Çepik ji bo Kurdistanê

10-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-
Kî bi Heyder Şeşo û hêza wî “Hêza Parastina Şengalê – HPŞ“ re ye? Kê Heyder Şeşo kir fermandarê “cengawerên“ Êzîdî, ango çekdarên Êzîdî? Çi pêwîstiya herêma Şengalê bi hêzeke fedekar lê ne profesyonel û di aliyê leşkerî de ne xwedî ezmûn û dawiya dawî ne xwedî quweteke diyarker heye? Eger hêza pêşmerge, ya xwedî bi dehhezaran çekdar û çekên giran, nikaribe Şengalê azad bike û biparêze, hêzeke weke HPŞê ku tê de bi sedan kesên xwebexş yên ji temenê nîv-zarokatiyê heta kalên rûspî dest avêtine çekên herî sivik, wê çawa bikaribin di aliyê leşkerî de roleke diyarker bileyîzin? Çima bi sedan kesên Kurd (çekdarên HPŞê) di nav rêzên pêşmergeyan de cih nagirin, ji ezmûn, derfet û hêza pêşmergeyan sûd wernagirin, lê hevgirtineke ku nikaribe bi têrî nan û fîşekan ji çekdarên xwe re peyda bike baştir dibînin? Çima çekdarên kurd (çekdarên HPŞê) bi wê yekê razî ne ku beşek ji milîsên şîe bên hesabkirin – sedem çi jî be – lê razî nabin ku di jêr sîwana Wezareta Pêşmerge de bin? HPŞ û fermandarê wê Heyder Şeşo ji rêya Kurdayetiyê derketine? Xwe firotine?

 

Û ev pirs jî: Eger Heyder Şeşo fermandarê hêzeke çekdarên şîe yê ser bi “Heşdul Şeibî“ – ango seferberiya giştî li Iraqê -  bûya, wê fermana girtina wî bihata dayîn û cîbicîkirin? Min ne bawer e ku bihata girtin! Çima? Ji ber ku wê hesab ji hêzên şîe û bandora aloziyeke wiha li ser siberoja pêwendiyên Kurdan-Şîeyan û Kurdan-Îranê bihata kirin. Dibe ku Şîeyan hinek kesayetiyên kurd weke tolstadin revandiban jî. Lê ji bo çi hesabek ji Heyder Şeşo û hêza wî re nehat kirin? Xuya dike Kurd ji bo her dijmin û dijberekî xwe hesabekî dûr û dirêj dikin, lê dema dor tê ser navmalê, bêrêzî, bêhesabî û qehremaniya Kurdan li hemberî hev digihije lûtkeyê.

 

Heyder Şeşo û her kesayeteke Êzîdî dikare bê girtin, bê dadgehkirin, bê zindanîkirin, bê sivikkirin û dawiya dawî bê windakirin û kuştin jî. Kî wê bikaribe li pêşiya vê yekê bibe asteng? Êzîdî bi xwe nikarin. Îranek jî li pişta wan tine ku hesab jê bên kirin. Tirkiyeke Tirkmenan jî tine. Ya Êzîdiyan tenê Kurdistaneke wan heye. Lê êdî ew ji hevdu xeyîdîne, weke keç û dayîk, êdî ji hevdu bi şik û guman in. Li dijî îrade û di ser taqeta dayîkê de sitem li keçê bûye, baweriya keçê ji dayîkê êdî şikestiye. Lê hewlên dayîkê yên hembêzkirin û aramkirina keçê, encamên berovajî bi xwe re tînin, keç hîn bêtir ji dayîkê dûr dikeve, jê ditirse.

 

Yê ku Heyder Şeşo kir Heyder Şeşoyê fermandarê “Hêza Parastina Şengalê” û parêzvanê cihên pîroz yên Êzîdiyan, Kurd û desthilata Başûrê Kurdistanê û neparastina Êzîdiyan û Şengalê bi xwe bû, ne ti kesekî din. Helwesteke ji neçarî Heyder Şeşo û hêzên çekdar yên Êzîdiyan derxistin ser dika siyasî li Başûrê Kurdistanê. Helbet yên ku wê ji pişt perdeyê û eşkere jî alîkariya her hewleke lawazkirin û parçekirina desthilata kurdî bikin wê her hebin, lê ev yek qisûra desthilata kurdî kêmtir nake.

 

Îcar girtin û dadgehkirina Heyder Şeşo ne tenê girtin û dadgehkirina kesekî, çekdarekî, fermandarekî ku qanûn binpê kiriye, ye. Di çavê civaka êzîdî de ev weke serdestiya Kurdên Misilman li Kurdên Êzîdî tê hesabkirin. Piştî wêrankirina warên wan yên pîroz ji aliyê DAIŞê ve, Êzîdî girtina Heyder Şeşo weke dubarekirina şikandina nefs û îradeya xwe hesab dikin. Hejmara yên ku dibêjin “DAIŞê êrişî me kir, kesî em ne parastin, ku em êdî hewl didin xwe biparêzin, vêya jî qebûl nakin“ ne kêm e. Gellekî zehmet e ku van rojan Kurdekî Êzîdî bê dîtin ku biryara girtina Heyder Şeşo rast bibîne, ew vê bûyerê weke hesabnekirina Êzîdiyan bi ne tiştekî şîrove dikin, weke ku mirov bibêje “em çi layîqî we bibînin, didin we, nedin jî nadin, hûn mecbûr in qebûl bikin”.

 

Ango ji aliyê ewlehî û leşkerî ve girtina Heyder Şeşo dirust be an na, ev mesele di çavê civaka êzîdî de ji kesayeta Heyder Şeşo derbas bûye, ne tenê Êzîdî bi zikêşan li binçavkirina Heyder Şeşo dinêrin, di nav dostên Kurdan de jî vê bûyerê aveke tehl bi devê wan xistiye. Di çapemeniya biyanî de matmayî li wê sedemê tê pirsîn ka çima Kurdên ku heta niha baş dihatin dîtin dest bi binçavkirina dijberên navxwe kirine. Yên dijberên Kurdan jî bi xweşhalî serê xwe dihejînin û dibêjin “ma ne me ji were got Kurd ji yên din ne baştir in”. Xuya dike Kurd fêrî wê yekê nebûne ku çawa şîrîniya xwe ya bi kedeke mezin bidestxistî, biparêzin, keda bi salan di şev û rojekê de di bin piyan de dihêlin.

 

Sedema fermî ya binçavkirina Heyder Şeşo ew e ku wî hêzeke deryasayî li ser axa Kurdistanê ava kiriye, ku ne di jêr sîwana Wezareta Pêşmerge de ye û çek û mesrefên xwe ji derve dabîn dike – mebest ji hikûmeta Iraqê. Rast e, di nav sînorên dewletekê de – ku Herêma Kurdistanê jî de-fakto weke dewletekê tê rêvebirin - nabe çendîn hêz li kêleka hevdû û ne girêdayî yek fermandariyê hebin, hêzên deryasayî û milîsên ne girêdayî desthilata navendî jixwe divê qet neyên qebûlkirin. Ev yek ji her dewleteke modern tê xwestin. Lê ma rewşa Kurdistan niha tê de rewşa her dewleteke modern e ku ev şert lê bên ferzkirin?

 

Tevî ku em li Başûrê Kurdistanê ji rewşa yek hêza çekdarî û yekfermandariyê dûr in jî, ma Herêma Kurdistanê dikare destûrê bide avabûna hêzeke weke ya HPŞê? Na. Lê li herêma Şengalê çi normal e ku em niha li ser prensîpeke dewletbûnê wiha rijd bibin û vê yekê jî di çavê herêmeke weke Şengalê de derxînin? Rewşa Şengalê taybet e û birîna Şengalê kûr e. Şengal ne Kerkûk e, ne Zumar û Mexmûr e. Heta ku serkirdeyên Kurdan vêya fêm nekin, wê gellek ziyanê bigihînin mala kurdî.

 

Em vegerin ser sedemên avabûna hêza HPŞê û ku çima desthilata Kurdistanê xwe dike şaşiyê eger bawer dike ku dikare bi zorê “yên ji rê ketî” bînê ser rêya rast. Ya rast ev çekdarên di jêr sîwana HPŞê de ne bi kêfa xwe bûne çekdar û ne jî ji rê ketine, ew mecbûrî ragirtina çekan hatin kirin. Û sedem jî desthilata Başûrê Kurdistanê bi xwe bû. Eger desthilata Başûrê Kurdistanê li soza xwe xwedî derketa û herêma Şingalê ji hovên DAIŞê re nehîşta, bi encamên diyar, xelkê herêmê wê baweriya xwe bi desthilata Kurdistanê ji dest nedaya, xelkê herêmê wê xwe qurbaniyê bêxemî û lêyîstikên olî û siyasî nedîta. Ev xelkê ku her tiştê xwe ji dest da, bi dijwartirîn reng û awayî hat biçûkxistin, hêviya siberojê jê hat standin, baweriya bi her cîranekî jê re bû xewn, ji nav civakeke wisa çend sed kesên ku li Şengalê asê man, dest avêtin çekan û kefenê xwe li pişta xwe pêçan. Mirin her roj û saetê dikarîbû bibe mêvanê wan, ji ber ku çekên di destên wan de ne ew çek bûn ku bikaribin xwe li hemberî çekên giran yên dijminekî hov biparêzin. Tevî wê yekê jî wan li ber xwe dan, heta ku hêzên kurdî bi hewara wan de gihiştin.

 

Ango sedema ku hêzeke weke HPŞê ava bû, bêbaweriya xelkê herêma Şengalê bi desthilata Başûrê Kurdistanê ye:

 
1- Beriya êrişa DAIŞê ya ser Şengalê, desthilata Kurdistanê xelkê herêma Şengalê ji aliyê manewî ve bi Kurdistanê ve girêneda, ew bi têrî tevlî desthilata herêma wan nekirin, berpirsyariya herêma wan nekir destên wan, hesasiyetên wê hêrêmê bi têrî li ber çavan negirt.



2- Di êrişa DAIŞê de – sedemên hûr yên leşkerî çi jî bin - xelkê herêma Şengalê nehat parastin û rastî karesata ku tê zanîn, hat. Vê êrişa DAIŞê ya ser Şengalê û xwepaşvekişandina pêşmergeyan ya ne çaverêkirî civaka êzîdî ji bingeh de guhert: Pirraniya civaka êzîdî ya beriya bûyera Şengalê tenê hewl dida ku xwe biparêze, xwe veşêrê, bi cîranên xwe re îdare bike, xwe tenê weke civakeke olî ya xwedî hinek taybetmendiyan didît. Lê kêm kesên êzîdî xwe di aliyê siyasî de weke faktoreke cuda ji civakên din yên Kurdistanê didîtin. Piştî bûyera Şengalê Êzîdî êdî xwe ewle hîs nakin, siberoja xwe bi hewla xwebirêxistinkirinê ve girêdidin. Ew êdî dixwazin li ser siberoja xwe xwedî biryar bin. Êzîdiyan ji Şengalê dersek wergirtin: Bila Şengaleke din wiha bêyî amadekarî bi ser me de neyê! Berpirs û serkirdeyên Kurdan divê vê yekê hertim li ber çavan bigirin: Êzîdî ji Kurdbûna xwe ne bi şik in, lê wekî din êdî ji her tiştî bi şik in. Êzîdiyên şikandî û bêyî îrade wê bibin Êzîdiyên li derveyî Kurdistanê, bibin penaber, Kurdistan wê ji Êzîdiyan vala bibe. Dibe ku gellek kes xweziya xwe bi vê yekê bînin û bi çar-çavî çaverêyî wê rojê bin ku Kurdistan ji Êzîdiyan “pak” bibe, lê ev mijareke din e û serkirdeyên Kurdan divê çavên xwe ji van dînamîzmên civakî re negirin. Mînaka Bakur li ber çav e, pêwîstî bi mezinkirina metirsiyê nîne.



3- Piştî êrişa DAIŞê ya ser Şengalê di Tebaxa borî de û hemû encamên wê yên destpêkê, dîsa derfet ji desthilata Kurdistanê re hebû wê derza ku di hevgirtina civaka kurdî de – ya di navbera Kurdên Misilman û yên Êzîdî de – peyda bibû pîne bike. Erê derzeke mezin ketiye nava civaka kurdî – HPŞ û gellek hewldanên din jî encamên wê derzê ne. Divê di zûtirîn demê de hêza pêşmergeyan dîsa xwe berhev kiribûya û herêma Şengalê ji DAIŞê pak kiribûya. Lê nekir. Sedem çi jî be, li ber çavê xelkê nekir! 4 mehan piştî dagîrkirina Şengalê, pêşmergeyan xwe berhev kirin û DAIŞ ji herêmên bakurê Şengalê derxistin, bi dayîna gellek şehîdan. Herêmên başûrê Çiyayê Şengalê bi temamî û bajarê Şengalê bi pirraniya xwe hê jî di jêr kontrola DAIŞê de ne. Her roj nûçeyên ku êrişeke DAIŞê li Şengalê hat şikandin, tên belavkirin. Kî dixwaze kê ji Şengalê derxîne? Xuya dike hêzên Kurdan li Şengalê jî bi hevdu mijûl in, heta ku nikarin, an naxwazin, DAIŞê ji Şengalê derxînin. Ku ne ji min re be, bila ji dijmin re be, gelo ev bûye dirûşma hêzên kurdî li Şengalê? Hêzên kurdî li benda çi ne, çima bajarê Şengalê û herêmên din yên Êzîdiyan ji DAIŞê pak nakin, da ku ew bi dehhezaran penaberên di jêr çadir û kon û kavilan de vegerin ser axa xwe? Ji bilî axa şewitî û têrxwîn jixwe tiştek nemaye.



Bila dawî li van rêzeşaşiyan were, bila her şaşiyek şaşiyeke din li dûv xwe neyîne. Pêwîst e ders ji bûyerên sal û mehên borî bên derxistin. Eger baweriya Heyder Şeşo û çekdarên HPŞê bi sozên desthilata Kurdistanê bihata, jixwe HPŞ jî ava nedibû û wan ji bo dabînkirina çek û pêwîstiyên xwe xwe nediavêtin bextê Bexdayê - û tenê formalîte jî be -  navekî ku bûne beşek ji milîsen şiî li pey xwe nedixistin. Xuya dike ew li navmala kurdî negihiştin ti encamê, heta xwe mecbûr dîtin ku arîkariyê ji Bexdayê bixwazin. Ma Bexda li çi digere? Pêwîst e desthilata Kurdistanê gaveke bawerîpêdanê bavêje, ne HPŞê û ne jî hêzên mîna wê ji xwe re nekê dijber, wan mecbûrî ber deriyê cîranan nekê. Ne çekdarên HPŞê û ne jî ti hêzeke din ya Êzîdiyan ne dijminên Kurdistanê ne, ew ji rewşeke mecbûrî ava bûne. Mafê çekdarên HPŞê û Êzîdiyan heye ku ji derdora xwe bi guman bin, ew in yên ku bûne qurbanî, yên ku xwe di bin piyan de dîtine. Bila bi gav û mînakên erênî û jixwebawer desthilata Kurdistanê dilê vî xelkê bawerşikestî dîsa bi dest bixe. Ji bo vê yekê helbet dem û bawerîpêdan pêwîst e. Bi darê zorê hezkirin çênebûye, nexasim di roja îro de. Bila deh alên herêm û parêzgehên Başûrê Kurdistanê hebin, li kêlek û ser wan alan re wê hertim ala Kurdistanê hebe. Bi dehan welatên pêşketî hene ku xwe bi sîstemên herêmî rêvedibin. Kîjan ji wan welatan ji ber hebûna herêm û alên cuda lawaz bûne? Tersî wê: azadiya zêdetir bûye sedema girêdan û hezkirina bêtir.

 

Civaka êzîdî  piştî bûyera Şengalê jixwe birîndar e û kişkişaneyeke dijwar di navbera li aliyekî yên ku ji “xiyaneta Kurdên Misilman û pêşmergeyan di bûyera Şengalê de“ piştrast in, û li aliyê din yên ku hewl didin bûyera Şengalê di çorçoveya nehaziriya hêzên pêşmergeyan ji bo erişeke DAIŞê li Şengalê şîrove dikin, de maye. Girtina Heyder Şeşo wan Êzîdiyên ku êdî ji Kurd û Kurdistanê bi guman in bihêz dike, wanên xwîngermên Kurdayetî û Kurdistanê lawaz dike. Û ya herî xembar jî: Dîsa dijmin û dijberên Kurd û Kurdistanê di ber lêvên xwe re dikenin û eşkere û veşartî ji Kurdan re li çepikan dixin. Çepikên dijminan jî ti caran xêr bi xwe re neanîne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst