Girî bi kurdî xweş e!

Ziman reh û kok e. Çavkaniya yekem e ku ava zelal a hizr û raman û awayê dîtin û mêzandina li dinya û jiyanê jê diherike. Ziman ew pencere ye ku hişê mirov bi rêya wê li dinya, mirov û tevahiya gerdûnê dinere. Ziman çav e û mirov bêyî ziman kor e. Herçiqasî bi zimanên din li jiyanê binere jî, dîsa kor e. 

 

Bêguman, nabe mirov xwe di sînor û çarçoveya zimanê dayika xwe de asê bike. Divê mirov hertim deriyê xwe di rûyê dinyayê de û di hemû waran de vekirî bihêle. Wek romannivîsê Kurd Bextiyar Elî dibêje “Buhişt jî û dojeh jî herdu jî li derve ne!” Ereb dibêjin kesê ku xwe fêrî zimanê miletekî bike, ji xirabiya wan tê parastin! Mirov çiqasî fêrî zimanên biyanî yên din bibe baş e, lê bi şertê ku beriya her zimanekî biyanî, bi şîrê dayika xwe re zimanê wê jî vexwe û ra û damarên xwe pê tije bike.

 

Celadet Bedirxan bi tundî kurdên ku bi zimanên din dizanin, lê hîn tîpên zimanê xwe qenc nas nakin rexne dike û kurdîtiyê bi zimên ve girêdide û kurdîtiyeke bê ziman ne wek şanazî, lê wek rûreşî û bextreşiyeke mezin dibîne û dibêje: “Bê ziman Kurdîtî ji me re ne rûmet e, lê rûreşiyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ku bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin. Kuro eyb e, şerm e, fihêt e, yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin an jî mebêjin em Kurd in!”

 

Bi her awayî niha rewşa zimanê kurdî bi hemû zaravayên xwe û li hemû aliyên Kurdistanê ji demên berê baştir e. Lê ev rewş hîn jî negihîştiye asta pêwist. Hîn jî ew baweriya bihêz û xurt di navbera mirovê Kurd û zimanê wî de çênebûye. Bêyî vê baweriyê jî dê rewşa zimên her di cihê xwe de bimîne û bi pêş ve naçe. Berî hertiştî û piştî hertiştî divê ev bawerî cihê xwe bi xurtî bigre. Divê însanê Kurd bê tirs û bi pişteke rast xwe bispêre zimanê xwe û bi şiyan û zengînî û dewlemendiya vî zimanî bawer bike. Divê bi kurdî bifkire û edebiyata cîhanî jî bi çavekî kurdî bixwîne û bi rêya wergerê bihêle nivîskarên mezin ên dinyayê bi kurdî biaxivin. 

 

Ziman dahênana mirov a herî sosret, balkêş û giranbuha ye. Lewra ziman bi korsekê yan di demeke kin de nayê bidestxistin, lê pêvajoyeke dûrûdirêj e ku ji zayînê dest pê dike û heta dawiya temenê mirov dirêj dike. Ji bo ziman zelal û paqij bibe, divê beriya wê can ango ruhê mirov paqij bibe û bibe ruhekî kurdî. Divê mirovê Kurd bi kurdî bipeyve, bimeşe, bixwe, vexwe, bigirnije, bikene û bigirî! Divê ji çavkaniyên zimên wek folklora kurdî ya dewlemend, pirtûkên kurdî yên kevin û nû, stranên gelêrî û şeran, edebiyata klasîk û çîrok û dastan û helbestên kurdî yên kesên mîna Cizîrî, Nalî û Xanî têr binoşe heta ava kurdî ruhê wî tije bike û di ser ve here û bi kurdî biherike!  

 

Helbestvan û gotarvan Vejîna Kurd li ser zimanê kurdî bi ruhekî kurdî yê zindî û herikbar, bi kurdiyeke şêrîn wiha dibêje: “Ev ziman wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên min, û ew tîpên latînî dikarin deşt û çiyayên hêviyên min bi ber bikin. Li vî welatî; her tiştek bi kurdî reng dide. Solîn bi kurdî dipişkivin, mêrg û çîmen bi kurdî şîn dibin. Buhar bi kurdî geş dibe û payîz bi kurdî serê xwe dişo. Li ber dergûşan, dayîk bi kurdî dilorînin û zarok bi kurdî dikenin û digrîn. Ji bilî zimanê kurdî, tu ziman nikare tabloyên me bi rengên xweşik wêne bike, germahiya hestên herikî binoşe û wergerîne nivîsandinê. Belê, tenê mirovên ku ji ava kaniya zimanê Kurdî vexwerine û pê sermest dibin dikarin têbighên û binirxînin ku Kurdî deryayeke kûr, fireh û bê dawî ye.”


Dibêjin yekî ji pêxember pirsî, gelo mirovê îmandar dizî û zinêkariyê dike? Dibêjin pêxember gotiye erê, mumkin e bike. Lê dema ew kes ji pêxember dipirse ma gelo mirovê îmandar derewan jî dike, pêxember jê re gotiye na, însanê bawermend qet derewan nake! Gel û milet jî, dikarin bêyî gelek binema û bingehên netewebûnê yên din wek milet û netewe bimînin, lê ev yek bêyî ziman qet ne mumkin e. Seydayê Cegerxwîn li ser vê meselê wiha gotiye: “Vejêne zimanê xwe ey xwendevan. Nebûye milet hîç kesek bê ziman. Tu paqijke zarê xwe şêrîn bike. Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike. Zimanê biyanî dixwînî çira. Zimanê xwe carek naxwînî, bira?”