Cîhana ku Amrîkaya Trump dixwaze

Donald Trump sermayedarê  Amrîkî yê ku di destpêka ragihandina navê  kandîdên serokomaryê şansê serketina wî gelekî  kêm diyar bû, niha bo danasînê weke  kandîdê fermî yê komarîxwazan tenê li hêviya birêveçûna  kombûna wê partyê li bajarê Kîwlend li eyaleta Uhayu yê ye ku dê roja 18ê  meha dahatî pêk were.

Eger  Trump û Hillary Clinton wek  berbjarên dawiyê yên her du partî yên mezinên Amrîka bêne nasîn, dê demê panêl û hevrikî yên wan bi taybetî jî li ser   peywendî yên cîhanî û danûstandinên dîplomatîkên Amrîkaya di bin desthelata van berbjaran de, bi rojan û hefteyan hetanî  20ê Mijdarê bibin manşêtên  medya cîhanî û Amerîkî.

Di rojeva Amrrîka û cîhanê de niha jî nîqaşên herî zêde li ser paşeroja wê Amrîkayê ye ku eger têde Trump bibe serokomar. Ji ber ku Turamp di kampanyayên xwe de diyar dike ku dê her tiştî di siyaseta derveya Amrîka de  serûbin bike.

Eger Hillary Clinton bibe serokomar, di siyaseta Amrîka de ti guhertineke  sitratejî û bingehîn çênabe. Belkî  li gel hinek guhertinên reftarî û taktîkî de be, lê kêm zêde rewşa heyî  weke xwe dê bimeşe.

Lê eger Donald Trump serbikeve, wek çawan bixwe jî beşek ji nerînên xwe yên nenas tîne ziman jî, ne tenê danûstandinên derveyî yên Amerîka dê rastî guhertinê were û dê qada peywendî yên navdewletî  jî bikeve ber bahoza  guhertinan. Bahozek ku mrov dikare  bişbîne  wan guhertinan ku piştî hilweşyanan  Yekîtya Sovyetê pêk hatin.

Ya rast, di destpêka sed sala nû de,  muhavazekarên nû yên wek dîk çînî, Donald Ramsfelldç , Condoleezza Rice herwiha  Paul Wolfowitz ( xwedanê  doktirîna  Bush), ku dinav komayixwazan da peyda bûn, berê siyaseta derve û siyaseta berevaniya  Amrîka xistin nav rêkeke  cuda li gel raborî û di meydana cîhanî de bi taybetî jî li Rojhelata Navîn, ji başûra Asyayê heya bakûra Afrîqa  , hinek erdhej çêkirin ku lerz û hejên  wê  erdhejê,  hê jî li  Efxanistan, Iraq, Yemen û herwisa welatên naskirî di nav bihar erebî de yên weke  Misir, Tunis , Lîbya, Sûriye û Behrên diyarin.

Cîhan û Amerîka li gel Donald Trump jî ku her çend hîna ekîba hevkarên wî yên siyasî û ewlehiyê  pêk nehatiye û nehatine naskirin û ji bilî  sênator Korkiz, ez bawer nakim ku kesên naskirî jî bin, pirsên ewlehiya navçeyî, aştiya cîhanî , peywendî yên du alî yên  Amrîka,  NATO, ji çekkirina  atomî û terorîzm, bi tevahî  dê derbasî nav pênaseyên nû bibin û ji nûve bêne pênasekrin.  Trump wê van guhertinan jî bi vê hêviyê bike ku  hinek pêlên mezintir ji ya ku  muhafzekarên nû li gel George Bush di cîhanê de pêk anîn, rabike.

Helwêsta Trump li hember dost û dojminên Amrîka

Trum helwêst û siyaseta  xwe li gorî wan bingehan diyar nake ku çendîn sale   herdu partiyên sereke  yên wî welatî bo siyaseta derveyî û berjewendî yên  welatên xwe li erdnigariyên cuda cudayên cîhanê de di reftar û awayê siyasetkirina xwe de parastine.

Wek mînak:

1-Zêdetrî  mehekê berî niha berî hilbjartinên  Îndiyana û dema ku Trump di  hilbjartinên  hundurî yên komarîxwazan de  bê hevrik ma,  derbarê peywendî yên Amrîka û Erebistanê de got," eger  paşayê erebistanê  xwedî  sîbera  Amrîka li ser xwe neba, bawer nakim ku  xwe li ser pê  bigirtba û bima."

2-Nerîna  Trump derbarê çekên etomî de jî bi giştî berovajî siyaseta naskirî  ya  Amrîka ye, Turamp  dibêje, eger ez bibim  serokomarê Amrîka ez  nahêlim ku  Japon û Koreya başûr li hember gefên  Çîn û Koreya Bakûr di bin çetra atomiya Amrîka de bmînin, ezê rê bidim bi Japon û Koreya Başûr bibin xwediyê çekên xwe yên etomî.!

3-Trum hewl bide li hember hezîne û xerciya ku bo parastina hinek welatên  wek Japon û Koreya Başûr dide,  pişkeke zêde ji wan bixwaze û eger razî nebin bdin, wê demê hêzên Amrîka ji wan welatan bikşîne.

4-Trump li dijî rêkeftina atomî ya welatên 5 kom yek bi Îranê re ye û dibêje  aliyên  Amerîkî  di dema  zêdexwaziya  Îranê de , diveya  maseya gotûbêja    bicî bihîştban.

Trump û pênaseya hêza Amerîka

Nerîna Trump  derbarê  hêza Amerîka eve ku Amrîka bûye bi hêzeke " tîr" û divê hêza sirûştî ya xwe di meydana cîhanê da bidest bixîne.

Ji bilî  pêwîstiya manordaînê li hember dijminan, ji wan dayîna soza jinavbirina bilez a DAIŞê bi bikargirtina  tevahiya derfetên Amerîka, Trump îdia  dike, ku li gel dostan jî dvê lser bingeha (bde û bistîne) û lser bingeha  wekheviyê vê bê reftarkirin û eger welatên hevpeymanên Amerîka  dixwazin  em berdwam piştgiriya wan bikin, divê hezîneya wê jî bidin.

Derbarê soz û biyarên Amerîka de jî rump dîsa cuda hizir dike.

Ew dibêje "ez kesekî kuşegîrxwaz nînim, lê ezê Amrîka bikim pêşeng û vê sloganê hez dikim."

Ew amadeye  rêkeftinên Amrîka bi welatên dost re ji nûve  lêkolîn bike û bi vê mercî ku hevgirtî yên  Amerîka yan birêka beşdarkirina bi serbazên zêde û yan  bi dayîna xerciyê,  bi hebûna hêza serbazî ya Amerîka re di cîhanê de hevkar bin. Ew dibêje " ez rê nadim ku ji vê zêdetir kom biçe serê me "!!!!

Niha nêzîkî 150 hezar serbazên Amerîka li 150 welatên cîhanê hene.

Cîgirkirna hêzeke serbazî ya amade ku ji 24 hezar heya 28 serbazan pêk tê, li Koreya Başûr û hêzeke mezintir û pir çek bûyî bi çekên Atomî bi hejmara 54 hezar serbazan li Japonê, beşek ji wan hêzên Amerîka li çend  cihên cîhanê dane.

Hêzên Amerîkî yên ku di nav NATOyê dane jî, hema hema li tevahiya welatên endam di NATOyê de  belav in  ji wan jî li Almanya ku 36 hezar serbazên Amrîkî têda cîgirin.

Hêzên Amrîkî yên ku  li başûra rojhelata Asyayê jî hene, bîreweriya  şerên deheka 50îne û yên heyî li Ewrûpa jî yên serdema şerê sar tên hesbandin ku piştî hilweşyana  Yekîtya Sovyetê û jinavçûna Peymana Warşova  bi piraktîkî  bidawî hat û sîstemekî nû bû cîgirê rêveberiya du cemseriya  cîhanê .