Gelo Komel û Yekgirtû bê prensîp in?

10-04-2019
HÊMİN EBDULLAH
Nîşan Kurdistan Kurd Hikûmet PDK YNK Goran Komel Yekgirtû
A+ A-

Bi vê daxwaza nû û nalojîkî ya ku di çend rojên bihorî de YNKê ji PDKê kir, careke din şansê hatina vê partiyê bo nav rêkevtina berfireh a Goran û PDKê ya derbarê desthilatdariyê de kêm bû.

 

Di wan çend mehên bihorî de, çend caran em şahidê vê haletê bûne û ewên ku gumana wan li ser vê yekê mabe ku YNK di xema derbaskirina vê qonaxê de ye, hêj YNKê nas nakin. Bi awayekê berdewam jî di rewşên wiha de ku proseya siyasî tûşî girêhişkê dibe, pêwîst e aliyên ku xwe bi berpirysar dibînin, tekanekê bidin xwe û êdî li benda vî alî nebin ku zebeşê dixwe lê di keda rêncber de beşdar nabe. Goran û PDK bi livandina dosyeya aktîvkirina saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê, rêk heman kar kirin û ji niha ve jî wiha xuya ye ku karê wan ê dawiyê dê li ser xêrê be. Di vê navberê de helwesta her yek ji Yekgirtû û Komela Îslamî neberpirsyarane ye û helwesta Nivşê Nû jî komêdî ye.

 

YNKê Heyye Elelselat a xwe xwandiye û dibêje ku wê ti kêşe li gel projeya PDK û YNKê bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê di nav parlamentoyê de nîne, belku wan weke dikaneke siyasî kêşeya wê yekê hene ku PDK ew helwest û piştevaniya wan bi çendê dikirre. Yanî niha weke helwestekê difiroşin PDKê û muzayedeyê bi ser Goranê de dikin, ku di xûla berê de xwe lêkiribûn xwedî û paşê ji tirsa PDKê hêdî jê poşman bûbûn û hemû tişt li ser serê Goranê şikandin. Yekgirtû û Komel jî bi heman awayî helwestekê difiroşin me ku di xûla bihorî de ew bixwe teorîsiyenê wê bûn û li gel Goran û YNKê jî zêdetir ji carekê li ser rêkevtin kirin daku bi ser PDKê bisepînin, lê vê carê ku PDK hatiye ser nerîna wan, ew bûne xezala sil! Lewma ji du egeran zêdetir nîne: Yan ew partî rastgo nebûn di xûla bihorî de û di gotina xwe de rast nebûn ku digotin bila serok ji nav parlamentoyê ve bê hilbijartin, yan jî zêdetir mebesta wan dijatiya birêz Mesûd Barzanî bû. Niha ku ew nabe Serokê Herêma Kurdistanê, li cem wan ew mijar giring nemaye ku serok bi çi mekanîzmê bê hilbijartin. Di herdu rewşan de eyb û şermeke mezin e ku partiya îmandar bi dûrûtiyeke wiha nûneratiya dengderên îmandar bike û siyasetê bi wan bike.

 

Di vê navberê de helwesta Nivşê Nû, helwesteke komêdî ye, ez ya rast ji we re bêjim, her çi qas ku ew jî niha di parlamentoyê de ne û wiha baştir e ku hesabek ji wan re jî were kirin, lê ez bixwe heta niha jî tênegihîştim ku ew çi dixwazin? Wek mînak, di rojên bihorî de hinek ji wan behsa wê yekê anîbûn rojevê ku divê serok ji nav xelkê ve bê hilbijartin, lê hema ji nişka ve û bi awayekê bilez, ba dane aliyek din û berovajiyê wê yekê daxwaz kirin.

 

Mixabin xelkê Herêma Kurdistanê tûşî wan partî û arasteyên bê prensîp bûne ku ti hêleke wan a sor nîne û pêkve li ser hemû tiştan muameleyê dikin û nirx datînin. Eger na, diviyabû eger di ti tiştekê de lez nekiriban, di çespandina wê yekê de bilez bikiriban ku zû şêweya hilbijartina serok li nav parlamentoyê be, çimku weke ku min got ew yek daxwaza wan a çendîn salan bû û bi wê yekê jî deng ji nav xelkê kom kirin û bangeşeya wê yekê kirin û hewl dank u PDKê li ser wê mijarê razî bikin, lê belê niha ku PDK razî ye, ew dudil bûne. Ew jî nîşaneke xirab e û wiha dike ku em bipirsin; Ew aliyên ku derbarê babetekê de ku wan bixwe bawerî pê heye, wisa bê prensîp bin, dê sibe çawan lihevhatin ligel wan bê kirin û çawan bi wan re destûr bê nivîsandin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst