî zêdeyî 200 salî Dostoyevskî dibêje, "Dibe ku di hundirê mirov de tiştek hebe ku bi dengûdorê neyê fêmkirin. Nefikire te ez nas kirime tenê ji ber ku te dengê min bihîstiye."

Dibe ku pêşî ev gotin berovajî gotina Sokrates were şîrovekirin lê piçek lêhûrbûn bes e da ku em zanibin ku ev ne berovajî gotina Sokrates e lê berdewamiya wê ye, ji ber ku ne şert e her derbirînek di asta axaftinê de be, merema min axaftina giran e, di heman demê de ne merc e her axaftin bi rastgoyî hatibe bilandin.

Lewra ez dixwazim behsa gotara roja yekşemê ya Nêçîrvan Barzanî ku li Hewlêrê pêşkêşî cemawerê partiya xwe kir, bikim.

Dûrî hunera xapandina coşdar û zirzî û xirecirê, bi lojîka belge û rastiyan diaxivî, bi hêminî û zimanekî nerm û dûrî webaya ku mixabin hê ji destpêkê ve pêsîra vê kampanyaya hilbijartinê girtiye û em nizanin dê heta çend pileyên ji sedî hilkişe.

Bi tevahî bawerî, cîhanbînî û rêbaza siyasî ya ku jê bawer dike îfade dikir. Ev axaftin dixwaze ji te re bibêje, "Ev ez im, bi xwe, rabirdû û nihaya xwe û ez bi vî rengî jî li paşerojê dinêrim."

Axaftinek ku yê ku wê pêşkêş dike wêneyê wî bi xwe ye wekî ku heye, ne sêwirandina kesên din bi awayekî ku ew dixwaze. Ew dabaşa cîhanbîniya rêbaza siyasî ya xwe û partiya xwe dike, ne şîrovekirina rêbaza siyasî ya ti aliyê din bi dîtina xwe ye.      

Di rastiyê de, axaftineke ku bi berdewamî xwe bi sêwirandina kesên din mijûl bike, ne axaftin e ji ber ku ew ji bilî xwe her kesî nîşanî te dide. Ev lojîka axaftinekê ye ku bixwaze xwe veşêre. Axaftineke ku ji derketin û eşkerebûna xwe ji bo derve bitirse.

Axaftineke bi vî rengî tenê kesên din amaje dike û xwe li pişt yên din melisandiye. Axaftinek e li şûna xwenîşandana bi rastî û belgeyan, mijûlî xweveşartina di nav mij û morana xirecir û qerebalixiya wêneyên kesên din de ye.          

Niha kampanyaya hilbijartinê ji bo nîşandana karakterên siyasî yên cuda û ji bo dîtin û nirxandina wan dikeke mezin e.

Tiştê ku rawestiyayî li ser dikê dimîne û tiştê ku tê dîtin ew kesayetî ye ku bi zelalî û bi aramî dibêje, "Ez ev im û ev bawerî û rêbaza min e", wekî ku me di gotara Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê de bihîst.

Kesayetiya Nêçîrvan Barzanî ji bo partiya wî sermayeyeke mezin e. Ev ne pesindan ne jî mezinkirin e, li şûnê, ji nîşandana rastiyekê wêdetir ne tiştekî din e.

Tewra karîzmaya vê kesayetiyê sînorê partiya wî bi xwe jî derbas kiriye û ji aliyê kesên din ên derveyî PDKyê ve jî bi berfirehî tê qebûlkirin.

Ev jî bi nêrîna min ji wê rastiyê tê ku yên din dizanin ku bi dîtina Nêçîrvan Barzanî wateya yên din jî heye û di nav bêwateyî û nebûnê de nehatine noqkirin.   

Loma zehmet e ku em karibin gotareke vî serkirdeyî bibihîzin ku xwe bi tevna coşa nelojîkî û qîr û hewarên bêwate û rast û çep anîna yên din pêçabe. Ji xwe, ew ser bi rêbaz û cîhanbîniyeke siyasî ye ku çavkaniya wê tolerans, hezkirina jiyanê û welatparêzî ne.

Lewra gotara wî ya roja yekşemê ku pêşkêşî cemawerê partiya xwe li Hewlêrê kir, her çend ji bo kampanyaya hilbijartinê bû û bi armanca serxistina lîsteya partiya xwe bû jî dîsa jî ser bi cîhana şaristanî, demokrasî û toleransê bû.

Ev encama bîr, bawerî û kesayeta wî ye. Ji xwe, ne bê bingeh bû ku carekê hevalekî min ê nivîskar li Silêmaniyê ji min pirsî, "Erê bi rastî, kak Nêçîrvan qet hêrs dibe?!"

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)