“Bû êvar ro li me çû ava”

10-10-2020
Abdullah Keskin
A+ A-

Li Binxetê, Kurdistana Sûrî, aded e, dê û bav bi navê zaro, keç û kurên xwe tên binavkirin. Dibe ku ev ji “Ebû”ya erebî hatibe nav me. Ereban ev bi “ibn” (kur) telafî kirine lê ev li ba me zêde tune. Wek navê xwe ku pêşî Binxet bû, piştre bû Kurdistana Sûrî, vê dawiyê pir guherî; pêşî bû Başûrê Piçûk, piştre Başûr Rojavayê Piçûk, ne bi dilê wan bû, bû Başûrê Rojava, demekê bû Rojavayê Kurdistan, piştre bû Kurdistana Rojava, dûre Kurdistan çû Rojava ma. Navên piştre ku ne pêwist e em bilêv bikin, hiştin ku Rojava bi me tevan şêrîn bibe. Wek navê xwe ew jî destpêkê bi dê û bavîtiya xwe bi nav bûn, navdar bûn. Bavên naskirî bi keç û kurên nenaskirî hatin binavkirin. Bavê Felek kî ye? Mihemed Şêxo ye. Teşbîhek tune di vir de, navê qîza wî Felek e û em Mihemed Şêxo, ne bi feleka ku bo wê dinale dinasin, em ji Feleka qîza wî ku me ne dîtiye, ne bînaye dinasin; wî bi wê nav dikin; Bavê Felek! Serê we tevlihev nebe, mijar ne Mihemed Şêxo ye.

Dibe vê yekê ji ber ku têr nekiribe, bûbê sebeb ku navê wî yê destpêkê bê guhertin, Bavê Zoro; (ku ew -Zoro- jî hunermend û tembûrjenekî pir jêhatî ye) bi wê nema, bû mîr, Mîrê Tembûre. Lê bi destûra Zoro û kurdên me yên Rojava, ezê navê wî deynim, Mîr û Bavê Romantîzma Kurdî!

Ku heta niha we fam nekiribe ez behsa kê dikim, ji kerema xwe, dev ji vê nivîsê berdin, nexwînin.

Sernivîsa nivîsa yekem “Dengê Jibîrbûyiyan” bû, piştre dilê min ranegirt, min go çi zû, kesên nejibîrkirinê nabe ewqas zû bên jibîrkirin, min guhert. Lê min dît ku ew xetên di navbera me de, ne tenê ji têl û mayinan pêk tên, wan hidûdan em ji hev zêde nêzîk, pir dûr kirine.

Di rojên pêşî yên salê de, li vir, li Stembolê ez çûm serdana wî, ev dîtina min a dawî bû, a rast min nedît, min nexwest wî di wî halî de bibînim, min nexwest ew kesê ewqas li xwe miqate, li ser ranzeyê nexweşxaneyekê dirêjkirî bibînim, dengê wî yê ji “welatekî ta welatekî” dihat, ji deh metre nêzîk ve nedihat, li Zeytinburnu li wê nexweşxanê tevî ku kesî nedixwest qebûl bike, me tevan dizanîbû ku rewş xeter e. Li wir, li cafeyê ji kû derket nizanim lê min yekser behsa wê strana wî ji Zoro û xwişka xwe, keç û kurê wî re kir ku herdu jî hunermend in, herduyan jî got, stranek bavê me ya wisa tune, ez heyirî mam û ketim nav bîranînan. Ketim psîkolojiya wê keçika di stranê de, çûbûm dîtina dostê xwe, li wir bû lê min nedîtibû.

Strana ku min behs dikir, çîrokek evîndariyê bû, ez li YouTube lê geriyam, min peyda nekir. Wek Zoro gotî ne ya wî jî be, min di hişê xwe de wek a wî qeyd kiriye, piştî vê saetê qet nikarim biguherim. Ji çavê keçekê dibêje, ji rojan pêncşem e, “her pêncşem civanê min û dergîstiyê min bû, vê pêncşemê nizam çima xuya nebû, ez diçûm lê digeriyam ka bê li kû ma, ji mi’r gotin ne îro ew zave bû.” Piştî 30-40 salî di ser bihîstina wê re, li Stembolê li mala xwe hê jî carna sibehan bi vê stranê şiyar dibim, bi xemgînî radibim, gotinên wê tev li ser zimanê min in: “Niza rast e, yan derew e, ne durist e ji xeynî min ji xwe re bîne.” Derdikeve, gava çavê wê pê dikeve jê re dibe, “ser xêrê be” û ya di dil de dihêle. Van mînakan ji bo çi didim; dixwazim bêjim ku tasawura min, ne tenê a min, a nifşê me û çend nifşan bi van stranan çêbû, me jiyana xwe di bin siya van çîrokan de ava kir, kurdên Binxetê me bi van çîrok û stranan nas kirin. Rojava bêyî Seîd Yûsif, Mihemed Şêxo nayê naskirin. Me bi wan zimanê xwe, parçeyek ji welatê xwe, xwe nas kir û ev bi awayekî adapteyî vî aliyê xetê kirin. Ji salên 30î heta wan çaxan çavê me li hidûd bûn, berê me li wir bû, tiştên li vir nebûn ji wir dihatin, ne tenê cixareyên amrîkî û eşyayên ewrûpî, çawa salên 30-40î bi wan qaçaxan re “Hawar” dihat, heta salên 80yî band dihatin, Cegerxwîn dihat. Rojava bi awayekî deriyek bû ku vedibû dinyaya modern lê ne biyanî. Di wê modernbûnê de kurdayetî jî hebû.

Tişta Celadet Alî Bedirxan û nifşên wî bi “Hawar”ê kirin, Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizîrî, Tehsîn Taha, Seîd Yûsif, Seîd Gabarî, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran di mûzîkê de kirin. Helbet girîngiyek mezin bi klasîkan û tiştên berî xwe didan, xebat li ser wan dikirin lê wek wan nedinivîsandin, ne ji aliyê ziman ne jî naverokê ve, peyva kurdî ji qesr û qonaxan ber bi ode û kolanan ve birin, ziman û mijarên rojane, biyanî xistin nav nivîsa kurdî. Nesir bi pêş xistin. Nifşa mûsîqjenên ku Seîd Yûsif jî di navê de, mûzîka kurdî ya gelêrî, şer, kilam û stran baş dizanîn, kultûra dengbêjiyê baş dinasîn lê ne dengbêj bûn, mûzîka kurdî ji qonaxa kevn anîn qonaxeke nû, helbet hin guhertin tê de kirin, jixwe her yekê tarzeke xwe ya taybet hebû. Mesela Mihemed Şêxo gelek stranên Seîd Yûsif dibêje, tevî ku gotin û mûzîk yek e, stran pir ji hev cihê ne. Bo ku hûn bizanin ez çi dibêjim, ji herdu hunermendan; Seîd Yûsif û Mihemed Şêxo, li strana “Kê Dinya Hejand” an “Lawiko ez bêrîvan im” guhdarî bikin, wek du stranên cihê ne. Ferqa mezin a Seîd Yûsif ji nifşê xwe û ê berî xwe, bestekar bû, stran çêdikir, ji stranên xwe û hinek stranên folklorîk pê ve tiştek nedigot. Sala 96an ez pê re çûme Unîversîteya Boğaziçi, ez bi Wedat re peyivîbûm, xwest ku bo Kardeş Türküler li wir ser mûzîka kurdî û meqamên wê axaftinekê bike, helbet bi sazê... Min jî werger dikir, hêvîdar im qeyda wê van deman biweşe, heta niha min li ser mûzîka kurdî axaftinek ewqas enformatîf nediye. Meqamên kurdî tev de hem bi gotin hem bi agahî bi tembûrê nîşan dide, dihat ser meqamên mişterek, ferqa di navbera wan de diyar dikir. Pir hakimê mûzîka cîran bû, erebî, mûzîka erebî pir baş dizanî, jixwe demekê li Bêrûdê bi Feyrûz re kar kiribû, bi Semîra Tewfîq re jî ez ne şaş bim hin xebat kiribûn. Hin tema û motîfên oryantal xistin nav mûzîka kurdî. Ji ber wê 1996 dema hat li NÇMya Stembolê konser da hin kesan devê xwe xwahr dikir, “heval bu Arap müziği mi?”, “çok yerel bir müzik bu” digotin. Bi herhal Seîd Yûsif û nifşê xwe Mihemed Şêxo, Ezîz Şakir, Mihemed Şakir, Seîd Gebarî (Temo tiştekî din e û mijara nivîsan e) rê li ber hunermendên nû, wekî Ciwan Haco, Xêro Ebbas, Ebbas Ahmed... vekirin.

Di wê konsera 96an a li NÇMê ku me hemû nas û dostên xwe lê amade kiribûn û em tev çûbûn lê salon nîvî bi nîvî bû û moralê me xirab bûbû, dawiya konserê li wir, li cafeyê me hev nas kir. Jixwe berî werê haya wî hebû. Ji wir yekser em hatin malê. Wî çaxî dor mehekê li ba me ma, me gelek şevbuhêrkên şevên şi’r û stranê li dar xistin. Pir bi rihet li ser tiştekî ku dibû, di wê kêliyê de stranek çêdikir.

Rojekê li malê me li strana “Dev ji te bernadim ta ku sax im li dinê, ew gula ez av dim nahêlim kes biçine” guhdarî dikir, komek kaset ji me re anîbû, di yekê ji wan de bû. Cara yekem min ferq dikir ku di straneke wî de “koro”yek heye, jin û mêr çend kesan pê re digot, lê vedigerand, min go, te orkestrayek ava kiriye. Go orkestraya çi, yek ji van berberê min e, yek dikandarê cîran e, yek tê dixwaze wî hînî sazê bikim; keçik? Keçik jî ji wê taxê, keçeke fille, qîza malbateke suryan bûye, wî çaxî misilmanan destûr nedida qîzên wan stran bêjin. Dikaneke wî ya bandan hebûye, pişt dikanê kiriye wekî stûdyo, hem bi teybên dehserik band zêde kirine, hem jî hemû stranên xwe li wir gotine û qeyd kirine.

Hosteyê axaftinê û nuktedanekî mezin bû. Hem nukte û henekên nav xelkê digotin, hem jî yên xwe bixwe, wek cixare ji cixarê pêxe, gotin li pey hev rêz dikirin. Wî çaxî min hewl da ku hinekan jê binivîsim û min nivîsand jî, dawî qebûl kir ku van tevan bi nivîskî ji min re bişîne û şand jî, van rojên pêşiya me wekî kiteb çap dibin. Helbet vegotina wî ji nivîsa wî xurttir bû, ez poşman bûm ku min deng qeyd nekiriye, piştî me nivîsandin min telefonek jê re kir, li Bêrûdê bû, go, ez tême Stembolê, li Stembolê bilez çû nexweşxanê û mixabin cenazeye wî ji wir derket. Min mûzîka wî li Nisêbînê nas kir lê tevî ku Nisêbîn û Qamişlo bi hev ve bûn, bi salan piştre min ew li Stembolê dît û dîsa li Stembolê xatir jê xwest.

Wî tenê çîrok û stranên evîndarî negotin, ew bira jî hunermendê dema xwe bû, stranên wî ji gelek aliyan ve neynika dema xwe ne. Kêm stranên “siyasî” çêkirin lê pir baş çêkirin. “Kurdistan an neman” gotin û mûzîk a wî ye; “Kurdistan an neman, em kurd li ser ya xwe man, bo Kurdistana rengîn, em tev bûne bi qurban”. Bi Şîrîn re albûmek çêkir ku temayên siyasî û civakî tê de zêde bûn. “Kê Dinya Hejand” jî ya wî ye, bo Mela Mistefa Barzanî çêkir: “Kurd hatin bi dor, bi kotek û zor, rijandin xwîna sor...” Bo dayikên Bakur jî stran çêkir; “Gelî teyrên li esmanan, ku hûn çûne Kurdistanê, lawikê min şoreşvan e, we ev mektûb bidanê.” (Gotinên stranan ji zû ve wek ku di bîra min de mane dinivîsim, biborin eger xeletî hebe.) Mijarên cihêreng ên dema xwe tev de kirin stran, xiste nava civakê de û di guhertina wan de roleke wî ya cidî çêbû.

Min xebera mirina Seîd Yûsif, di trênekê de bihîst ku ji Stembolê ber bi Enqera ve diçû. Yekser gotinên wê strana wî hatin bîra min; “Bû êvar ro li me çû ava, lawiko de em herin malê”. Cenazeye wî ji Stembolê çû Zaxo, li wir bi merasîmeke resmî ber bi hidûd ve birin, li Qamişlo, bajarê xwe, bajarê ku li ser stran çêkirî, “bajarê evînê” bi axê spartin.

Qamişloya ku lê digot, Nisêbîna ku lê guhdarî dikir, herdu jî êdî ne ew bajarên berê ne. Li Nisêbîna wê demê, dibe ku cihê herî bilind bircên hesin ên leşkerî bûn, vêga herder bûye “Yapı İnşaat” û avahiyên beton digihîjin ewran, êdî çavê kesî ne li hidûd e, herkes ji jor de li binê xetê dinere, ew keçên ku wî behsa çîroka wan dikir, êdî xwe li têlan û erdên mayinkirî nadin, nikarin, li seranserî xetê dîwarekî beton î stûr û bilind heye û kes tune ku çîroka wan beje.

Bi çûyina Seîd Yûsif gelek tişt ji me kêm bûn, lê ew gotin û hissên ku bi zimanê me bilind kirin, ê hertim bimînin.

 

(Bo nivîsên din, biçin ser navê nivîskar.)

 

Abdullah Keskin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.